Smiley face
sorani
Smiley face

Kesayetên navdar yên cîhanê ji bo Efrînê ketin tevgerê

2018-01-20 10:18:23
Li dijî dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ên li seranserê cîhanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi kampanyayeke navneteweyî ya îmzeyan kirin.



 


NAVENDA NÛÇEYAN

 

Di metna îmzeyê de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya û Îranê tê xwestin, ku nehêlin Tirkiye serweriya Sûriyeyê binpê bike û destûr bê dayin ku gelê Efrînê di nava aştiyê de bijîn. Her wiha tê xwestin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk were girtin.

 

‘Herêma herî bi ewle ya Sûriyê ye’

 

Di metna kampanyayê de hat ragihandin, nifûsa Efrînê bi giranî ji Kurdan pêk tê û yek ji herêmên herî bi ewle ya Sûriyeyê ye. Hat gotin, nifûsa herêmê 5 salên dawî bi du qatan zêde bû û gihîşt 400 hezarî. Di metna îmzeyê de hat ragihandin ku Efrîn niha ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin û ev dijmin jî komên cîhadperest ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin, El Qaîde û Tirkiye ye.

 

‘YPG herêman ji çeteyan paqij dike û pêşî li meclîsên demokratîk vedike’

 

Her wiha bal hate kişandin ser gefên êrîşê yên Serokkomarê Tirk li YPG'ê dixwe, ku YPG yek ji partnerên leşkerî yên DYA ye di şerê dijî DAÎŞ'ê. Di metnê de hat destnîşankirin ku YPG li cihên ji çeteyan rizgar kiriye, pêşî li avabûna meclîsên demokratîk, sivîl vekiriye. Hat gotin, YPG tenê Kurdan û gelên din ên li nava Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diparêze û hat bibîrxistin ku Tirkiyeyê hêzeke mezin a leşkerî li ser sînorê Efrînê bi cih kiriye.

 

‘Bi hezaran sivîl dibin xeteriyê de ne’

 

Rewşenbîran dan xuyakirin ku Erdogan dixwaze kantona Efrînê ya aram û aştiyane tine bike û diyar kirin ku êrîşeke gengaz wê jiyana bi hezaran sivîl û penaberên xwe li vir girtine bixe nava rewşeke xetere. Hat destnîşankirin ku Tirkiye tenê bi destûra Rûsya, Îran û Sûriyeyê û bi bêdengiay DYA dikare êrîşeke wiha bike.

 

‘Piştgiriya ji bo Kurdan berprisyariyeke exlaqî ye’

 

Di metnê de hat bibîrxistin, gelê Kurd ji bo cîhanê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bike, bi hezaran ewlad û keçên xwe li nava refên YPG û YPJ'ê ji dest daye û hat gotin, "Berpirsyariya exlaqî ya civaka navneteweyî û DYA ye ku niha li pişt gelê Kurd bisekinin."

 

Di metna bangaziyê de ji rayedarên DYA û Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê, pêşî li Tirkiyeyê bigirin ku nekeve nava Sûriyeyê, êrîşî Sûriyeyê neke û aramiya li Efrînê misoger bikin.

 

Navê çend kesayetên tevlî kampanyayê bûne jî wiha ye; Li gel zanyar û ramanger Noam Chomsky, ji zanîngehên cuda Mîchael Walzer, Karîane Westrheîm, Charlotte Bûnch, Todd Gîtlîn, Davîd Graeber, Nadje Al-Alî, Davîd Harvey, Mîchael Hardt, Marîna Sîtrîn, Davîd L. Phîllîps û Ann Snîtow jî hene.

 

Çend ji nivîskar, rojnamevan û hunermendên mohra xwe danîne binê kampanyayê ev in: Bîll Fletcher, Joey Lawrence, Meredîth Tax û Debbî Bookchîn.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin