Smiley face
sorani
Smiley face

Berxwedana Efrîn mora xwe li merasîma karne girtinê da

2018-01-25 12:07:21
Zarokên wargeha Penaberan a Mexmûrê ku bi zimanê dayîkî perwerdeyê dibînin îro, bi merasîmekî karne dayînê ket betlaneya nîvê salê. Peyamên piştgirî dayîna Berxwedana Serdemê ya Efrîn mora xwe li merasîma karne girtinê da.



 

 

MEXMÛR/ROJNEWS

 

Îro dibistanên Wargeha Penaberan a Mexmûrê di saet 08:30’ê sibehê de bi merasîma dayîna karneyên xwendekaran kete betlaneya nîvê salê. Xwendekarên dibistanên Seretayî, Navîn û Amedeyî yên wargehê îro bi kêfxweşî karneyên xwe bi merasîmekî girtin.  

 

 

Merasîma karne dayînê li dibistana Amedeyî ya Şehîd Koçerîn pêk hat û bi Sirûda Netewî ‘Ey Raqîp’ destpê kir.

 

 

Li ser navê rêveberiya dibistana Amedeyî Xelîl Bîlen pîrozbahiyê li xwendekaran kir û di xebatên mamosteyan de jî serkeftinê xwest û diyar kir ku ked û hewldana wan di şexsê xwendekaran de encam digire.

 

 

Di merasîmê de şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê jî hatin bîranîn û bi navê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Mexmûrê Hûseyîn Kara jî axivî û got:  “ Beriya ku em dest bi axaftina xwe bikin, hemû Şehîdên Efrînê bi bîr tinîn û bejna xwe li ber wan ditewînin. Her wiha ji bo birîndaran jî şifaya lezgîn dixwazin.”

 

 

Kara ji ber ked û hewldana hemû saziyên wargeha penaberan a Mexmûrê ya ji bo pêşxistin û berdewam kirina perwerdeyê spasiya Meclîs, hemû sazî û dezgehên Mexmûr ê û rêveberiya dibistanan kir û got: “Di pêvajoyeke wer hesas de heyama 4 mehan a perwerdê bi awayeke serkeftî bi encam kirin.”

 

Kara di berdewama axaftina xwede xîtabê xwendekaran jî kir û wiha axivî: “Xwendevanên hêja wekî ku mamostayên we jî ji were timî dibêjin, avakirina kesayet bi taybet ji bo me civaka Kurd pir giringe. Pêwîste em girîngî bidin perwerdê. Rêber Apo ji ber girîngî dayîna perwerdeyê gelê Kurd aniye vê astê. Ger îro dewleta Dagirker ya faşîst û hevkarên xwe yên îxanetkar êrîşî bajarek biçûk yê Kurdan dike û bi sernakeve eve bingehê xwe ji perwerdeya Rêber Apo û xeta şehîdan digre. Em dibînin ku manewiyata dewleta faşîst a Tirk pir ketiye. Niha nizanin wê çawa ji Efrîn derkevin û niha însiyatîfa şer di destê şervanên me YPG-YPJ’ê û gelê Efrîn de ye.

 

Kara bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “ Xwendevanên hêja em wek Meclîsa Gel a wargehê di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazin û spasiya rêveberiya dibistanê jî dikin ku di pêvajoyek wiha hesas de bi serkeftî perwerdeyê temam kir û em serkeftinê ji we xwendekaran jî re dixwazin. Herî dawî dibêjin, serkeftin a meye rûreşî û têkçûn ya dewleta Tirk a faşîst e.”

 

Piştî axftina Hevserokê Meclîsa gel xwendenanên dibistanê belgeyên xwe yên Yekemîntiyê  û qarneyên xwe girtin. Wê dibistan di 15’ê Sibata 2018’an de dest bi perwerdeya xwe bike.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin