Smiley face
sorani
Smiley face

Jinên Başûr: Em şanazî bi berxwedana Efrînê dikin

2018-02-16 11:41:34
Jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku berxwedana gelê Efrînê pir bi nirxe û gotin ku ew şanazî bi berxwedana gelê Efrîn û şervanan dikin.


 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ/ HELEBCE

 

Berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk di roja 28’an de didome. Jinên çalakvan ên Başûrê Kurdistanê bi vê wesîleyê ku ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku ew şanazî bi berxwedana gelê Efrînê dikin.

 

Endama tora hevbeş a rêxistinên civaka medenî Mehabad Şêx Heme Emîn diyar kir ku ew şanazî bi berxwedana gelê Efrînê, şervan û gerîla dike û wiha pêde çû; “Em bi berxwedana jinan ku bûne sembola me hemû jinan, serbilindin. Em bi rêya rêxistinên jinan hewldan ji bo rêxistin û pêşketina jinên Başûr didin. Ji bo di aliyê çekdarî de bêne qada xebat û parastinê li xak û gelê xwe bikin.”

 

 

Mehabad Şêx Heme Emîn wiha jî got; “Mixabin çavê hemû cîhanê tenê li ser bûyerane. Ti helwesta wan li ser ew êrîş û hewldanê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrînê nîne. Divê Em Kurd bi rêya kongreya netewî mafên xwe bi dest bixin û bi parêzin. Li dijî êrîşên dagirkeran û welatên dijmin têkoşîn bikin û xaka Kurdistanê bi parêzin.”

 

Çalakvanek din a endama Rêxistina Kêmendamên Helebce Niyan Ezîz jî li ser berxwedana gelê Efrînê wiha axivî; “Tifaq û lidar xistina kongreya netewî yekane rêya çareseriya civaka me ye ji bo sekna li dijî êrîş û dagirkeriyan. Em dibînin gelê Efrînê li wî parçeyê Kurdistanê bi lehengî û berxwedana dîrokî li hemberî êrîşên dewleta Tirk rawestaye. Piştî derbasbûna çar hefteyan li ser van êrîşa, nehiştiye bûstek xaka Efrînê jî bikeve destê êrîşkaran.”

 

 

Di dawiyê de jî Niyaz Ezîz got; “Çavê me li ser serkeftina gelê Efrînê ye. Em di wê baweriyê de ne jî serkeftin her ji bo îrade û berxwedana gel, gerîla û şervana ye. Em jî bi hemû şêweyek amadene hemû cûre alîkariya madî û manewî bidin. Ji Helebce heya Efrînê em amadene her cûre alikarî bişînin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin