Smiley face
sorani
Smiley face

YCÊ: Em ê heta azadiya Rêbertî li ser piyan bin

2017-11-03 08:07:37
YCÊ pêngava têkoşînê ya bi navê ‘SERÎ HILDE’ ku ji aliyê Komalên Ciwan ve hat destpêkirin silav kir û got: “Em ê heta azadiya Rêbertî her tim li ser piyan bin û bi tevlîbûna pêngava ‘serî hilde’ bi her şêwazê çalakiyan xwedî bersiv bin.”


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan bi dirûşma "Duh zû, sibe dereng, îro dema wê ye" ku dest bi pêngava SERÎ HILDE kirin, ji her aliyê Kurdistan ji aliyê tevgerên ciwanên Kurdistanî ve rastî eleqeyeke mezin tê û tê silavkirin.

 

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) bi daxuyaniya weşand, pêngava “SERÎ HILDE” silav kir û bang li tevayî ciwanên Êzîdî kir ku tevlî vê pêngavê bibin.

 

Daxuyaniya YCÊ ya têkildarî mijare wiha ye:

 

“Îro li her derê ku ax û welatê Kurdistanê tê dagirkirin û hêzên yekdestdar yên navneteweyî di siyaseta xwe de cih nadin gelên bindest û azadîxwaz, xebat û şoreşa gelên Rojhilata Navîn bi hemû dînamîzma xwe di dewreyê de ye û li hember hemû astengiyan radibe û ji bo çareseriyên pirsgirêkên navxweyî roj bi roj îrade xwe bi hêz dike.

 

Sedema rabûna van civakan jî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye. Belê ji ber ku pêşketinên di Rojhilata Navîn de rû didin ne di berjewendiyên dewletên dagirker û qirker de ne, tecrîda li ser Rêber Apo ji aliyê hikumeta faşîst a Erdogan hate girankirin û zêdeyî salekê ye ku ti agahî der barê rewşa wî de nayê girtin. Eger em wek civaka Êzîdî di rojên îro de dikarin xwe bi xwe biparêzin û pergala xwe ya xweser bi rê ve bibin, sedema vê jî dîsa projeya Rêber Apo ye.

 

Ji ber vê yekê em weke Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) ku xwe berpirsiyar û pêşengê civaka xwe dibînin, her êrîş û tecrîdên li hember Rêber Apo di heman demê li hember xwe dibînin û dibêjin em ê heta azadiya Rêbertî her tim li ser piyan bin û bi tevlîbûna pêngava ‘SERÎ HILDE’ bi her şêwaz  çalakiyan xwedî bersiv bin. Bangawaziya me ji tevahiya ciwanên Êzîdî tevlîbûna vê pêngavê ye û çawa ku Rêber Apo li me xwedî derket, dem dema xwedîderketina li Rêber Apo ye jî.”

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin