Smiley face
sorani
Smiley face

Daxwaza boykotkirina rêzefilmên Tirkî hate kirin

2018-02-13 12:40:58
Ji bo boykotkirina rêzefilmên Tirkî li ser qenalên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê, daxwaznameyek hate dayîna Wezareta Rewşenbîrî.


 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Gruba yekgirtina tenduristkarên nerazî îro serdana rêveberiya Rewşenbîriya Silêmaniyê kirin û ji bo boykotkirina rêzefilmên Tirkî daxwaznameyek pêşkêş kirin.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê Gurba yekgirtina tenduristkarên nerazî daxwazname xwend û wiha hate gotin; “Weke helwestek li hemberî dijminkariya rejîma Tirk û weke erkekî pêwîst bû hemû berhemên Tirkî bihatane boykotkirin.

 

Daxwaz dikin ku berhemên hunerî yên Tirk weke film û rêzefilman ku di qenalên Herêma Kurdistanê de bûne sedema têkdana nirxên netewî, çandî, olî û exlaqê civakê, bêne boykotkirin.”

 

Piştre rêveberê Giştî yê Rewşenbîrî û Lawanî Silêmanî Babekir Direyî daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Me daxwazname girtiye û emê bibine wezaretê. Emê hewl bidin ku her karek ne li gor pîvanên civaka me be, rê nedin bê belavkirin.”

 

(sk)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin