Smiley face
sorani
Smiley face

 Li Çemçemal ji bo piştgiriya Efrînê kon hate vedan

2018-02-13 17:59:40
Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê kon hate vedan. Her wiha wê di kon de ji bo Efrînê alîkarî ji were komkirin.


 

 

 

AŞTÎ EHMED / ÇEMÇEMAL


 

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê li ber avahiya Serokatiya Zanîngeha Çermo ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji aliyê Meclîsa Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya Herêma Kerkûkê û Rêxistina Jinên Azad ên  Kurdistanê (RJAK) ve konê piştgiriyê hate vedan. Her wiha wê di kon de ji bo piştgirya gelê Efrînê alîkarî ji were komkirin.

 

Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê ya herêma Kerkûkê Hacî Hisên têkildarî çalakiya kon vedanê ji ajansa me re wiha got; "Wê çalakiya me du rojan berdewam bike. Wê di roja yekem a çalakiya me de semînerek li ser komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Abdullah Ocalan pêk hatî were dayîn. Her wiha wê di roja duyem de jî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê semînerek were dayîn."

 

 

 

Hacî Hisên axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Li kon de emê alîkariya weke pere, şîrê zarokan, xurek, cil û berg û pêwîstiyên din ên jiyanê ji bo hevkariya Efrînê kom bikin. Em bang li welatiyên Çemçemal dikin ku piştgiriyê bidin kampanya me ya komkirina alîkariya ji bo Efrînê. Emê pişt re alîkariyê bigihînin Efrînê."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin