Smiley face
sorani
Smiley face

Tevgera Azadî: Alikariya ji dest me were emê ji bo gelê xwe bikin

2017-11-14 21:07:23
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê diyar kir ku rêxistinên mafê mirov divê demek pêş a din destê alikariyê ji bo mexdûrên erdhejê dirêj bike û zextê li ser Îranê ku alikariya mexdûran bike û got; “Alikariya ji dest me were emê ji bo gelê xwe bikin.”


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN


Desteya Hevserokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê îşev li ser rewşa mexdûrên erdheja şeva 12/13’ê Mijdarê li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê rû dayî daxuyaniyek nivîskî belav kir.

 

Tevgera Azadî sersaxî ji bo tevahî malbat û xizmên qurbaniyên erdhejê yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwest û got; “Em şîfaya lezgîn ji bo birîndaran dixwazin. Xema xizmên qurbaniyên erdhejê parve dikin. Em bang li tavahî gelê xwe li herçar parçeyan, tevahî rêxistinên mafê mirov, tavahî welat, alî û hêzan, her wiha dost û hevalan dikin ku çi ji destê me tê em alîkariya gelê xwe yê bûne mexdûrê vê erdhejê, bikin.”

 

Tevgera Azadî wiha jî got; “Mixabin hejmara qurbaniya gihaye astek pir bilind. Gelek cih wêran bûne. Lê heya niha kes di hewara wan neçûye. Ev jî metirsiya zêdebûna hejmara qurbaniyan çêdike. Bêguman ji vê di rêza yekem de dewleta Îranê berpirse û cihê şermezariyê ye.”

 

Di dawiyê de jî Tevgera Azadî got; “Rêxistinên mafê mirov berpirsin ku demek pêş a din alikariya tevahî mexmûrên erdhejê bikin û zextan li ser Îranê ku alikariya welatiyên bûne mexdûrê erdhejê bikin.”

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin