Smiley face
sorani
Smiley face

Cenazeyê keçeke 14 salî li Raperîn hat dîtin

2017-11-15 11:18:29
Li bajaroka Jarewe yê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn cenazeyê keçeke 14 salî hat dîtîn.


 

 

ELÎ QADIR / SORAN

 

 

Li bajaroka Jarewe yê ser bi îdareya Raperîn îro danê sibehê li nava goristana Jarewa cenazeyê keçeke 14 salî bi kuştî hate dîtin. Hat diyarkirin ku cihê guleyên çekê li ser bedena wê ne.

 

Cîgirê Rêveberiya Nexweşxaneya Şehîdên Nû ya Qeladizê Osman Mihemed ji ajansa me re wiha got; "Îro di saet 09:00'an de cenazeyê keçeke bi navê Dîdar Hesen Wetman a 14 salî ya ji Jarewe li nava goristana Jarawe hate dîtin. Li ser bedena wê cihê guleyên çekê diyar in."

 

Osman Mihemed diyar kir ku li gorî birînên wê bi guleyên demançeyê hatiye kuştin û got ku sedema kuştina wê ne zelal e. Her wiha Mihemed ragihand ku ji bo lêkolînan cenaze şandin Tiba Eldî ya Silêmaniyê.

 

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Polîsên îdareya Raperîn Şoreş Îsmaîl ji wiha got; "Agahiya me ji bûyerê heye. Lê em ji li benda rapora Tiba Edlî ne. Me jî dest bi lêkolînê kiriye."

 

(rn)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin