Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Başûr û Rojhilat piştgirî dan berxwedana Rojava

2018-02-15 10:08:36
Jinên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê piştgirî dan berxwedana gelê Kurd li Efrîn û Rojavayê Kurdistanê û gotin ku pêwîste gelê Kurd bi yekgirtinê bersiv bide dagirkeran.


 

 

 

HAWKAR KIRÊKAR-BOTAN GERMIYANÎ/ GERMIYAN

 

Berxwedana gelê Efrînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyê di roja 27’an de didome. Jinên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi vê boneyê ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrîn û Rojavayê Kurdistanê anîn ziman.

 

Bêrîtan Ciwanro ku ji herêma Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got; “Armanca êrîşên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê tinekirina gelê Kurd e. Weke ku komploya 15’ê Sibatê ji bo qutkirina dengê gelê Kurd pêkanîn. Belê wê ti ji wan sernekevin.”

 

 

Ciwanro bal kişande ser rolê jinan di berxwedana Rojava de û got; “Em dibînin di berxwedana Rojava de jin rolek giring dilîzin. Bûne şanaziya me jinan. Ji bo ev şanazî dewam bike û li hemberî dijminan serbikevin, divê em di nava xwe de yekgirtî bin.”

 

Jina binavê Amîne Qadir ku ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye, li ser êrîşên dewleta Tirk dijî Efrînê got; “Ew êrîşên ne mirovane yên Tirkiya faşîst dike ser Efrîn û Rojavayê Kurdistanê, cihê şermezariyê ye. Ji ber ku rojane kesên sivîl jin, zarok  dibin qurbanî.”

 

 

Amîne Qadir wiha jî got; “Weke çewan em dibînin niha li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd bi yekgirtin dijî dagirkeriya Tirk rawestaye û nahêle qet pêşde bê, biheman şêwey divê sûd ji vê yekgirtînê bigirin. Li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê kar li ser bê kirin.”

 

Hevseroka encûmena herêma Germiyan a Tevgera Azadî Yusra Receb jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Ew êrîşên li ser Rojava tên kirin, şerê du sîstemî ye. Sîstemek neteweperestî ye ku ji yek netewe, yek bawerî, yek ziman, yek çand û alê pêk tê ye. Li hemberî wê jî sîstema neteweya demokratîk e ku hemû cûdahî, pir rengî digire nava xwe. Bawerî bi wekheviya rêgezî heye.”

 

 

Yusra Receb ev jî got; “Divê jin li Başûrê Kurdistanê weke jinan li Rojavayê Kurdistanê, li hemberî ew hişmendiya nijatperest a dijî modela jiyana bi hev re û tinekirina cûdahiyan derbikevin. Her wiha ji bo avakirina civakek demokratîk a weke modela Rojava kar bikin. Ji ber ku yekane sîsteme ji bo azadiya tevahî jinan li cîhanê.”

 

Her wiha endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li Germiyan Mihabad Fayeq jî got; “Ew êrîşa niha li Rojava dijî gelê Kurd pêk tê, qurbanê yekem ê têde jin û zarokin. Divê êdî jin li hemberî ew tundûtûjiya li hemberî me çêdibe bêdeng nebin. Bi taybetî li Başûr divê jin yek helwest bin. Yekîtî çêbikin.”

 

 

Mihabad Fayeq axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ew pêşengiya jinan a li Rojava heye bê guman em pê serbilindin. Divê em jî weke jinên Rojava li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a faşîst dike ser gelê me, rola pêşengiyê bilîzin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin