Smiley face
sorani
Smiley face

Nivîskar Herdî: Bi vê hişmendiya heyî çareserî pêk nayê

2017-12-30 11:58:22
Nivîskar û rewşenbîr Rêbîn Herdî ragihand ku rêveberiya Herêma Kurdistanê bi vê hişmendiya heyî nikare çareseriyê pêşbixe û her wiha got: “Pirsgirêka herî mezin ya Başûrê Kurdistanê PDK ye. Em di nava pencên PDK’ê de dinalin. Heya sedemên nerazîbûnan ji holê ranebin, zû yan dereng wê her timî xwepêşandan pêk werin.”


 

 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ


 

Nivîskar û rewşenbîr Rêbîn Herdî di hevpeyvînek taybet li gel ajansa me de  bûyer û pêşketinên sala 2017’an, nakokiyên di navbera aliyên siyasî, krîza aborî, girtina parlamentoya herêma Kurdistanê, azadiya rojnamegerî, bandora wefata Newşîrwan Mistefa û Celal Talebanî li ser siyaseta Başûr û bandora rola perspektîf û fikrên Ocalan di qada siyasî ya Kurdistanê de nirxand.

 

Em hatin dawiya sala 2017’an. Bi dîtina ew ev sal ji bo herêma Kurdistanê çawa derbas bû?

 

Sala 2017’an tije krîz bû. Hem krîzên navxweyî hem jî krîzên bi welatên derve re mora xwe li salê da. Her wiha krîzên aborî jî yek ji mijareke di nava salê de derket pêş. Hejmara hejaran her diçe zêde dibe. Hêza hikûmetê ya dayîna ji çaran yekê mûçeyan nemaye. Sala mezinbûna  pirsgirêka  di navbera aliyên siyasî de ye. Hikûmet bi awayek têkçûyî karê xwe bi rêve dibe.

 

Çima di mijara krîzên navxweyî de bêdengî heye û çareserkirinek pêşnakeve?

 

Em di destê hêzeke bi navê PDK’ê de di nalin ku ew hêz di nav têkçûnek mezin de ye. Amade ye ku serî li hemû rêyên derve de bide lê ne amade ye ku li  gel hêzên navxweyî nîqaş bike. Xwe weke hêza herî mezin ya herêma Kurdistanê dibîne. Lê di parlamentoya Herêma Kurdistanê de tenê xwediyê 36  kursiyane. Ev hêz tenê parçeyek kêm ya civaka Kurde. Heya nikare dengê pêwîst ji bo ava kirina hikûmetê bi dest bixe.

 

Hun dibêjin, ev tiştên ku PDK dike, ew bixwe dike an bidestê hinek hêzan bi wan didin kirin?

 

PDK bixwe tevlîheviyek dijî. Di dema destgirtina serokatiya parlamentoya Herêmê de li parlamentoya Kurdistanê, hemû partiyan bi hevre projeyek  amade kir. Tenê PDK li dijî derket. Ango têkiliya van tevlîheviyên ku PDK dijî bi piştgiriyeke derve re nîne.

 

Pirsgirêkên ku Herêma Kurdistanê bi derve re dijî çine?

 

Bêyku zemîneke siyasî, aborî, dîplomatîk ji referandûmê re amade bikin, biryara lidar xistina referandûmê dan û ev jî bû pirsgirêk. Ji ber wê jî piraniya xaka Herêma Kurdistanê ji dest da. Me wan herêmane jî ji dest da ku beriya şerê DAIŞ’ê di destê me de bûn. Hemû dinya li dijî lidarxistina referandûmê bûn, lê hate lidar xistin. Berpirsyartiya destpêkê û dawî ya lidar xistina referandûmê dikeve ser milê Barzanî axa. Ji ber ku ew zêdetir li ser lidar xistina referandûmê bi israrbûn. Eger bi ser biketibaya, serkeftina wê jî dê ji bo wan baya. Ji ber wê jî divê şikestin jî ji bo wan be.

 

Yek jî bûyerên sala 2017’an  ku berdewam kirî,  topbaran û bombardumana  sînorên Herêma Kurdistanê ya ji aliyê Tirkiyê ve ye. Li gorî te çima li pêşiya Tirkiye û Îran nayê girtin ku serweriya xaka Herêma Kurdistanê binpê dike?

 

Hêza Hikûmeta Herêmê nîne ku li pêşiya Tirkiye û Îranê bigre. Heta hikûmeta Herêmê nikare li pêşiya Iraqê jî bigire, ji ber pir lewaze. Em hemû dizanin ku hêrêm  di hêla leşkerî de ne xwedî wê hêzê ye. Lê dikare nîqaş bike, dikare navendên dîplomasiyên cîhanî pê bi hesîne. Dikarin şerê sar û nerm bike. Lê mixabin vêya nakin, çav lê digirin û hinek caran jî alîkariya wan jî dikin.  

 

Çima serî lê rêbazên ku tu qala wan dikî nadin?

 

 

Ji ber ku ew wisan di fikirin ku wê bi vî awayî bikarin dostaniya  Îran û Tirkiye bi dest bixin. Di dema referandûmê de derket ku ev dostanî dostaniyek bê bingehe. Yekem dewletên ku piştgirî nedan,  Îran û Tirkiye bû. Li ser wê qumar dikin ku eger dijbertiya her hêzek Kurd li dijî Îranê  û Tirkiye bikin, wê ew du welat li ser her pêşketinekê li hember herêmê raweste û herêmê bi parêze. Referandûm derxist ku, ev hemû derewek mezine.  Dijminatiya Îran û Tirkiyê ya li hember Kurdan stratejîke.

 

Yek jî bûyerên herî diyar yê sala 2017’an xwepêşandanên 18 û 19’ê Kanûnê ne. Hun peyama van xwepêşandanan çawa dibînin? Çima yekser mûdexeleya xwepêşandanan kirin?

 

Ji ber xwepêşandan di carekî de pêk hat û êrîşkirina ser hinek baregehan çêbû, ji lewma li hember vê jî bertekeke zû pêşket. Îhtîmal hebû ku li Silêmaniyê jî heman bûyer rû bidin.

 

Hikûmet di rewşek wisan de ye ku nikare ji çaran yekê mûçe jî bide. Birçîbûn bûye  gefek rasteqîne ji bo gelê herêmê. Ji ber wê gel bêzare ji lewma dadikevin kolanan û li benda hêviyekê ne. Xwepêşandan mafeke. Li hemû cihekê mafê welatiyan heye ku xwepêşandan bike.  Em di rewşeke wisan de ne ku gel dixwaze rabe ser piyan. Lê, amûrên ku pê rabe li gel nîne.

 

Desthilat bi mûdexelekirineke hişk û şîdetê dikare gel bêdeng bike?

 

Bi rastî bi vê rêyê hewld didin tirsek mezin çêbikin. Lê bi vî awayî nerazîbûn bi dawî nabin. Di fikirin ku bi vî awayî nerazîbûnan bi dawî bikin. Lê ev desthilata me  ji wê fêm nakin. Wisan di fikirin ku wê wisan berdewam bikin. Bi vî awayî dikare ji bo demekê gel belav dike, lê ne dure ku mehek, çend mehek yan salek din gel dîsa serî hilbide. Ji ber ku sedemên nerazîbûnan ji holê ranebûne.

 

Girtin, kuştin û tengavkirina rojnamegeran jî yek ji pirsgirêkeke cidî ya salê bû. Çima rêveberiya Herêma Kurdistanê dest ji van pêkanînên xwe bernade?

 

Ev jî rastiyeke desthilata herêmê ya Kurdiye ku li kuderê bixwazin rojnamegerekî dikujin yanjî bêzar dikin. Di êrîş kirina ser azadiya çapemeniya azad de dîrokek reş ya van hêzane heye. Di van demên dawî de hinek televizyon û malper girtin. Berî niha herêm di vî alî de derbasê raporên HRW’ê bûn û niha em di nava welatên binpê kirin û bêdeng kirina azadiya xwe îfade kirinê de di rêzên pêş de ne.

 

Di sala 2017’an de Kurdan du pêşengên xwe yên weke Newşîrwan Mistefa û Celal Talebanî ji dest dan, wefata her du kesayetan bandoreke çawa li siyaseta Başûr  û partiyên wan kir?

 

Winda kirina her du pêşengan bandoreke mezin li herêmê kir. Girêdayî YNK’ê jî em dibînin ku piştî wefata Mam Celal YNK di çi rewşê de ye. Ketiye nav parçebûnek mezin de. Rêjeyek zêde ya gel wisan di fikirin ku  ev rewşa Ranya û rewşa leşkerî têkiliya xwe bi valatiya di nava YNK’ê de heye. YNK piştî Mam Celal di nava nakokiyek kur de ye. Mam Celal di demê xwe de hem dikarî li hember van nakokiyan raweste hem jî dikarî biryar bide. Di heman demê de winda kirina Newşîrwan Mistefa jî bandorek xwe ya mezin hebû. Dema ku Newşîrwan Mistefa çû, pêwîstiya Goran û Tevgerên muxalefet pê hebûn. Di liv û tevgerên nava civakê de û hevsengî kirina di navbera wan de xwedî bandorek mezin bû. Heya bandora wî li ser hêzên YNK û PDK’ê jî hebû. Nebûna wî bandoreke mezin li ser Tevgera Goran çêkir. Xwedî pêşbîniyeke siyasî ya baş bû.

 

Di sala 2017’an de ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gelek hewldan hate dayîn. Li gorî we wê azadiyaa Ocalan çi bandoreke xwe ji bo herêmê hebe?

 

PKK’ê tevî girtina Ocalan jî îspat kiriye ku dikare li ser piyan bimîne û gel jî li derdora xwe kom bike. Ev tişteke pir xweşe. Bêguman azad bûna Ocalan  wê bandorekî xwe ya mezin hebe. Bi taybet ji bo Bakurê Kurdistanê. Bi azad kirina Ocalan wênbandora wî zêdetir bibe. Lê ji ber di girtîgehê de jî dixebite, wisa kiriye kiriye valatiyeke cidî di qada siyasî de rû nede.

 

Li gorî we wê di sala 2018’an de jî krîz berdewam bikin?

 

Li gorî min wê ev hişmendiya siyasî ya heyî berdewam bike. Ji niha ve dibêjin ku ê mûçeyan nedin. Em di kaosek kur ya aborî de dijîn. Deynek mezin danîne ser Herêma Kurdistanê ku nizamin wê çawa ji bin derkevin. Dahatek mezin ji dest dan. Bi vê hişmendiyê wê nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Yekem derî ji bo Kurdan ewe ku li gel Bexda li hev bikin. Bi vê hişmendiyê bawer nakim ku li gel Bexda jî li hev bikin.

 

(rn/bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin