Smiley face
sorani
Smiley face

Li wargeha penaberan barhilgirek şewitî

2018-02-13 17:08:14
Li Wargeha Penaberan a Yehyawa a li herêma Leylanî ya Kerkûkê dema ku koçberan tiştên xwe bar dikirin, ji bo vegerin li ser warên xwe agir girte barhilgirekê.


 

 

 

HEWKAR STAR / KERKÛK


 

Li Wargeha Penaberan a Yehyawa a li herêma Leylanî ya Kerkûkê îro dema ku koçberan tiştên xwe bar dikirin ji bo vegerin li ser warên xwe agir girte wesayîtekî barhilgir. Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hate vemirandin.

 

Hate ragihandin ku sedemê şewatê sopeya neftê bû.

 

Ji ber şewatê tiştên koçberan ên di nava barhilgirê de şewitîn, lê tiştek bi kesekê nehat.

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin