Smiley face
sorani
Smiley face

'PKK ji bo çareseriyê amade ye lê zext û dagirkeriyê qebûl nake'

2017-11-07 13:49:20
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Rêwar Awdanan got: “Ewa ku li Kerkûk, Xurmatû û Xaneqînê rû da, di encama guhnedayîna gel û zêhniyeta cûdaxwaziyê bû. PKK vê yekê qebûl nake. PKK ji bo çareseriya demokratîk amade ye. Lê, bi ti awayî zext û dagirkeriyê jî qebûl nake.”


 

 

 

ŞEMAL HESEN-MIHEMED HESEN / QENDÎL

 

 

Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Rêwar Awdanan di hevpeyvîneke taybet ya bi ajansa me re têkildarî alozî û guhertinên ku di van demên dawiyê de li Başûrê Kurdistanê rû didin, girîngiya yekıtîya netewî û çareseriya modela netewa demokratîk, hegemonya Îran û Tirkiye ya li herêmê nirxand.

 

Rewşa Başûr û pirsgirêka paşvekişîna pêşmerge ji herêmên nakokî li ser hene çawa dinirxînin, bi dîtina we ev çavkaniya xwe ji çi girt?

 

Tişta li Kerkûk, Xurmatû û Xaneqînê rû da, di encama lihevkirineke di navbera desthilatên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li gel hêzên dagirkerde bû ku tevahî parçeyên Kurdistanê êşand û xemgîn kir. Derbe li rûmet û şerefa gelê Kurd hate xistin. Ev jî di encama zêhniyeta cûdaxwaz ku têde nêrîna gel esas nagire, pêk hat. Amadeye ku li ser bingeheke teslîmiyetê lihevkirin li gel herkesê bike û îmtîyaz bide hinek din. Lê, ne amadeye ku guh bide gelê xwe. Êdî eşkereye ku zêhniyeta rêveberiya heyî têkçûye.

 

Eger rêveberiya li ser desthilat guh nede gel, di vê rewşê de pêwîste gel çawa tevbigere?

 

Ji bo gelê Kurd bigihije jiyaneke azad, pêwîstî bi demokrasiyê heye. Divê bi îradebe û bikare li ser bingeha daxwaz û xwastekên xwe, bibe xwedî modeleke siyasî, aborî û çandî. Eger gel li qadan bin û xwedî statû û têgihiştineke wiha bin, wê kes nekare li ser bingeheke teslîmiyetê nirx, ked û berdêl û deskeftiyên gelê Kurd bi erzanî ji dest bigire. Raste gelê Kurd di dagirkeriya vê dawiyê de gelek tişt ji dest da. Lê gelê Kurd têkneçûye. Di ew guhertinên ku niha li herêmê pêktên de, dikare bi şêyekê demokratîk xwe bicih bike. Divê êdî gelê Kurd ırıadeya xwe teslîmê ti rêveberiyeke desthilatxwaz û teslîmkar neke û bikare xwe biparêze. Divê bikare bi taybet hesap ji PDK û YNK bixwazin ku li ser çi esasî li gel dagirkeran li hevkirin? Ev hemû destkeft û derfetên ku hebûn, ji dest dan. Dikarîn li ser bingeha bihevre jiyankirin û demokrasiyê pirsgirêkên li gel gelên Iraqê çareser bikiriban. Divê gel wan hêzên ku di çarçoveyeke demokratîk de têdikoşin qebûl bikin. Êdî dema zêhniyeta neteweperestî û cûdaxwaziyê derbas bûye.

 

Çareseriya ji bo vê rewşê çiye?

 

Ji bo her metirsiyeke li ser gelê Kurd heye, yekîtiya netewî pêwîst e. Eger ew rêveberiya Başûr li şûna referandûmê û rewşa ku niha bi destê xwe çêkiriye, yekîtiya netewî pêkanînaba, wê rewşa Başûrê Kurdistanê bi vî awayî nebûya. Ji lewma divê Kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bikin, ev jî bi demokrasiyê dibe. Divê ev aliyên desthilatdar ku dixwazin her timî ser gel re bin, dest ji vê zêhniyetê berdin û bi navê hemû Kurdan siyasetê nekin. Divê siyaseteke biprensîp li ser bingeheke netewî û demokratîk bimeşînin.

 

Sedema israra PKK’ê ya di yekîtiya netewî de çiye? Yekîtiya netewî dikare ji bo Kurdan çi bîne û wê çi bandorek li ser pêşketina doza Kurd hebe?

 

Yekîtiya netewî hemfikirbûn û yek helwestiyê pêşdixe. Tişta ku me dema derbasbûyî di hêla hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de dît siyaseta îmtîyaz dan (cudabûn, maf an jî şertekî taybet bidin yekî din) bû, ne siyaseteke nîştîmanperwerî bû. Siyaseteke bû ku îradeya gel esas nedigirt. Eger Yekıtıiya netewî pêk were, wê hemû hêzên siyasî yên Kurd neçarbin li ser pîvanên neteweyî û demokrasiyê îradeya gel esas bigire û derfetê nade kesê ku bi tena xwe li ser xaka Kurdistanê pêwendî li gel dagirkeran saz bike.

 

Fikrên Ocalan ta çi astek ji bo çareserkirina pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê girîng e?

 

İsrara Rêber Apo ya ji bo pêşxistina modela netewa demokratîk û israra wî ya li ser xeta Kurdê azad, sedema esasiye ku evçende zext li Rêber Apo têkirin. Ji ber ku Rêber Apo bi fikrê xwe û bi vê modela ku pêşxistiye, pêşî li şer û wêrankirinê digire. Ev fikir di çi aliyekî de pêşbikeve wê gel hêz jê bigire û bi îrade bibe.

 

Em dikarin bêjin Başur dikare sûd ji ezmûnên Rojava bigire?

 

 

Modeleke nû li Rojavayê Kurditanê pêşketiye. Li Rojavayê Kurdistanê gel biryarê di derbarê çarenûsa xwede dide. Bi vî awayî pirsgirêkên xwe çareser dike. Hem jî di hewayeke aşitiyane de bihevre jiyankirina gel pêşdikeve. Her wisa li wir pirsgirêk bi zêhniyeteke netewa demokratîk tê çareserkirin. Bihevre jiyankirina gelê Kurd û gelên din yên herêmê çêdibe. Em ji bo Başûr, Rojhilat û herêmê xeta netewa demokratîk pêşniyar dikin. Di vê siyasetê de rev û aş betalî (firotin) nîne. Gel bixwe parastina xwe dikin. Gelê Kurd wenda nekiriye, bi israre ku bigihije azadî û mafên xwe. Em weke PKK û gerîla bi israrin ku gelê xwe biparêzin û têkoşînê pêşdixin. Çi berpirsyariyek bikeve ser milê me em amadene ku pêk bînin. Em wisa yeqîn dikin ku îradeya gelê me heye ku vê rewşa heyî derbas bike.

 

Têgotin ku pîlaneke Tirkiyê heye ku bi hevkariya Iraqê êrişê PKK’ê bike. Hun wer difikirin ku Iraq tevlî vê pîlana êrişê bibe?

 

Eşkereye ku navenda van pîlanan Tirkiyeye. Rejîma faşîst ya Tirkiye dijminê herî mezin yê gelên herêmê ye. Dixwaze tevlîheviyekî li herêmê çêbike ku şerê Kurd û Ereb, Kurd û Fars pêşbixe û bi vî awayî jî dixwaze desthilatiya xwe biparêze. Li ser bingehek faşîst ya desthilatdar dixwaze xwe li ser piyan bigire. Hêvîdarin ku Iraq neyê lîstokeke wisa. PKK xeteke berxwedêr û çareserkirina pirsgirêkan esas digire. Ji lewma hêvîdarin ku ev dewletane neyên lîstokekî dewleta Tirk pêşdixe. Ya girîng ewe ku xeteke demokrasîxwaz li herêmê pêşketiye. Li hember her cûre êrişeke li dijî îradeya gel û hevpeymanên Kurd û li hember hemû hêzên demokrasîxwaz, ev hêza demokrasîxwaze ku gelê Kurd di navê de ye li berxwe dide û parastinê dike. Di têkoşîna demokrasiyê de xweparastinê esas digire. Eşkereye ku gelek nekare xwe biparêze, li ser bingeheke teslîmkarî were birêve birin, ew tişta ku li Kerkûk, Xaneqîn û Xurmatûyê pêk hat wê bi serê wan de jî were.

 

Berê niha demekî şêwirmendekî Xameniyê got, piştî girtina Dêrazorê artêşa Sûriye û çekdarên Hizbûllah, Reqa jî azad dikin. Hun ji bo vêya dikarin çi bêjin?

 

Diyare ku şêwirmendê Xameneyî agahiya xwe nîne ku Reqa bi destê destê keç û xortên Ereb, Kurd û zarokên gelên din yên Bakûrê Sûriyê hatiye rizgarkirin. Li Bakurê Sûriyê modeleke demorkatîk bi îradeya gelên Bakûrê Sûriyê pêşdikeve. Eşkereye ku ev daxuyaniyên wiha yên ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve tê dayîn ji bo çêkirina tevlîhevî û alozî derxistinê ye. Hêzên demokrasîxwaz yên li herêmê pêşî li digirin û nahêlin destdirêjî û dagirkeriyeke zêdetir di van herêman de pêk were ku bi îradeya gel rizgar bûye. Gel çawa li dijî DAIŞ’ê têkoşiyabe, dikare li dijî her cûre êrişek û hewldaneke dagikeriyê ya dewleta dagirker û faşîst a Tirk û Îran jî raweste. Bêguman wê tifaqa gelê Ereb û Kurd a li vê herêmê de li hember xwe bibînin.

 

Hûn pêkanîn rejîma Îranê ya li hember gelê Kurd çawa dinirxînin?

 

Îran dixwaze li herêmê sîstema Besîckirinê pêş bixe. Em vêya weke hewldaneke metirsîdar dest digirin. Di nava Îranê bixwe de gelek pirsgirêk heye. Pirsgirêkên nebûna azadî û edaletê heye. Vêca çawa şêwirmendê Xameneyî behsa azadkirina Reqa dike? Îran bi operasyonên dagirkerî û di sîstema hegemonîkxwaz de nikare berdewam bike.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin