Smiley face
sorani
Smiley face

Qeyrana darayî weke sedema zêdebûna sûcan tê dîtin

2018-01-25 11:20:18
Par bîlançoya qezayên trafîkê, kuştin, xwekuştin û sûcan bi rêyek berçav zêde bûye. Aliyên peywendîdar û derûnînas jî sedema vê qeyrana darayî û siyasî nîşan didin.


 

 

DANA OMER/ SILÊMANÎ

 

Dawiya hemû salan rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bîlançoya çalakî, kar û bûyerên wê salê eşkere dike. Li gorî bîlançoya sala 2017’ê qezayên trafîkê û ji hev cûdabûn li gor sala 2016’ê zêde bûne. Li gor bîlançoyek a ajansa me di 24 rojên destpêka 2018’ê de 27 bûyerên kuştin, xwekuştin li Başûrê Kurdistanê çêbûne.

 

Li gor gotina berdevkê polîsê Silêmanî Serkewt Ehmed di 2018’ê de li sînorê bajarê Silêmanî bûyerên kuştinê çênebûne. Belê 4 bûyerên xwekuştinê çêbûne. Hinek bûyerên dizîkirin hebûn û çend şebekeyên diziyê hatine binçavkirin.

 

 

Der barê sedema zêdebûna sûcan de Serkewt Ehmed ev jî got; “Sedema zêdebûan sûcan jî qeyrana darayî, nebûna mûçe û bê pereyî ye.”

 

Têkildarî zêdebûna bîlançoya qezayên trafîkê jî berdevkê polîsê trafîkê yê Silêmanî Karwan Mihemed got; “Sedema sereke leza zêde ye. Belê rêyên xerab, nebûna trafîk, xet û îşaretên pêwîst sedemek din a qezayane.”

 

Karwan Mihemed got; “Ji ber rêyên yek xet û çênekirina rêyên nû  sedemek din a qezayên trafîkê ye. Ev jî ji ber nebûna bûdceya pêwîst e. Zêdekirina cezayê sûcên trafîkê nekariye rewşa trafîkê baştir bike.”

 

 

Li ser sedema zêdebûna van bîlançoyan jî şêwirmendê derûnî Teha Hisên wiha got; “Sedema sereke ya vê rewşê bi giştî ku li Herêma Kurdistanê derketiye holê, bi taybetî qeyrana darayî û siyasî ye. Rewşa aborî wisa kiriye ku ciwan li pêşeroja xwe bê hêvî bibin. Her wiha bûye sedema zêdebûna dinava malbat û bidawîbûna têkiliyan malbatî.”

 

Teha Hisên bal kişande ser metirsiyên derûnî û wiha got; “Hemû ew bûyerên xwekuştin û bûyerên din ku çêdibin, kesek dema fikira nikare debara jiyana xwe bike yan jî kirêya xaniyê xwe bide. Ji ber wê jî dibin zextek giran a derûnî de serî li xwekuştin an zererdayîna xwe û kesên derdûra xwe dide. Ew zexta derûnî ya li ser takekan bi asanî naçe. Ji ber ku takekes bawerî bi hikûmet û desthilatê nemaye.”

 

 

Li ser çareseriyê jî Teha Hisên got; “Çareseriya qeyrana darayî û siyasî bê kirin, çareseriya din jî ewe ku takekes li gor rewşê hevsengî çêbikene. Ji bo wê jî divê çareseriya rewşa giştî bê kirin ku ew jî qeyrana darayî û siyasî ye.”

 

(sk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin