Smiley face
sorani
Smiley face

Komploya 15'ê Sibatê li Hewlêrê hate şermezarkirin

2018-02-15 18:02:46
Li bajarê Hewlêr bi dirûşmên ‘Bê Serok Jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi sedan kes ber bi konsolosxaneya Tirkiyê ya li Hewlêr ve ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê meşiyan û li ber konsolosxaneya Tirk daxwaza azadiya Ocalan kirin.


 

 

 

QEREÇÛX ENWER / HEWLÊR

 

Bi armanca şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li bajarê Hewlêr bi tevlîbûna sedan kesan meşek pêk hat. Kurdistanên herçar parçeyên Kurdistanê beşdarî meşê bûn. Li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê daxwaza azadiya Ocalan kirin û axaftin hatin kirin. Her wiha di meşê de dirûşmeyên weke, Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’, 'Faşîst Erdogan' û 'Terorîst Erdogan' berz kirin.

 

Li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê, Endama Amadekar a Çalakiyê Kejal Mihemed axivî û got; "Divê dewleta Tirk vê yekê bizane ku Ocalan li girtîgehê bûye dibistana Kurdayetiyê û berxwedanê. Wê qet planên dijmin û dagirkeran bi sernekevin. Lewma ez daxwaz dikin ku demildest Ocalan bê berdan. Li ber bingehê aştiyê çareserî pêk were. Berevajî wê gelê Kurd bêdeng nebe li hemberî tecrîda li ser Ocalan."

 

Pişt re Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Gulşen axivî û wiha destnîşan kir; "Dewlata Tirk wisan bawer dikir ku wê bi dîlgirtina Rêber Apo xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd bi dawî bibe û xewin û xeyalên wê pêk werin. Lê niha tevî Ocalan girtiye jî bi sed hezaran kes bi fikrên Ocalan dest bi xebatê kirine. Divê dewleta Tirk dest bi komkujî û êrîşên li ser Efrînê bîne. Êdî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê mafê mirovan binpê neke."

 

Her wiha li ser navê Eniya Piştgiriya Efrînê Hewrê Kurdî jî wiha got; "Ocalan li girtîgehê piştgiriya berxwedana gelê Kurd dike. Şervanan jî îspat kir ku ti hêz nikare Kurdan bike di bin destê xwe de. Li Başûrê Kurdistanê û bi taybet li Hewlêrê bi yek dengî em dibêjin, azadî ji Ocalan re. Em careke din piştgiriya xwe ya bi Efrînê re dubare dikin."

 

Herî dawî peyama Xwedekarên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî yên li zanîngehên Hewlêrê dixwîn hate xwendin û di peyamê de tecrîsa li ser Ocalan hate şermezar kirin û daxwaza azadiya Ocalan hate kirin û wiha hate gotin; "Heya Ocalan azad nebe, emê çalakiyên xwe berdewam bikin. Pêwîste herçar parçeyên Kurdistanê bi yek deng serî hilde, da ku êdî dijmin planên dagirkeriyê nedane."

 

 

 

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin