Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî: Em ji her tifaqeke demokratîk a ji bo gel vekirî ne

2017-10-31 11:53:52
Cîgira Hevserokatiya Tevgera Azadî Tara Hisên got: “Ji bo alozî û qeyranên Başûrê Kurdistanê werin destbaskirin pêwîstî bi eqliyeteke nû ya siyasî heye û divê sîstema Başûr a siyasî ji serî heya binî were guhertin. Ji bo muxalefeteke xurt li Başûr pêk were û modeleke demokratîk ava bibe, Tevgera Azadî, Bereya Demokrasiya Gel û Lîsteya Nifşê Nû tifaqek ji bo hilbijartinê kirin lê, hilbijartin pêk nehat. Lê wê ev tifaqa me û têkoşîna me ya hevpar di dema pêş de jî berdewam bike.”


 

 

 

BÊRÎTAN ZAGROS-NASYAR MISTEFA / SILÊMANÎ

 

 

Cîgira Tevgera Azadî Tara Hisên pirsên ajansa me ya têkildarî encamên referandûmê, êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê, sedema aloziya siyasî, rêveberî û aboriyê, pirgirêkên pêkhatina mûxalefeteke hevpar li Başûrê Kurdistanê, projeya çareseriya Tevgera azadî û tifaqa wan a bi Bereya Demokrasiya Gel û Lîsteya Nifşê Nû re, her wiha pêwîstiya Başûrê Kurdistanê bi pêkhatina Kongreya Neteweyî bersivand.

 

Tevgera Azadî referandûm boykot kir. Jixwe encamên referandûmê jî hatin cemidandin. Hûn weke Tevgera Azadî der barê encama referandûmê de çi difikirin?

 

Çêkirina rojeva referandûmê encama şikestina desthilatiya 26 salan a Başûr û encama nebûna qanûnan bû. Di encama nemana ti dezgeheke meşrû ya hikûmetê de pêk hat. Ti meşrûiyeteke parlamento, hikûmet û serokatiya herêmê nemabû. Roj bi roj ber bi şikestinên aborî û siyasî ve diçûn. Rêveberiya Başûr ji bo têkçûna desthilatiya 26 salan bidin jibîrkirin rojevek wisa çêkirin. Xwestin gel jî bi rojeva referandûmê mijûl bikin û rûyê xwe veşêrin.  Me weke Tevgera Azadî şîrove û tehlîleke zanistî û kûr ji bo sedem û encamên ku derkevin holê kir. Li gorî tehlîl û pêşbîniya ku me kir me got, tenê wê ne şikestineke mezin bi xwe re bîne wê destkeftiyên heyî jî ji dest bibe. Me weke erkekî exlaqî, însanî, siyasî û neteweyî dît ku van rastiyan bigihînin gelê xwe. Me weke Tevgera Azadî berevajî hinek aliyan ku heya dawiyê jî helwesta xwe eşkere nekirin, hinek hebûn gotin, ‘Na’ û hinek jî alîgirê ‘Erê’ bûn, helwesta me cuda bû û me boykot kir. Me wisa difikirî ku bi çi armancê jî dibe bila bibe beşdarbûna referandûmê meşrûyet dayîna bi pêvajoyeke ku metirsî ji bo gelê Kurd bîne. Tiştên ku ez niha dibêjim, me beriya referandûmê bi dehan rojan di nava gel de bi awayekî eşkere gotiye. Heta li ser van gotinên me ji me re gotin, ev girêdayî dewletên derve ne, ne dilsoz in, ne welatparêz in, ji me re gotin li dijî dewletê û serxwebûna Kurdistanê ne.

 

We referandûmê boykot kir. Baş e alternatîfeke we hebû?

 

 

Me weke hinekan tenê negot, erê yan jî na. Me hem helwesta xwe ya boykotê eşkere kir, hem jî projeyeke alternatîf a çareseriyê pêşkêş kir. Ew fikrê pêkanîna referandûmê fikrê pêşxistina hizbayetî, neteweperestiyê bû.  Me got êdî dema vê eqliyetê derbas bûye û nabe ku siyaset bi vê eqliyetê were kirin. Bi vê eqliyetê jî nikarin çareseriyê ji bo pirsgirêka gelan bînin. Li ser cografyaya Başûrê Kurdistanê tenê gelê Kurd najîn, pêkhateyên cuda jî hene. Ji lewma divê çareserî jî li gorî vê realîteyê were pêşkêşkirin. Me projeya xwe li gorî van taybetmendiyên Başûrê Kurdistanê amade kir û pêşkêş kir.

 

Projeya we çi ye?

 

Projeya me bi hev re jiyana gelan e. Xwerêvebirineke demokratîk e. Em naxwazin neteweyek serdest be û neteweyeke din bindest be. Tişta ku em ji xwere dixwazin divê em ji neteweyên din re jî bixwazin. Bêyî ferq û cudahî em dixwazin sîstemeke bi hev re jiyanê pêş bixin. Nimûneya vê niha li Rojavayê Kurdistanê heye. Ev model kariye serkeftî  be û weke modeleke nû ya çareseriyê li Rojhilata Navîn pêk were. Xwediyê vê modelê Rêber Abdullah Ocalan e. Eger niha hema yekser nebe jî wê sibe du sibe hem aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û hem gelê Başûrê Kurdistanê bibîne ku tenê ev model dikare çareseriyê ji bo Başûrê Kurdistanê û tevahî gelên Rojhilata Navîn bîne. Projeya me ne tenê ji beşekê pêk dihat. Beşa wê ya stratejîk heye û beşek jî ji bo rewşa fiîlî ya niha bû. Helbet her du beşên projeya me ji bo niha jî derbasdar in.

 

Çima Mûxalefeta Başûr nabe yek?

 

Mûxalefeta li Başûr tev jî ji heman çavkaniya desthilatiyê derketine. Ji heman eqliyetê tê û ti bernameyeke xwe ya cuda ji desthilatiyê nînin. Dema ku nerazîbûna xwe tînin ziman û li dijî wê desthilatê diaxivin dibêjin, em mûxalefet in û bernameyeke me ya cuda heye. Lê, dawiya dawî weke me di referandûmê de jî mînaka vê dît, dîsa jî diçin hembêza desthilatê. Mûxalefetê nekarî eniyek hevpar ava bike û bi bernameyeke hevbeş li dijî referandûmê bisekine da ku rewşeke bi vî awayî pêk neyê. Mixabin em bi referandûmê re vegeriyan sînorên 1991. Tê gotin em vegeriyane sînorên beriya sala 2003’yan. Nexêr em vegeriyane sînorên beriya sala 1991. Tişta ku me bi dest xistibû tev ji dest çû.

 

‘Bi çarenûsa gel lîstin’

 

Bi referandûmê bi çarenûsa gel hate lîstin. Eger dixwazin bi rêya referandûmê çarenûsa gelekî diyar bikin, divê amadekariyeke pir alî û bi hêz hebe. Dema me got, boykot me îşaret bi van kêm û kurtiyan kir ku ti amadekariyek ji bo referandûmê nebû.

 

Ji bo pêşî li referandûmê were girtin we çi xebat dan meşandin?

 

Me dizanî ku wê beriya Hewlêr û Silêmanî bandoreke neyênî li ser herêmên nakokî li ser hene (xala 140) çêbibe. Ji lewma me li Xaneqîn, Xurmatû, Kerkûk û li tevahî herêmên Germiyanê semînerên agahdarkirinê û çalakiyên curbicur li dar xist. Paşê me li bajarên din ên herêmê semîner dan. Beşeke girîng a beşdarên semînerê hem fikir bûn ku wê referandûm metirsiyekê çêbike. Lê, beşek jî ji aliyê desthilat ve hatin rêxistinkirin û dihatin di nava semînerên me de tevlîhevî çêdikirin da ku em nekaribin peyama xwe bigihînin gel.

 

‘Wijdanê me rehet e’

 

Di vir de wijdanê me rehet e ku destê me di vê rewşa ku bi ser gelê me de hatiye nîne. Me gel agahdar kir û metirsî jî nîşan da. Mixabin aliyên siyasî yên Başûr guh nedan nêrînên cuda. Lê, dawiya dawî dîsa derket ku em dostê gel in. Em û eniya ‘Nexêr’ ne bûn hevparê wê komploya li derdora referandûmê hatibû hûnandin. Em neketin xizmeta desthilat û em li eniya gel û azadîxwazan rawestiyan. Şikestina referandûmê da nîşandan ku ka fikrê me çiqas realîst û em çiqasî mafdar bûn.

 

Vê pêvajoyê bandoreke çawa li ser gel çêkir?

 

Aşbatala ku di encama referandûma 2017’an pêk hat ji ya sala 1970’ê metirsîdartir bû. Ji ber xeyalên gelekî ku di encama têkoşîna sedsalekê de bû ku di oxira jiyaneke serbixwe de hatibû dayîn. Gelê Başûr di vê oxirê de gelek berdêlên mezin daye.  Başûrê Kurdistanê di vê oxirê de rastî enfal û kîmyabaran û komkujiyên pir cuda hatiye. Lê, bêyî ku amadekariyek hebe karta serbixweyî ku xeyalê gel bû şewitandin. Yanî referandûm bandoreke gelek neyênî di warê manewî, derûnî û madî de  li gelê Başûr kir. Piştî sala 1991’ê me hemû bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê azad kiribûn û ji aliyê Kurdan ve dihate rêvebirin. Tenê beşa herêmên nakokî li ser hebûn mabû. Piştî şerê DAIŞ ji sala 2014’an ve kêm mabû em li tevahî van herêmên nakokî li ser hebûn hakîm bibin. Weke fiîlî gelek kêm mabû tev bikeve destê me. Lê, mixabin ji ber siyaseteke bazirganî, ji bo li ser desthilatiyê bimînin bi referandûmê tiştek wisa kirin ku Kurdan sedsalê din bi paşve bibin û êdî Kurd wê nikarin sedsaleke din jî bi vî awayî behsa serxwebûnê bike. Ev sedsal e Kurd ji bo vê têdikoşe û ked dide, lê pir bi erzanî hate firotin. Ne tenê herêmên nakokî li ser hene herêmên ku berî niha di destê pêşmerge de jî ji dest çû. Her wisa êdî hêviya gel bi meseleya serbixweyî, têkoşîn û karên siyasî nemaye. Tenê bûye rexnegir û hêviya gel nemaye ku bi xwe rol bigire.

 

‘Divê rêveberiya Başûr êdî objektîf nêz bibe’

 

 

Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê objektîf nêz bibe. Her kes rastiyê dibîne, lê tenê desthilatdarî nabîne. Eger bibîne jî naxwaze li ser kar bike. Ev 26 sal e komek kesên siyasî ango rûyên di nava siyasetê de li Başûrê Kurdistanê hikûm dikin. Ji derveyî dewlemendkirin û bihêzkirina malbatên xwe, ji derveyî xweşkirina jiyana hinek malbat û zarokên berpirsan, tiştek ji bo gel ne aniye. Bi salan e di van deriyên sînor û gumrikan de kar hene, lê ti carî kes nezaniye ku ev dahata ji vir tê diçe ku derê. Li Başûrê Kurdistanê bazirganiya neftê heye. Ji ber Başûr xwedî dewlemendiyeke mezin a binerd e. Hem di warê neftê de hem jî di warê çavkaniyên xwezayî de dewlemend e. Lê, dahata vê ji bo ku derê çûye? Ev tev ne diyar in û têk çûye.

 

Gelek aliyên siyasî dibêjin divê rayedarên partiyên siyasî yên para xwe di van alozî û qeyranên Başûr de hene derkevin pêşiya dadgehê. Bi dîtina we divê ev rêveberî ji niha û şûn ve çi bike?

 

Divê êdî berpirsên siyasî lêborîna xwe ji gel bixwazin û amade bin ku derkevin pêşiya dadgehê û hesabê xwe bidin. Her wiha divê ew dewlemendiya gelê Kurdistanê yên di bankayên cîhanî û di embarên malên xwe de veşartine derxin û bixin bin xizmeta gel. Divê van dewlemendiyan ji bo pêkanîna projeyên demokratîk ên ji bo gel bi kar bînin. Ji ber niha gel qeyrana aborî dijî û bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ye. Qeyrana nebûna sîstemê hebû. Bi çêkirina van qeyranan re hewl dan ser nebûna demokrasî, nebûna azadî, bi hev re jiyan û nebûna fikrên cihêwaz bigire. Gel anîn asteke wisa ku tenê bi jiyana xwe ya rojane re mijûl bibe û daxwaza maf û azadiyê neke.

 

Di vê rewşê de gel divê çi bike?

 

Divê êdî gel bi vî awayî berdewam nekin û rol bigirin. Ev 26 sal e komek ji jor ve hikûm dike û gel jî tenê tiştên ku tên gotin pêk tînin. Piştî şikestina 26 sal hikûmranî her tişt bi dawî hat. Niha ti sîstemek li holê nemaye. Meşrûiyeta ti dezgehên berê jî nemaye û em wan meşrû nabînin. Dema wê hatiye ku êdî gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe. Divê edî gel temaşeker nebe, xwedî roleke sereke be. Pêwîst e di rêveberina sîstem û rêveberiyê xwedî rol be. Her wiha divê gel bikare, ew berpirsên siyasî û fermandarên ku rola wah di vê şikestinê de hebûn bidin dadgehê.

 

Tevî ku dengên nerazî li Başûr pir in jî, çima nikarin vê eqliyeta siyasî ya hûn rexne dikin biguherin, pirsgirêk di ku derê de ye?

 

Sedema ku me nekariye em di destpêka sedsala 20. de çareseriyê bi dest bixin, jêdera xwe ji  belavbûna me girtiye. Eger em werin gel hev em ê bikarin bibin xwedî destkeftî. Li Başûr pirsgirêka projeyan nîne, lê ya girîng ne ew e ku kî vê projeyê radigihîne. Ya girîng ew e ku ev proje bi çi eqliyetekê hatiye amadekirin. Yê xwe desthilat jî dibîne û yê xwe muxalefet jî dibînin xwedî heman eqliyet û çarçoveyê ne. Ev jî eqliyet û parastina desthilat e. Divê hêzek hebe ku bixwaze êdî ev desthilat were guhertin. Lê, em vê hêzê û heta daxwaza hatine gel hev jî kêm dibînin.

 

‘Deriyê me timî ji tifaqan re vekirî maye’

 

Weke Tevgera Azadî deriyê me timî ji tifaqan re vekirî maye û timî me xwestiye em tevlî karên hevbeş bibin. Li ku derê çirûskeke çareseriyê ji bo gel hebe em amade ne ku beşdar bibin û di oxira wê de canê xwe jî bidin. Lê bi rastî jî em mûxalefeteke xwedî model û projeyên nû nabînin. Tenê tiştên klasîk makyaj dikin û derdixin pêşiya gel. Girîng nîne ku tenê Barzanî were guhertin û rûyekî nû biçe şûna wî. Ya girîng guhertina eqliyetê ye.

 

Eger tifaq pêk neyê hûn ê çiqasî bikarin xwe bidin nasîn?

 

Tevgera Azadî tenê tevgereke siyasî nîne, tevgerekr siyasî û civakî ye.  Tenê di çarçoveya berjewendiyên gel de siyasetê dike. Ya ji me re girîng ew e ku gel çiqas xwe bi xwe rê ve dibe û der barê bi xwe biryargirtinê de xwedî rol be. Em dixwazin gel bê wê astê ku êdî sînorek ji yên ku bazirganî bi xwîna şehîdan dikin re deynin. Ji bo me hişyarkirina gel, parastina gel û rêxistinkirina wan girîng e. Erkê ku di vê çarçoveyê de dikeve ser milê me, em bi berdewamî pêk tînin.

 

Qet lêgerîneke we ya çêkirina tifaqan çêbû?

 

Rast e çêbûye û ev lêgerîna me hê jî berdewam dike. Heya niha gelek karên me yên hevbeş pêk hatine. Di vê çarçoveyê de hevdîtinên me li gel kom, alî, kesayetiyên cuda û rewşenbîran heye ku em xebat û têkoşîneke hevpar bidin meşandin da ku bikarin encamekê bi dest bixin.  

 

Ji bo hilbijartinan tifaqeke we li gel Lîsteya Nifşê nû hebû. Lê, hilbijartin hate paşxistin. Wê ev tifaqa we berdewam bike?

 

Di dema referandûmê de tenê du hêz hebûn ku li dijî referandûmê û li dijî wê siyasetê derketin pêş, ew jî Tevgera Azadî û Eniya Nexêr bû. Xwedî fikrekî wisa bûn ku bi temamî di çarçoveya berjewendiyên gel de bû. Ji lewma me xwe nêzî hev dît. Tenê ev enî bûn ku bi awayekî radîkal li dijî referandûmê sekinîn û helwesta wan erênî bû. Me weke Tevgera Azadî xalên hevbeş bi Lîsteya Nifşê Nû re dît û di vê çarçoveyê de jî gelek civînên me yên hevpar çêbûn. Ji ber êdî pêwîstiya Başûr bi eqliyet û sîstemeke nû heye. Pêwîst e Başûre Kurdistanê ji serî heya binî ji nû ve were destgirtin, sîstem were demokratîzekirin û nûkirin. Bi aqilekî nû, nifşekî nû û ji bo civak di siyasetê de xwedî rol be, divê ev bi hev re were rêxistinkirin. Lewma me biryara kar û çalakiyên hevbeş da.  

 

Di vê tifaqa we de partî û rêxistinên cudatir jî cih digirin?

 

 

Beriya em bi Lîsteya Nifşê Nû re werin gel hev, em û Bereya Demokrasiya Gel hatin gel hev û me lîsteya xwe pêşkêşî komîsyona hilbijartinê kir. Ji ber Eniya Nexêr jî di bin navê Nifşê Nû de lîsteyek pêşkêş kiribûn me bi hev re biryar da ku bi tifaq bikevin hilbijartinê û bi lîsteyeke hevpar a bi navê ‘Nifşê Nû’  serlêdan bikin. Paşxistina hilbijartinê bandor li xebatên me û tifaqa me nake. Dê weke xwe bimîne. Lê em nizanin wê di şêwazê hilbijartinê de qet guhertin çêbibe yan na. Lê em ê bi tifaq beşdarî hilbijartinê bibin. Baweriya civakê bi projeya me heye ku nimûneyên xwe jî hene. Gel bi xwe ji me xwest ku em tevlî hilbijartinê bibin. Em ê di vê demê de di çarçoveya vê bernameya xwe de, xebatên bangeşeyê bidin meşandin, xwe bidin nasîn û xwe rêxistin bikin da ku baweriya gel bi dest bixin. Ji derveyî xebatên hilbijartinê çi karek û çalakiyeke ji bo başkirina rewşa Başûrê Kurdistanê hebe em amade ne beşdar bibin û hevkariyê li gel bikin. Her hêzek hebe di vî alî de bixwaze kar bike em ê hevkariyê pêre bikin, ji ber em xwe weke hêzeke pêşeng û mûxalefeteke radîkal dibînin. Ji bo Tevgera Nifşê Nû jî çi karekî hevpar ê  pêwîst hebe em amade ne bi hev re bikin û pêwendiyên me jî wê bi hev re berdewam be.

 

Gelê Kurd tev yekîtî û yek helwestiyê ji rêxistinên Kurd dixwaze. Di vê demê de derfetên pêkhatina yekîtiya neteweyî hene?

 

Ji sala 1980’an ve Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka yekîtiya neteweyî dixebite. Her tim hewl daye ku em bi yekîtiya neteweyî biryarên diyarkirina çarenûsa gelê xwe bidin. Her biryarek di konferans an jî kongreyeke neteweyî de ji bo çarenûsa gelê Kurd were dayîn, bawer bin ku wê serkeftî be. Lê eger her beşeke Kurdistanê cuda û belave biryarê bide, serkeftî nabe. Ji bo sazkirina yekîtiya neteweyî her ji berê heya niha jî bangawaziyên KNK û KCK hene. Wer difikirim ku tenê hêzên Başûrê Kurdistanê li pêşiya pêkhatina yekîtiya neteweyî astengî çêkirine. Divê hemû partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê yên di nava desthilatiyê de û derveyî wê êdî rastiyan bibînin. Divê bizanin ku ev rewşa aloz û têkçûyî ya niha li Başûrê Kurdistan heye di encama nebûna yekîtiya neteweyî de ye. Bi salan e KNK û KCK hawar û bangawazî dikin ji bo partiyên Başûrê Kurdistanê tevlî xebatên yekîtiya neteweyî bibin, lê partiyên Başûr û bi taybet jî PDK û Mesûd Barzanî ne tenê astengî li pêşiya vê xebatê çêkirin, bûn sedem ku beşên din ên Kurdistanê jî vî karî nekin. Her wiha bûn sedem ku destê dagirkeran bikevin nava xaka Başûrê Kurdistanê. Tam di dema ku KNK banga yekîtiya neteweyî dikir di dema herî aloz a Rojavayê Kurdistanê de wan li hember Rojava xendek kolandin, artêşa Tirk anîn ser xaka Kurdistanê, tankên Baas’ê anîn ser Başûrê Kurdistanê.

 

Divê ji bo yekîtiya neteweyî di demeke nêz de pêk were çi were kirin?

 

Tişta derbasbûyî em bêjin bila biçe, lê ji niha û şûn ve girîng e. Me di encama referandûmê de dît ku Tirkiye çiqasî dostê me ye ku me projeyên 50 salî ya neftê li gel wan plan dikir. Referandûm mafekî herî xwezayî û sereke yê gelekî ye ku were kirin û der barê çawa bijî de biryara xwe bide. Lê, me dît Tirkiye nerazîbûneke çawa raber kir. Tê bîra me Barzanî çawa çû Amedê û bangaşeya Erdogan kir. Lê, piştî ku Barzanî rojeva referandûmê vekir û şûnve dostaniya Erdogan û ya Tirkiyeyê ji bo me eşkere bû. Her wiha dostaniya Amerîka û hemû hêzên emperyalîst eşkere bû. Pir mixabin ku referandûm bû sedem em gelek berdêl bidin, xak ji dest bidin û şehîd bidin, lê  tenê xaleke xwe ya pozîtîf hebû ew jî rûyê rast ê van dewletan eşkere kir. Hem dost hem dijmin eşkere bûn. Tevî ku KCK ne alîgirê referandûmê jî bû piştî pêkhatina referandûmê got, em ê parastina gelê xwe bikin. Dema êrîş pêk hat ji hevserokên me yên Tevgera Azadî bigire heya hemû endam û alîgirên me bi xwebexşane çek rakirin, berê xwe dan Kerkûkê û amade bûn ku Kerkûkê biparêzin. Lê, mixabin di encama lihevkrineke bazirganî de destkeftiyên wir jî hatin firotin.

 

‘Divê xebatên yekîtiya neteweyî werin kirin’

 

Divê  berpirs û aliyên siyasî yên Başûr êdî vê rastiyê fêm bikin. Eger wisa biçe em ê Hewlêr û Silêmanî jî ji dest bidin. Rêya çareseriyê hatina gel hev a aliyên Kurd û pêkanîna kongreya neteweyî ye. Her wiha avakirina modela sîstemeke demokratîk ji bo Başûr û hemû beşên din ên Kurdistanê ye. Ev projeya demokratîk jî wê demê dikare pêşkêşî Iraqê were kirin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin