Smiley face
sorani
Smiley face

'Berpirsê qurbaniyên li sînorên Herêma Kurdistanê hikûmet e'

2017-11-15 11:03:39
Parlamentera Tevgera Goran a Herêma Kurdistanê Munîre Osman got;" "Ev spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê kir, ji ber şandina hinek alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bû. Spasî lewaziya Herêma Kurdistanê ye û ne ji ber bihêzbûna xwe spas kir."


 

 

HEWKAR MISTEFA / HELEBCE


 

Bombebaranên dewleta Tirk ên li ser herêmên sînor ên Başûrê Kurdistanê didomin, 13'ê Mijdarê de gundê Bermîze yê Sîdekan bombebaran kir û ciwanekî di wê bombebaranê de jiyana xwe ji dest da. Duh jî heman cih ji aliyê balafirên Tirk ve hat bombebaran kirin. Lê li şûna hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşan şermezar bike, ji ber çend TIR alîkarî spasiya Tirkiyeyê kir.

 

Parlamentera Tevgera Goran a Herêma Kurdistanê Munîre Osman li ser mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got; "Mixabin, çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê çavkaniyên binerd yên Başûrê Kurdistanê firotiye Tirkiyeyê, asîmanê Herêma Kurdistanê jî firotiye Tirkiyeyê, ji ber ku çi dema Tirkiye dixwaze bi rêya balafiran êrîşî Başûrê Kurdistanê dike."

 

Osman diyar kir ku ji qurbaniyên li sînorên Herêma Kurdistanê yên ji ber êrîşên Tirkiyeyê çêdibin hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirs w û wiha axivî,"Ji ber heya niha jî nikare siyasetek rast bimeşîne. Dema ku polîsek Tirk tê kuştin hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî daxuyaniyan dide, lê rojane dewleta Tirk êrîşî gundên Başûrê Kurdistanê dike û welatiyan şehîd dike, lê qet helwestekê nîşan nade."

 

Parlamentera Tevgera Goran a Herêma Kurdistanê Munîre Osman bal kişand ser spasiya Herêma Kurdistanê ya pêşkêşî Tirkiyeyê kir û got; "Ev spasiya hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê kir, ji ber şandina hinek alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê bû. Spasî lewaziya Herêma Kurdistanê ye û ne ji ber bihêzbûna xwe spas kir."

 

(ab/rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin