Smiley face
sorani
Smiley face

‘Ji bo vegera rola rasteqîn a jinan divê pirtûkên Ocalan bên xwendin’

2017-11-15 08:50:53
Xwendekara zanîngehê Esma Hîwa ya ji Başûrê Kurdistanê diyar kir ku ji bo rola jinan di warê siyaset û civakê de dîsa vegere, gelekî girîng e li pey rêbazên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan biçin.


 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE

 

 

Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya li ser Jinê û tundiya timî Ii Başûrê Kurdistanê li hemberî jinan pêk tê ji ajansa me re axivîn.

 

Xwendekara zanîngehê Esma Hîwa têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê li Dijî Tundiya li ser Jinê û pirsgirêkên jinan wiha got; "Hişmendiya zilamsalarî li ser civakê serdest e. Her wiha li Başûrê Kurdistanê berdewamkirina tore, normên kevin, xweneguhertina civaka Başûr, hesabnekirina jinan ji bo tundiya li ser jinan sedem in."

 

 

Esma axaftina xwe wiha domand; "Ev tundiya li vir li ser jinan tê kirin, li gorî parçeyên din ên Kurdistanê, bi taybet Rojavayê Kurdistanê gelekî zêdetir e. Ji bo rizgarbûna ji van pirsgirêkan û vegera rola rasteqîn a jinan divê pirtûk û nivîsên Ocalan werin xwendin. Dema hatin xwendin wê derkeve holê çi azadî û rol ji bo azadiya jinan diyar kiriye. Ev yek sedemeke ku di navbera jin û mêr di hemû waran de wekhevî çêbibe."

 

Xwendekara Zanîngehê ya beşa cografya Sakar Cemal li ser tundiya li ser jinan wiha got; "Li Başûrê Kurdistanê tundiya li hemberî jinan heye. Sedema wê jî fikrandina mêr a li ser jinê ne bi tenduristî ye. Ji ber ku mêr her tim dixwazin jin di xizmeta wan de bin. Eger wiha nebin, ceza dikin. Ev hişmendî ji kevin ve hatiye û hîn berdewam dike."

 

 

Sakar diyar kir ku hejmarek zêde ya rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê hene, lê nikarin bibin xwedî rolek baş, di kêmkirina tundiya li dijî jinan de û got; "Ji ber ku piraniya van rêxistina girêdayî partî û hizbên siyasî ne, di bingeh de baweriya wan bi çareserkirina pirsgirêkên jinan nîne."

 

'Heya niha jî jin nikarin behsa azadiya xwe bikin'

 

 

Her wiha xwendekara zanîngehê Peyman Ebdulrehman jî li ser heman mijarê wiha axivî; "Heya niha jî jin nikarin behsa azadiya xwe bikin. Ji ber ji aliyê mêran ve nayên qebûlkirin. Lê nabe bêhêvî bin. Divê hewldan û guhertinan bikin. Nabe bi şermî daxwaza mafên xwe bikin. Her dema pêwîst bû divê em ji bo gavan bavêjin."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin