Smiley face
sorani
Smiley face

Heyder Ebadî ji biryara rêveberiya Hewlêrê kêfxweş bû

2017-11-15 11:32:41
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî diyar kir ku ew biryara hikûmeta herêma Kurdistanê ku redkirina referandûmê qebûl dike, bi 'kêfxweşî' pêşwazî dike.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Hikûmeta Herêmê Kurdistanê duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û eşkere kiribû ku ew biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku referandûma 25'ê Îlonê red dike, qebûl dikin.

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li paytext Bexdayê civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ew vegera ji biryara xwe ya rêveberiya Hewlêrê 'bi kêfxweşî' pêşwazî dikin.

 

Ebadî got, "Ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazim ku ji bo bicihanîna destûra bingehîn û rêvebirina deriyên sînor alîkariyê bide me. Daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê erênî dibînim."

 

Ebadî diyar kir ku hikûmeta Bexdayê wê mûçeyên karmendên li Herêma Kurdistanê bide.

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî dabû xuyakirin ku eger mûçeyên karmendan bê dayin wê gelek tiştan teslîm bikin.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin