Smiley face
sorani
Smiley face

Hêzên PDK’ê li Dihokê êrîşê çalakiya ji bo Efrînê kir-Hat Nûkirin

2018-01-22 17:41:53
Asayişa PDK’ê li bajarê Dihokê êrîşê çalakiya piştgiriyê ya ji bo Efrînê kir û 8 endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê ku girtibû binçavan, li ser israra çalakvanan serbest berdan.


 

 

ROJNEWS / DIHOK

 

Biryar bû îro bi pêşengiya Tevgera Azadî û rêxsitinên Civaka Sivîl ya Dihokê çalakiyeke piştgirî ji bo berxwedana Efrînê were lidar xistin û kiryarên hovane yên dewleta Tirk ku li Efrînê pêk tîne şermezar bikin. îro di saet 15:30'an de  girseyeke zêde ya gel li parka Azadî ya Dihokê kom bûn. Lê polîs û hêzên taybet yên ser bi PDK'ê sewqê cihê çalakiyê hate kirin û bi bahaneya ku destûr ne hatiye dayîn êrîşê çalakvanan kirin û ne hiştîn daxuyanî were dayîn. Di encama êrîşê de 8 endamên Tevgera Azadî hatin binçav kirin. Lê li ser israra girseyê piştî demekî kurt serbest hatin berdan. 

 

 

Ji bo ser van êrîşên xwe bigirin jî dest danîn ser telefonên çalakvanan û nehiştin ragihandin jî çalakiyê bişopîne. 

Girseya gel bi gotina dirûşmeyan nerazîbûn nîşana hêzên PDK'ê dan û bi vî awayî dawî li çalakiya xwe anîn.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin