Smiley face
sorani
Smiley face

Zana Rostayî: Kurd ji pêvajoya siyasî ya Iraqê venakişîn

2017-12-25 14:55:50
Parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê Zana Rosteyî diyar kir ku komên partiyên Ereban bi îsrar in ku bûdceya Herêma Kurdistanê kêm bikin û diyar kir ku wê li ser mijara bûdceyê  Kurd ji pêvajoya siyasî ya Iraqê venekişîn.


 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR


Parlamenterê Komeleya Îslamiya Kurdistanê yê Iraqê Zana Rosteyî, têkildarî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, mijara bûdceya Iraqê, para Herêma Kurdistanê, veqetandina bûdceya ji bo pêşmergeyan û çend mijarên din pirsên ajansa me bersivandin.

 

Ji bo bûdceya Herêma Kurdistanê were zêdekirin û bigihe ji sedê 17 çi rê hene?

 

Qonaxa asayî ya pêşniyarqanûna bûdceyê derbas bûye. Ev ji qonaxa hikûmetê ye, pêwîst bû di dema guftûgoyan de hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam di nava têkiliyan de bûye, pêwîst bû bi rêya şêwirmendê Wezîrê Darayî yên Iraqê û wezîran re beşdarî pêvajoya bûdceyê bibiya.  Herdu jî Kurdin. Lê mixabin, ji ber semsariya aliyên Kurd (Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)) projeya têkildarî bûdceyê de hate amade kirin, bê ku beşdar bibin."

 

 

'Ji bo zêdekirina bûdceya Herêma Kurdistanê hêvî nîne'

 

Ji ber çi Herêma Kurdistanê hewldan nekir û niha çareserî çiye?

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewldanekî cidî nekir, bi tiştên din ve mijûl bû. Niha pêşniyarqanûn hatine li parlamentoyê, hinek mekanîzmeyên parlamentoyê di destê me de hene û em nikarin hemû tiştî bikin. Dibe ku bikarin boykot bikin, yan jî rêjeya yasayî têk bidin, yan jî li gel kotleyên siyasî bicivîn û nêrînên xwe bi wan re parve bikin. Her wiha li gel aliyên navneteweyî jî bicivîn, ji bo alîkariya me bikin. Lê hêvî nîne êdî bûdceya Herêma Kurdistanê weke ji sedê 17 were dayîn. Ji ber ku ew dibêjin, di dema ev rêje ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyar kirin, bi aweyekî dadperwerî çênebûye. Dibêjin ku li 15 parêzgehên Iraqê li gorî formên xurekê bûdce ji bo tê diyar kirin. Ji ber çi ya Herêma Kurdistanê ne li gorî formên xurekê be û ne li gorî lihevkirinên siyasî be? Ji ber vê yekê li gorî wan berevajiya dadweriyê bû û dixwazin rast bikin.

 

Hûn li gel kîjan komên di parlamentoyê de rûniştine û gelo ji bo pêşniyarqanûn were red kirin we li hev kiriye?

 

Weke koma Komeleya Îslamiya Kurdistanê me serdana hemû komên partiyên di nava parlamentoya Iraqê de kiriye. Lê, soz nedane me. Ji ber ku li gorî wan divê tenê yek pîvan ji bo tevahiya Iraqê hebe. Ew jî serjimariya Wezareta Plandanînê ya Iraqê ye. Li gorî wê serjimariyê, Herêma Kurdistanê ji sedê 13 derbas nake. Serjimariya Herêma Kurdistanê pêvajoyekî aloze. Dema zêdetir ji bo pêwîste, ji bo bûdceya Iraqê li gorî wê were dayîn.

 

'Li gorî Ereban ji bo Herêma Kurdistanê ji sedê 17 zêde ye'

 

 

Ger hemû komên partiyan li ser ne dadperweriya pêşniyarqanûnê hemfikirin, çima li parlamentoyê nehate pejirandin û dîsan şandin Desteya Wezîrên Iraqê ?

 

Dibe ku nêrînên komên partiyan ji hev cuda bin, li ser bûdceyê, lê li ser rêjeya Kurdan nêrînekî cuda nîne. Li gorî hemû Ereban, rêjeya ji sedê 17 ji bo Herêma Kurdistanê zêdeye. Dibe ku ew jî li ser bûdceya parêzgehan weke me hemfikirin bin. Weke mînak, li gorî pêkhateyên Sunne, di projeya bûdceyê de neheqî li wan hatiye kirin. Ji ber ku ti bûdce ji bo vegera koçberan û avakirina bajar û navçeyan ji ber şerê DAIŞ'ê wêran bûne  nehatiya veqetandin. Ji aliyê di ve Hevpeymana Niştîmanî ji bo Heşdî Şebî  daxwazê pereyê zêdetir dike. Bi giştî li gorî hemû komên Ereban rêjeya ji sedê 17 ji bo Kurdan zêdeye.

 

'Kurd ji pêvajoya siyasî ya Iraqê venakişîn'

 

Eger pêşniyarqanûn hate erê kirin, gelo wê Kurd li pêvajoya siyasî ya Iraqê de bimînin, yan jî wê vekişîn?

 

Wê Kurd ji pêvajoya siyasî ya Iraqê venekişîn, ez gotegotên ku wê Kurd vekişîn, nerast dibînim. Wê Kurd ji bo bûdceyê venekişin. Dibe ku hinek parlamenterên Kurd ev gotin kirî bin. Lê, komên Kurdan jî di nava xwe de ne yekin, li ser helwestekê. Raste dibêjin emê boykot bikin, eger pêşniyarqanûn hate erê kirin, lê nabe ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişîn.

 

Xelkê Herêma Kurdistanê li benda mûçeyane ku Bexda ji bo wan bişîne, gelo ji bo şandina mûçeyan hikûmeta Iraqê ti soz dane?

 

Heya niha hikûmeta Iraqê soz nedaye û ew mercên hene jî, li gel Bexda nayên guftûgo kirin, ji ber ku li gorî Bexda mercên wan destûrî ne. Lê li gorî Herêma Kurdistanê mercên wan zêde ne. Bexda dibêje, divê bê guftûgo balafirgehên Herêma Kurdistanê û deriyên sînor werin teslîm kirin. Petrol radestî Şîrketa SOMA were kirin. Her wiha dibêje ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya fermî de gotiye ku em girêdayî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ne ya têkildarî referandûmê.

 

Ji ber çi Bexda van mercên diavêje li pêşiya Herêma Kurdistanê?

 

Li vir Bexda xwe bi hêz dibîne, di rastiyê de jî bi hêze, ji ber ku di qada navneteweyî de xwedî piştgiriyekî mezine. Ebadî gelek caran dibêje, ez bi şandina mûçeyên karmenên Herêma Kurdistanê ve girêdayî me, lê nabêje ezê kengê û çawa bişînim. Li gorî min wê ev mijar bikeve piştî hilbijartinên parlamentoya Iraqê.

 

'Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gavên cidî neavêt'

 

* Weke parlamenterekê heya niha ji bo danûstandin di navbera Hewlêr û Bexda de çê bibin we hewldan kiriye? Wê kî beşdarî şandeya Herêma Kurdistanê bibe?

 

Em daxwaz dikin ku ev şandeya vê carê biçe li Bexda, şandeyekî rasteqîn bê û ne weke şandekî partiyekê yan jî du partiyan be. Divê bi taybet nûnertiya Kurdan bike û ligel şandeya parlamentoyê û hikûmetê hevbeş be. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo vê mijarê gavên cidî neavêtiye. Ji bo vê mijarê li gel partiyên din zelal bike. Eger hikûmet serdana Bexda bike û hejmarek biryarên cidî di warê reforman, dosyayên gendelî û têkildarî pereyên niha yên neqanûnî de nede, wê tenê pînekirin be û divê li wir çareser bike.

 

'Iraq zêdeyî sed milyar dolar deyndare'

 

Hikûmeta Iraqê çiqas deyndare?

 

 Hikûmeta Iraqê zêdeyî sed milyon dolar deyndare, lê deynê Iraqê, deynê welata ne, deynê wê ji yê Herêma Kurdistanê cudatire. Ji berr ku Herêma Kurdistanê ji welatin wernegirtiye. Ji çand bankan girtiye. Ji ber vê yekê rêjeya faîzê zêdeye.

 

'Tê gotin ku wê ji sedê 20 mûçeyên karmendan kêm bike'

 

Gelo wê hikîmeta Iraqê ji ber krîza aborî neçar bibe mûçeyên karmendan kêm bike?

 

Belê niha zextekî mezin li ser Iraqê heye, bi taybet ji aliyê IMF'ê ve, divê mesrefê kêm bike. Mesrefa herî zêde diçe mûçeyan. Ji ber ku li Iraqê zêdeyî 4 milyon û nîv mûçegir hene. Li gorî standartên navneteweyî ev hêjmar gelek zêdeye. Dibe ku ev hejmar nerasteqîn be. Weke Herêma Kurdistanê be. Gelek kesên kar nakin û mûçe werbigirin hebin. Niha tê gotin ku wê li ser daxwaza IMF'ê ji sedê 20 mûçeyên karmendan kêm bikin.

 

Di pêşniyarqanûna bûdceya sala 2018'an de ji bo pêşmergeyan çend hatiye veqetandin?

 

Ji bo pêşmergeyeh hejmarek nehatiye diyar kirin. Tenê hatiye gotin ku,  li gorî rêjeya niştecihbûnê bûdce ji bo pêşmergeyan û hêzên Iraqê were veqetandin. Ji bo hejmarek pîvan hatine danîn. Weke hêzên Iraqê tên hesabkirin. Wê li gorî hejmare niştecihbûnê mûçeyên pêşmergeyan were dayîn, hejmara wan weke 50 hezar kes hatiye diyar kirin. Lê niha hikûmeta Herêma Kurdistanê xwedî 200 hezar pêşmergeye. Lê hikûmeta Iraqê nikare mûçeyên hemûyan bide.

 

Ji bo Heşdî Şebî?

 

Ji bo hêzên Heşdî Şebî pereyek zêde hatiye veqetandin. Zêdeyî yek trîlyon dînare. Hê Heşdî Şebî daxwaza pereyê zêdetir dike. Li gorî van ev pere gelek kême. Weke hêzên din ên Iraqê daxwaza mûçeyan dikin.

 

Gelo rêya di navbera, Kerkûk- Hewlêr-Mexmûr-Hewlêrê de kê Iraqê girtiye yan hikûmeta Herêma Kurdistanê?

 

Ev rê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatine girtin. Nîşaneya nama hemû cureyên peywendiyên li gel Iraqê ye. Ev yek nîşaneyekî xirabe, gelek bandorî li ser li hev nêzîkbûna Hewlêr û Bexda kiriye. Girtina rêyan gelek pirsgirêk ji welatiyan re çêkir, bi taybet ji koçberan re. Berpirsê westana xelkê Kerkûk û Mexmûr hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Lê ji ber berjewendiyên çend şîrketên hizbî rêya di navbera Hewlêr û Mûsilê de vekiriye."

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin