Smiley face
sorani
Smiley face

Ji parlementerên jin yên Başûr pêşniyarqanûna kota

2018-02-12 14:31:31
Parlementerên jin yên parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo kotaya jin di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bibe sedî 30 pêşniyarqanûnek amade kirin û daxwaz dikin ku nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî bidin vê pêşniyarqanûna wan.


 

 

 

QERECOX ENWER / HEWLÊR

 

 

Îro parlementera ji koma partiya PDK li Parlementoya Herêma Kurdistanê Amîne Zîkrî li gel komek parlementerên jin li salona parlementoya herêmê ji bo kotaya jin daxuyaniyeke çapemeniyê lidar xistin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Amîne Zikrî axivî û got: “Me ji bo jin sedî 30 di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih bigire, pêşniyarqanûnek amade kiriye. Em ê vê  pêşniyarqanûnê pêşkêşe komîsyonên parlementoyê û bi taybet jî komîsyona qanûn bikin. Armanca me ji vê pêşniyar qanûnê ewe ku rêjeya jinan di hemû dezgehên hikûmî de mîna ya parlementoyê bibe sedî 30’ye.”

 

Amîne diyar kir ku ji bo vê pêşniyarqanûnê 23 parlementer îmze kirine û daxwaz ji hemû nûnerên partiyên siyasî yên nava parlementoyê de jî kir ku dema ev pêşniyar çû parlementoyê piştgiriyê bidinê.”

 

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ev pêşniyarqanûn di dema civîna jinên rêveber û berpirsyar yên partiyên Başûr ku li Hewlêrê pêk hat de, hate amade kirin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin