Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên PDK’ê li Dihokê êrîşê xwepêşandêran kir

2017-10-22 17:14:18
Hêzên asayişa Dihokê yên girêdayî PDK’ê destûr nedan xwepêşandana ku wê li Dihokê dijî desthilatên herêmê hatiba kirin pêk were. Xwepêşandêrek jî dibêje; “Hêzek zêde anîn û li hemberî me bêrêzî kirin.”


 

 

DIHOK/ ROJNEWS


Îro biryar bû saet 16:00’an li ber Parka Azadî ya bajarê Dihokê ji aliyê beşek ji rojnameger û çalakvan ve xwepêşandanek pêk were. Belê hêzên asayişê yên girêdayî PDK’ê êrîşê xwepêşandêran kir û nehiştin xwepêşandan pêk were.

 

Der barê êrîşa hêzên asayişê û armanca xwepêşandanê yek ji xwepêşandêran rojnameger Çiya Bêlîzanî wiha ji ajansa me re axivî; “Weke komek rojnameger û çalakvan ji bo bal kişandina ser rewşa îro ya Başûrê Kurdistanê ku desthilatên herêmê jê berpirsin, me xwest xwepêşandanek lidar bixin û daxuyaniyek çapemeniyê bidin. Belê hêzên ewlehiyê êrîşê me kirin û destûr nedan.”

 

Çiya Bêlîzanî wiha jî got; “Me ji bo wekheviya Kurd hewlda. Belê em hatin astengkirin. Hêzek zêde ya ewlehiyê ve êrîşê me kirin. Heya bi astengkirinê re jî neman, dijî me bêrêzî kirin.”

 

‘Divê aliyên siyasî ji gel lêborîn bixwazin’

 

Der barê naveroka daxuyaniya ku wê bihata dayîn jî, Çiya Bêlîzanî wiha got; “Di daxuyaniyê de çend xal hebûn. Me di naverokê de daxwaz kir ku siyasetek niştîmanî ya nû û li gor serdemê li gel pêşber danûstandin bê kirin. Li cihê hevdû tewanbarkirina ji aliyê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser şkestina xwe ya 26 salan, divê ji gelê me lêborîn bixwazin.”

 

Çiya Bêlîzanî wiha jî got; “Me daxwaz kir ku hêzek hevgirtî bê çêkirin û ji hizib, malbatî û şexsî dûr be. Li gel hilweşandina vê desthilatê, hikûmetek nû bê avakirin. Me daxwaz kir ku piştî ji sedê 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê hate dayîna hikûmeta Iraqê, berpirsên bi xwîna şehîdan bazirganî dikin bên dadgehkirin. Her wiha ewên 26 salin li ser desthilatê ne, pereyê petrolê didizin û gendelî dikin jî bên dadgehkirin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin