Smiley face
sorani
Smiley face

Hacî Reşîd: Ji ber edalet nebû nikarîbûn aboriyê xurt bikin

2017-10-27 11:05:42
Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî Reşîd: "Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê ne şefaf û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêşve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baş jî be, rûmeta neteweyekê şikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan şikestiye."


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmedî Hacî ReÅŸîd got: "Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê ÅŸefaf nîne û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêÅŸve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baÅŸ jî be, rûmeta neteweyekê ÅŸikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan ÅŸikestiye." 

 

Serokê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Iraqê ji Koma Komela Îslamî Ehmedî Hacî ReÅŸîd di hevpeyvineke taybet a li gel ajansa me, bersiv da pirsên me yên der barê aloziya di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê û bûyerên piÅŸtî referandûma li Herêma Kurdistanê rû dan, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexda, pêÅŸeroja aboriya herêmê ya li qada aborî û darayî.

 

Hûn rewÅŸa niha ya Iraqê çawa dibînin?

 

Ya rastî rewÅŸa niha ya herêmê dihate texmînkirin. Ji ber her tim sê pirsgirêkên Kurdan bi hikûmeta Iraqê re hebûn. Bi hemû hikûmetên li Iraqê hatin ser kar re pirsgirêk heye. Pirsgirêka xak û di rêveberiya siyasî de cihgirtin e. Ev jî bêbingeh in û di warê lihevkirina siyasî de ÅŸaÅŸ e. Ya sêyem jî ew e ku para herêma Kurdistanê di dahat û welat de ye. Li ser van xalan her tim di navbera hikûmeta Iraqê û herêma Kurdistanê de pirsgirêk rû didin.”

 

Ev tiÅŸtên ku rû dan çiqasî qanûnî bû?

 

Ev herêm weke herêmên nakokî li ser hene tên zanîn. Ev demeke dirêj bû ku Kurdan dixwestin çarenûsa van herêman were zelalkirin. Lê, piÅŸtî hatina DAIÅž’ê artêÅŸa Iraqê ev herêm terk kirin û pêÅŸmerge ketin dewsa wan. Pirsgirêk di vir de ye. Diviyabû pêÅŸmerge bi lihevkirineke nivîskî û wajokirî ev herêm girtibana. Yan jî diviyabû bi çavdêriya aliyekî navdewletî kar li ser vê daba meÅŸandin. Ji ber ku pêÅŸmerge ev herêm bi xwîna xwe parastiye. Niha ti belgeyek di destê hikûmeta herêmê de nîne bê ev herêm çawa girtine. Rêveberiya Kurd her tim sîstemeke fiîlî pêk aniye. Siyaseta fiîlî daîmî nabe û pêwendiya wê bi asta hêzê ve heye. Dema Kurd xwedî hêz bûn li wir hebûn. Lê dema Iraq di ÅŸerê DAIÅž’ê de ber bi encamê ve diçe û hêz digire, dixwaze vegere van herêman.

 

Mijareke din jî heye ku PDK û YNK ti carî guh nadin kesên ÅŸareza, sazî û dezgehên fermî. Diviyabû li parlamentoyê li ser vê xebat hatiba kirin û diviyabû hêzên siyasî ji nêz ve der barê lihevkirinan de hatibana agahdarkirin.

 

Ji ber herêma Kurdistanê referandûm pêk anî, wek hincetekê ket destê hikûmeta Iraqê da ku vegerin van herêman. Di aliyekî de jî Herêma Kurdistanê dostên xwe yên navdewletî jî ji dest da. Di destûra bingehîn de nehatiye diyarkirin ku Iraq an jî herêma Kurdistanê van herêmên nakokî li ser hene bi rê ve bibin. Lê Iraq niha behsa destûra bingehîn nake, behsa hebûna hêz dike.

 

Beriya referandûmê herêma Kurdistanê di rêjeyeke zêde de neft diÅŸand derve. Lê, mûçe jêre nedihat dayîn. Niha hikûmeta Iraqê dest daniye ser piraniya dahatê ango dewlemendiya herêmê. Wê pêÅŸeroja kesên bi meÅŸa û aboriya herêma Kurdistanê çawa bibe?

 

 

Herêma Kurdistanê digot, 600 heya 650 hezar bermîl neft rojane firotine derve. Lê ji ber nirxê wê ÅŸefaf nîne û edalet nebû, nikarîbûn aboriya xwe xurt bikin û pêÅŸve bibin. Vegera hêzên Iraqî ya ji bo van herêman her çiqasî di aliyê aboriyê de baÅŸ jî be, rûmeta neteweyekê ÅŸikest. Her çiqasî rûmeta siyasiyan ÅŸikestiye. Dema em behsa 7’ê Adara 1991’ê dikin em behsa rûmeta neteweyekê dikin. Lê, dema em behsa dîroka 16’ê Cotmeha 2017’an dikin behsa ÅŸikestina rûmeta neteweyekê dikin.

 

Mebesta min zêdetir di warê aborî de bû ku tu weke Serokê Komîsyona Aboriyê ya Parlamentoya Iraqê çi difikirî?

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vê demê de nikarîbû rewÅŸa welatiyan di warê aborî de baÅŸ bike ango pêwîstiyan bîne cih. Lê dema sala 2013’an hikûmeta Iraqê di ber vê de berpirsyar bû rewÅŸa aboriya herêma Kurdistanê baÅŸ bû. Eger hikûmeta Iraqê weke beriya sala 2013’an dîsa çavdêriya dahat û dabeÅŸkirina wê bike, wê demê divê li gorî di qanûnê de hatiye diyarkirin tevbigere û mûçeyên herêmê di dema wê de bide. Divê çawa ku her welatiyek Iraqê mafê xwe yê aborî heye mafê her ferdeke/î herêma Kurdistanê jî divê hebe. Eger hikûmeta Iraqê çavdêriya dahatê bike û girêdayî mafê darayî yê heremê bimîne wê aborî zindî bibe. Lê eger hincetan derxe wê ev astengiya aborî her bimîne.

 

 

Divê çi were kirin ku hikûmeta Iraqê girêdayî mafên darayî û siyasî yê Herêma Kurdistanê ve bimîne?

 

Divê aliyên siyasî hewl bidin. Bi taybet jî ew aliyên ku li Bexdayê mane. Bi taybet Komela Îslamî, Tevgera Goran û piraniya YNK’ê. Divê ev her sê alî hema wiha li beramberî van tiÅŸtên ku li Herêma Kurdistanê rû didin bisekinin. Her wiha divê ev aliyên siyasî rasterast têkiliyê bi Bexdayê re pêÅŸ bixin û neçar bikin ku girêdayî qanûnan tevbigerin.

 

Bûdçeya sala 2018’an pêwîst e di vê dema de were amadekirin. Wê di vê rewÅŸê de mafê darayî yê Herêma Kurdistanê çawa were diyarkirin?

 

Ew lihevkirinên di sala 2015, 2016 û 2017’an de hebûn heya niha berdewamin. Ev lihevkirin jî ew e ku Hikûmeta Herêmê 550 hezar bermîl neft bi rêya Somo biÅŸîne û ew ê jî ji sedî 17’ê bûdçeyê ji herêmê re biÅŸîne. Lê niha pêwîstiya me bi lihevkirineke nû heye. Eger hikûmeta herêma Kurdistanê nikare deriyên sînor bi kar bîne, wê demê divê hemû nefta li Herêma Kurdistanê bi rêya Somo were ÅŸandin. Wê demê divê Hikûmeta Iraqê bûdçeya Herêma Kurdistanê bide.

 

Wê bûdçeya sala 2018’an kengî pêÅŸkêÅŸî Parlamentoya Iraqê were kirin?

 

 

Tê payîn ku ji hefteya bê dest bi amadekariya wê were kirin. Lê bi giÅŸtî jî rewÅŸa aborî ya Hikûmeta Iraqê baÅŸ nîne. Heya niha jî bi rêya ku deynan dike aboriya xwe bi rê ve dibe.

 

Hikûmeta Herêmê dibêje ku 28 milyar dolar deyndandar in, hikûmeta Iraqê çiqas deyndar e?

 

Ez agahiyan eÅŸkere bikim, lê piÅŸtî ku hemû agahî hatin berhevkirin.

 

Dibe ku di meha 5’an (Gulan) a sala pêÅŸiya me de hilbijartinên Iraqê pêk werin, wê Kurd jî beÅŸdarî van hilbijartinan bibin?

 

Ez wisa difikirim ku wê hilbijartinên Iraqê werin paÅŸxistin. Ji ber rewÅŸa Iraqê aloz e. Sunniyan hê nû hinek bajarên xwe bi dest xistine, lê rêveberiya wan bajaran jî ne di destê wan de ye. Herêma Kurdistanê jî bi heman awayî ye. Hêzên Åžîe jî nikarin bi tena xwe biryara hilbijartinê bidin.

 

Li aliyê din jî li Iraqê du hêzên berçav hene ku yek ji wan piÅŸtgiriya hêzên herêmê dike, hêza din jî piÅŸtgiriyê dide hêzên navdewletî. Ebadî ku dubare dixwaze bibe serokê hikûmetê, gelek kom li derdorê kom bûne, li aliyê din jî Malikî jî dixwaze meseleya HeÅŸdî Åžebî zelal bike. Ji ber bandora HeÅŸdî Åžebî li ser kolanên Iraqê heye. Her du kom jî hewl didin HeÅŸdî Åžebî bi aliyê xwe ve bikiÅŸînin. Li aliyekî din jî dixwazin ku Heyder Ebadî weke qehremanê neteweyî bidin nîÅŸan. Malikî jî berevajî vê kar dike.

Eger HeÅŸdî Åžebî bi Malikî re li hev bike, wê li xweÅŸiya Ebadî biçe ku hilbijartinan taloq bike. Lê eger wisa nebe wê Ebadî bixwaze ku hilbijartin di dema wê de werin kirin.

 

PiÅŸtî bûyerên ku li Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene rû dan, rûmeta Kurdan di Parlamentoya Iraqê de neÅŸikestiye?

 

 

Min berî niha jî got ku 16’ê Cotmeha îsal rûmeta neteweyekê ÅŸikest. Hebûna Kurd li Bexdayê roj bi roj aloz dibû. Gelekan ji me hawara xwe digihand hêzên siyasî, lê guh nedan me. Ji ber hinek ÅŸêwirmendên welatan silav didan wan wan jî digotin qey wê her wisa biçe. Ji ber vê qet guh nedan me. Niha Kurd li Bexdayê di asta herî xerab de ne.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin