Smiley face
sorani
Smiley face

‘Eger gel baweriyê bide me em dizanin vê desthilatê çawa biguherin’

2017-10-25 13:58:53
Şasiwar Ebdulwehîd ragihand: “Me her ji destpêkê ve jî got ku referandûm sexte ye û ne ji bo avakirina dewleta Kurdî ye, tenê ji bo dirêjkirina temenê desthilatiya xwe ye. Ew tenê ji dizî û şikestinê fêm dikin. Ji bo wê em dibêjin bila tenê gel baweriyê bide me em dizanin ku çawa van biguherin.”


 

 

SORAN HISÊN / SILÊMANÎ

 

 

Serokê Lîsteya Nişfê Nû (Newey Nwê) Şasiwar Ebdulwehîd di hevpeyvîneke taybet a li gel ajansa me pirsên me yên der barê aloziyên li Başûr, siyaseta tê meşandin, plan û projeyên wan Lîsteya Nifşê Nû ya ji bo pêşeroja Başûrê Kurdistanê de bersivand û diyar kir ku referandûm sexte bû, ti armanceke van a avakirina dewleteke Kurdî nebûye û got: “Eger gel baweriyê bide me em dizanin rêveberiya vir çawa biguherin.”

 

Bi dîtina we bûyerên ku îro li vir rû didin di encama referandûmê de pêk hatine?

 

Me her di destpêkê de jî got ku ev referandûm sexte ye û ne ji bo dewleta Kurdî ye û ti carî armanca van a dewleta Kurdî nebûye. Der barê van gotinan de jî agahî li gel me hebûn. Bêguman desthilatên herêm jî vê dizanin. Lê, ferq ew e ku em objektîf nêzî gelê xwe bûn. Wan dixwest rewşeke xerab çêkin da ku bikarin hinekî din li ser desthilatiyê bimînin. Ji ber hemû jî dizanin ku niha gelek pirsgirêk li ser postê Serokatiya Herêma Kurdistanê heye. Parlamento jî ne çalak bû û ti giraniyeke Hikûmeta Herêmê jî nemabû. Ji ber vê van dixwest şerekî din li herêmê de derxin da ku tenê temenê xwe dirêj bikin.

 

Bi dîtina te ti dibêjî, ev tiştên îro rû didin di berjewendiyê desthilatê de ye?

 

Ez wer difikirim ku wan ev dixwest. Lê, pêşbîniyên wan şaş bûn. Dixwestin şerekî derxin, lê wisa dizanîn ku wê civaka navneteweyî piştgiriyê bide wan. Nedizanîn ku bi rastî jî dikevin cudabûneke bi temamî û wê ev bi serê wan de were.

 

Amerîka û bi dehan welat li dijî referandûmê bûn, çima desthilata herêmê guh neda ti kesî?

 

Hinek caran ev dîktator dikevin rewşeke ku ji dinyayê qut dibin. Wer dizanin ku hêzeke mezin in û xwedî hêzekî mezin in. Bi vî awayî jî bi nexweşiyekê dikevin ku ne xwe baş nas dikin, ne jî dizanin çar aliyên wan kî ne. Em bala xwe bidinê dema ku hemû cîhan ji Saddam xwest ji Kuwêytê vekişe, venekişiya. Paşê ev bi ser de hat. Ji ber vê ev kesayetên wiha xwe ji cîhanê qut dikin û tiştekî nabînin. Mîna çavên te nebin, ti tiştekî nebînî û nizanibî li çar aliyên çi rû didin.

 

 

Bi dîtina te ew tiştên ku niha li herêmên nakokî li ser hene qewimine di encama lihevkirinekê de çêbûye yan encama referandûmê ye?

 

Eger beriya referandûmê bi welatên cîhanî re li hev kiribana, bi ti awayî ev herêmên di destûra bingehîn de weke herêmên nakokî li ser hene nediketin bin kontrola desthilatiya hikûmeta Iraqê. Ji ber vê gelek soz ji hikûmeta herêmê hebûn ku ev weke xala 140 pêk bînin da ku bi şêweyekî bimînin. Eger ji vê fêm kiribana wê feydeyeke mezin ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê heba. Wê demê derdekî me yê wisa jî nedibû ku xala 140 pêk bê yan pêk neyê. Ji ber ew der di bin kontrola me de bûn. Her wisa Kurd jî bi vê rewşa neyênî û karesatan re rûbirû nedihat.

 

Niha tê gotin ku wê rayedarên herêmê vegerin Bexdayê, ji bo çi berî niha ne amade bû vegere Bexdayê?

 

 Weke min got, hemû pêşbîniyên wan şaş bûn. Eger siyaseteke aqilane esas girtibana û şareza bûna, wê gelê Kurd îro neketiba vê rewşê. Hemû tiştên wan şaş bûn. Ne siyasetê dizanin ne ji aboriyê fêm dikin. Ji ber vê bi rastî jî şikestin. Ev 50-60 sal e siyasetê dikin. Ji yên weke me ciwan re jî dibêjin tiştekî nizanin, werin bizanin ka di van çend salan de çi ji bo Kurdan kirine. Herî kêm ev nêzî 2 salan e ezmûna wan a hikûmraniyê heye, lê em binêrin di vê herêmê de çi kirine. Sazîbûneke me ya girîng nîne, hêzeke me ya leşkerî nîne ku mirov bêje artêşeke me ya bi hêz û bi rêkûpêk heye. Ne sîstema dadwerî ne sîstema tenduristiyê, ne pewerdeya zanîgehan, hêza qanûnansaz û pêkhêner heye ku xwedî giraniyekê be. Ne çandinî ne aborî û ne jî pêwendiyên me hene ku em temaşe bikin û bizanin di nava desthilatiya 26 salan de karîne Kurdan bikin gelekî yekdeng û hevgirtî.

 

Herêm dîsa dizivire Bexdayê, bi dîtina ev heman kesên berpirsyar wê bikarin rewşa heyî biguherin?

 

 

Wisa difikirim ku wê rûyên di desthilatiyê de biçin. Ji ber ev zêdetirî 60 sal in ev qada siyasî kirine bin yekdestdariya xwe. Ji bo ev ji vir dûr bikevin hinek dem hewce ye. Lê bi dîtina min di çend hilbijartinên pêk werin de û bi derketina rûyên nû, ti giraniyeke van namîne. Berê jî gel deng daye van bes ti feydeyek ji van nedîtine. Lê, wer bawer dikim ku ji niha û şûn ve wê rûyên di rêveberî û siyasetê de werin guhertin, di fikir û aqlê siyasî de jî guhertinek pêk were. Êdî tehemûla gel ji van re jî nemaye û niha ev partî di dema xwe ya herî nexweş de ne. Ne tenê PDK û YNK, hemû ew partiyên herêma Kurdistanê bi giştî ew kesên ku salên dirêj e di nava siyasetê de ne.

 

Hilbijartin hatin paşxistin. Tê gotin dibe ku ev ji bo dirêjkirina temenê desthilatê be?

 

Ez wer bawer dikim ku ev ê ji bo wan neçe serî. Nikarin ji bo demeke evqasî dirêj paş bixin. Em û xelk jî hêdî hêdî dakevin kolanan, xwepêşandan bikin û nerazîbûnan raber bikin. Lê, Eger tenê ji bo çend mehan jî be ez wer difikirim ku hilbijartin were kirin baştir e da ku ev ji jiyana demokrasiyê dûr bikevin. Min berê jî ji xelkê bi aqil ê di nava YNK’ê û PDK’ê gotiye ku ew di parlamentoyê de desthilat in, ku jiyana demokrasiyê bidin aliyekî da ku hêdî hêdî ev pêvajoya demokrasiyê pêk bê. Eger pêvajoya demokrasiyê bi temamî were sekinandin, mixabin wê bibe sedema şer.

 

Baş e ji bo ev tiştên ku hûn dibêjin, çi çareserî heye?

 

Tenê hilbijartin û avakirina hikûmeteke nû ye. Ti çareseriyeke cuda ji derveyî pêkhatina hilbijartinê nîne. Tiştên ku ev welatên pêşketî bi hezaran salan gihiştinê, gihiştine wê baweeriyê ku hilbijartin û demokrasî tişta herî baş e. Ji ber guhertinan saz dike û rûyên nû derdixe pêş. Eger ev jî nebû û her ew man, bêgûman dide nîşandan ku xelk wan dixwazin.

 

Partiyên ku hêzên wan ên çekdarî hene û pêşî li çalakiyan û çalakiyên we jî digirin, Wisa dixwazin bêjin ku hilbijartin ti guhertinek çênake?

 

Astengkirina tevger û çalakiyên me wê nekeve xizmeta wan. Gel di dema Saddam de xwepêşandan dikirin û pê nedikarîn. Tevî wan astengiyan jî me ewqasî gel beşdar kir. Ev jî encama şikestina wan e. Me bi xwe nexwest zêde israr bikin da ku felaket rû nedin. Em ê dema pêş jî çalakiyên girseyî rêxistin bikin. Di hilbijartinê de jî eger aliyek rewa be, ti sedemeke wan namîne ku bi rêya şîdetê pêşî lê bigirin û civaka navdewletî jî vê qebûl nake. Eger xelkê hêzeke nû hilbijart wê demê dilniya bin ku wê çawa desthilat biçe. Eger gel baweriyê bide me em dizanin ku çawa bi desthilatê re rûbirû werin.

 

Tê gotin ku Şaşiwar Ebdulwehîd bazirgan e, nikare derdê gelê hejar fêm bike. Ev nêrîn a gelek kesan e?

 

Baş e ku em bazirgan in, hinek derfetên me yên madî û şîrketên me hene. Em timî siyasetê nakin ku meaşê parlamenteriyê bistînin. Ez û hevalên min jî me karî em bi bazirganiyê re mijûl bibin û biçin welatên cuda û ti derdekî me yê gel nebe. Lê xema me ji vê mezintir xema welatiyên me ye. Eger temenê min têrê bike ez ê wisa bikim ku jiyana min a niha bibe jiyana hemû gel, ango wan jî bînim asteke wisa ya jiyanê. Ne girîng e ku gel hejar jî be û parastina hejaran bike. Ya girîng ew e ku kesekî jiyana wî baş be agahiya wî ji yên dahata xwe kêm hebe.

 

Armanca me ew e ku gel di asteke jêr de nebe û dahata wan pêş bixin. Welatiyên me li welatekî wisa dijîn dikin ku sererd û binerdê xaka wan zêr e û pêwîstiya wan bi rêveberî, siyaset û partiyên nû heye, ne bi kesên ku wan feqîr dikin û xwe ji wan cuda dikin. Diviyabû li vî welatê tijî dahat de hejarî nemaba. Eger em rojekê werin desthilatiyê em ê destûrê nedin ku ti kes feqîr bimîne, şanazî bi hejariyê bike ku mûçeyê wan nîne û di kirê de ne.

 

Dikarî bêjî ku ez ê bazirganiya xwe jî bixim bin xizmeta gelê xwe?

 

Eger ez bazirgan bim jî û vê nexim xizmeta gel, bawer bikin tenê ji bo ez bazirgan im dizanim ev welat xwedî çiqas pereyan e ku tenê eger eqliyeteke baş vê bi rê ve bibe wê jiyana xelk were çi astê. Temaşe bikin şîrketeke me ya asayî hebû, me 1600 apartman ji bo gel çêkirin ku ji bo di 12 salan de bibe ya wan û mehane 120 dolar bidin. Eger ez hikûmet bim dikarim gelek tiştên din bikim. Em 1000 xaniyên apartman ji bo xelkê ku dahata xwe zêde nîne çêdikin. Ji ber ku weke min got li vî welatî de ewçende pere hene kesên niha di nav de siyasetê dikin, di temenê xwe de 1000 dolar bi destê wan neketiye. Heya ku ev desthilatdar jî bin wê rewşa xelkê vir ne baş be. Ji ber ku ev tenê ji dizî û şikestinê fêm dikin. 

 

Ji bo derbasbûna vê rewşa heyî hûn yekîtiya Kurd di çi astê de girîng dibînin?

 

Baweriya me bi doza neteweya me heye. Lê, dema pêş hewldana me ji bo dewleteke dibe, li ser bingeha mirovbûnê û bi dîtina min dema dewlet netewe derbas bûye. Weke nimûne niha li welatên cîhanê de jî em dibînin û dibîhîzin ku welat sînorên di navbera xwe de radikin ji bo sînor nemînin. Dema têkelbûna netewe, reng, bawerî û çandên cihêwaz a bi hev re ye. Nabe ku em di sala 2017’an de li pey xeyalên kevin bikevin ku her ji berê ve xeyalên me yên wisa hebûn.

 

Hewldaneke we ya hên vê siyaseta ku esas digirin mezin bikin, bi taybet ji bo parçeyên din ên Kurdistanê heye?

 

Bêguman ev yek ji armanca me ye. Lê, ji bo niha em zêdetir girîngî didin Herêma Kurdistanê. Ji bo bi temamî li vir bi cih bibin û cihê xwe saxlem bikin. Bi kêfxweşî dikarim bêjim ku beşeke zêde ya welatiyên herêma Kurdistanê jî berê xwe dane me. Em ê jî ji niha û şûn ve zêdetir girîngiyê bidin wan û lez bi karê xwe bikin.

 

Hewldaneke berdewam ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye, hûn vê heta çi astê weke rêyeke çareseriyê dibînin?

 

Bêguman her timî yekgirtîbûn û yekdengî baş e. Lê ez wer difikirim ku divê parçe parçe sazîbûna xwe û qanûnên xwe hebe û rêz bidin wan qanûnên di nav de dijîn. Paşê jî yekgirtin û yekîtî wê hîn rehettir be. Lê, di aliyê me de weke nimûne li herêma Kurdistanê kes guhdarî kesî nake û kesek li gel yê din naaxive. Ne jî me kariye ti sazîbûneke xwe çêbikin. Eger weke ez dibêjim em di nava xwe de ne yek bin wê ev tev bibe dirûşm.

 

Hûn wer difikirin ku di hilbijartinê de weke lîsteyeke nû piştgirî ji we re bê kirin?

 

Ev li xweşiya ti aliyekî siyasî naçe û li hember me ketine nava dijbertiyekê. Ji ber ku dizanin tiştekî nû çêdibe û ev ne li gorî wan e. Her wisa dizanin ku weke wan jî nafikirin û ne li gorî eqliyeta wan a siyasî ye jî. Ev jî dide nîşandan ku ti ferqeke van ji hev nîne û yên nû jî qebûl nakin. Hemû jî dirûşmên saxte yên demokrasiyê diqîrin. Lê, em li benda xelkê ne û piştgiriya wan ji bo me girîng e da ku em nîşan bidin dikarin çi bikin.

 

Hûn jî sozekê didin gel ku ferqeke we ji yên din heye û hûn ê xizmetekê çawa bikin?

 

Ez dibêjim, pir kêfxweşim ku yekem car e hinek derketine dika siyasetê û armanca wan pere, otomobîl û xanî nîne. Em dilniyayî didin ku yek xeyalekî me heye, ew jî strana jiyana wan e ku di jiyanê de bimînin û em wê baweriyê didin bi gel ku wê siberoja wan baş bibe û wê ji vê rewşê rizgar bibin ku barê wan pir giran bûye.

 

Beşeke zêde ya gel dipirsin ku wê ti çalakiyên xwe nebin herêmên di bin kontrola PDK’ê de?

 

PDK tirseke wisa çêkiriye ku gel jî ketiye bin bandora vê. Me her timî gotiye ku çalakiyên ku li vir çêbûne jî rasterast pêwendiya wan bi derve, di bin kontrola PDK’e de hebû. Niha jî pişta xwe dide partiya siyasî, aborî û piştgiriya Hewlêrê. Her wisa asayîş û hêza pêhînavêtinê heye. Lê di sala 2013’an de li Hewlêrê ji sedî 37 deng bi dest xist. Dibe ku niha rewşa wan pir xera bûbe. Wê demê gel li Hewlerê ji sedî 70’ê dengê xwe bi kar anîbûn. Wê demê ji sedî 25’ê xelkê Hewlêrê deng daye PDK’ê. Niha teknîk pir pêş ketiye. Pêwîst nake ji bo semînerekê biçin Hewlêrê û 100 hezar kes li wir beşdar bibin û temaşeyê te bikin. Eger tu weşana zindî ya Facebook’ê vekî wê 100 hezar kes temaşe bikin.

 

Bawer bikin, dawiya van hatiye. Niha nêrîna Neteweyên Yekbûyî û hêzên cîhanî ji bo van her du partiyan hatiye guhertin. Weke min got tenê gel maye ku hêzeke nû hilbijêre. Dibe ku tişta hate serê hinek welatên lê dîktatorî hebû û rastî mudaxeleya leşkerî hatin li vir jî pêk were. Yan jî weke sûcê şer bidin dadgehê û êdî pêwîstî pê nemîne ku gel rabe, li hember van çek rakin û şer bikin.

 

Gelek kes dibêjin ku hûn partiya Facebook in, hûn dikarin di vê der barê de çi bêjin?

 

Ya yekem gelek şoreş bi rêya Facebookê ve hatine kirin. Paşê bila ji xwe re bêjin, partiya Facebook û daxuyaniyan. Em her tim li kolanan in, gel kom dikin û nerazîbûnên xwe nîşan didin û bi dehan semîner û çalakiyên me hene. Ma ev tiştên ku me kirine ne bes in? Jixwe ew li ser Facebook’ê jî nikarin ti tiştekî bikin. Carinan hinek daxuyaniyên şermokane didin, hema nebe baştir e. Ji ber xelk bi xwe dizane ku dera wan diêşe. Em natirsin û bi xwe diçin nava gel û xwepêşandan li dar dixin. Em ê weke hêzên din kurê alemê nedin kuştin û bi xwe jî ji ekranan de temaşeyê wê nekin.

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin