Smiley face
sorani
Smiley face

Îran rê nade alîkarî ji mexdûrên erdhejê re biçe

2017-11-15 11:01:14
Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxanê Aram Sayexan diyar kir ku bi ti awayî Îran rê nade di deriyê Perwêzxan re alîkarî ji bo mexmûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê re biçe.


 

 

HEWRÊ KIRÊKAR / KELAR

 

 

Piştî erdheja şeva 12'ê Mijdarê ku li ser xeta Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê pêk hat, bi hezaran kes bûn qurbanî û nêzî 12 hezar xanî li Kirmanşanê rûxiyan, li Başûrê Kurdistanê ciwanan ji bo mexdûrên Rojhilatê Kurdistanê dest bi kampanyaya alîkariyê kirin. Lê Berpirsê Ragihandin û Pêwendiyên Deriyê Sînor ê Perwêzxanê Aram Sayexan diyar kir ku bi ti awayî Îran rê nade di deriyê Perwêzxan re alîkarî ji bo mexmûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê re biçe.

 

Sayexan li ser mijarê ji ajansa me re wiha got; "Îran bi ti awayî razî nabe, li Deriyê Sînor ê Perwêzxan re alîkarî ji bo mexdûrên Rojhilatê Kurdistanê biçe, bi taybet ji bo Kirmanşan û Serpêl Zehaw."

 

 

Aram Sayexan axaftina xwe wiha domand; "Karmendên Îranê yên li Deriyê Sînor ê Perwêzxan diyar kirin, bi ti awayî alîkariyê wernagirin û gotin; 'Weke Îran pêwîstiya me bi alîkariya ti welatên din nîne, dema ku pêwîst bû em ê bi fermî daxwaz bikin. Îran bi xwe xwedî rêxistina alîkariyê ye.' Ji ber vê heya niha karmendên Îranê razî nebûne alîkariyê werbigirin."

 

Yek ji berpirsê kampanyaya alîkariyê Azad Osman têkildarî helwesta Îranê wiha got; "Li gorî ku me bihîstiye Îran rê nade alîkarî li deriyê sînor re derbas bibe. Lê herêma Germiyan cuda ye. Ji ber ku gelek xelkê li wir, li gel xelkê Kirmanşan, Serpêl Zehawa xizmên hev in. Lewma em di nava pêwendiyan de ne, da ku alîkariya hatiye komkirin bişînin Rojhilatê Kurdistanê."

 

 

(ab/rn)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin