Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo piştgiriya Efrînê li Pênciwên kon hate vedan

2018-02-13 14:55:09
Li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê ji bo piştgiriya berxwedana gelê Efrînê kon hate vedan.


 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

Îro li nav bazara navçeya Pênciwên a girêdayî Silêmaniyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi armanca piştgiriya bi Efrînê re kon vedan û wê çalakiya wan du rojan dewam bike.

 

Li ser armanca vedana kon endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Kajaw Sedîq ji ajansa me re wiha axivî; “Weke dilsoziya bi berxwedana Efrîn û Rojavayê Kurdistanê re, me jî pêwîst dît weke gelek navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê, em jî li navçeya Pênciwên kon vedin.”

 

 

Kajaw Sedîq wiha jî got; “Li gel hewaya ser û barîna barê jî, hejmarek zêde ya welatî, çîn û pêkhateyên cûda sedana kon dikin û piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê nîşan didin. Emê du rojên din jî li vir bin. Welatî, çîn û pêkhateyên cûda dikarin bên serdana me bikin û ger bi vî şêwey jî be piştgiriya xwe ya ji bo gelê Efrînê bînin ziman.”

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin