Smiley face
sorani
Smiley face

Konsolosiya Tirkiyê mûdexeleya her tiştê Başûr dike

2018-02-18 12:25:37
Di demeke ku tevahiya Kurd û gelên herêmê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê derdikevin û piştgiriya xwe nîşan didin de li Başûrê Kurdistanê jî her roj çalakiyên ji bo Efrînê tên lidar xistin. Lê belê li hemberî van çalakiyên ku her roj zêdetir dibin konsolosxaneya Tirkiyeyê zextê li ser rêveberî û partiyên Başûr dike ku çalakiyan asteng bikin. Ev jî rê li ber pirsa, ‘Çi mafê konsolosiyê heye’ vedike.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Bi êrîşên dagirkeriyê yên ser Efrînê re zextên Tirkiyê yên ser Başûrê Kurdistanê jî zêde bûne. Bi taybetî piştî êrîşên ser Efrînê Hikûmeta AKP’ê bi rêya konsolosiya xwe ya Hewlêrê zextê li ser rêveberî û partiyên Başûr dike ku li dijî êrîşên dagirkeriyê dernekevin û pêşî li xwepêşandanan bigirin.

 

Beriya êrîşen Efrînê destpê bike hişyarî da

 

Li gorî agahiyên ku me ji hin çavkaniyêntaybet wergirtine, beriya êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê, konsolosxaneya Tirkiyê ya li Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî ji bo Efrînê çênebe û çalakiyên muhtemel bên kirin were asteng kirin serdana gelek partiyên Başûrê Kurdistanê kiriye û ji wan re gotiye ku divê dema êrîş ser Efrînê destpê kirin piştgiriyê nedin Efrînê û destûrê nedin ti çalakî werin lidar xistin.

 

Mûdexeleya biryarên parlementoyê kirin

 

Piştî ku êrîşên ser Efrînê di 20’ê Çileyê de destpê kir û berxwedaneke mezin pêşket, gelê Başurê Kurdistanê li her derê çalakiyên piştgiriyê lidar xistin û ti hêzek jî nekarî pêşî li vêya bigire. Li ser daxwaz û zexta zêde ya gelê Başûr û hinek partiyan parlementoya Herêma Kurdistanê di 30’ê Çileyê de civiya û helwesta parlementoya Başûr ya Efrînê eşkere kir. Di daxuyaniya ku hatibû dayîn de êrîşên dewleta Tirk yên ser Efrînê şermezar kir û bang li civaka navnetewî jî hate kirin ku êrîşan bidin sekinandin. Her wiha ji hikûmetê re jî pêşniyar kirin ku demildest deriyê sînor yê pêşxabûr ya dikeve navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ji bo hatin û çûyînê û şandina her cûre alikariyan were vekirin. Her wiha li dijî dagirkeriyê jî banga lidar xistina kongreya netewî ya Kurd hatibû kirin.

 

 

Hem li gorî agahiyên me ji çavkaniyên taybet girtine hem jî li gorî agahiyên ku parlementerê YNK’ê Salar Mehmûd bi ragihandinê re parve kiriye, piştî van biryarên parlementoyê konsolosxaneya Tirkiyê serdana parlementoyê kiriye û nerazîbûn nîşana van biryarên wan daye.

 

Salar Mehmûd di daxuyaniya çapemeniyê de wiha gotibû: “Piştî parlamento helwesta xwe eşkere kir, şandek a konsolosxaneya dewleta Tirk hate parlamentoyê û nerazîbûna dewleta xwe ya li hemberî biryara parlamentoyê nîşanda da.”

 

 

Li ser vê yekê jî parlementoyê ji konsolosxaneya Tirkiyê re gotibû, eger ew helwesteke wisa negirin wê gel dijî wan rabin û ew mecbûrin hewlesteke bi vî awayî eşkere bikin.

 

Mûdexeleya meşa ciwanan kirin

 

 

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo beşdarî berxwedana Efrînê bibin di 31’ê Çileyê de meşeke dirêj a ji Silêmanî heya Efrînê dan destpê kirin. Meşa ciwanan heya Koyê derbas kir bê pirsgirêk bi pêş ve çû û li her derê jî li rastê eleqe û piştgiriyeke mezin hat. Lê, 2’ê Sibatê di nûqteya kontrolê ya Bêgala ku dikeve navbera bajarê Hewlêrê û Koyê de hatin astengkirin. Li gorî agahiyên ku me bidest xistine ev asteng kirin û êrîşa çekdarî ya li ser meşa ciwanan jî bi fermana konsolosxaneya Tirkiyê pêk hatiye. Weke tê zanîn di êrîşa hêzên asayişê de 3 ciwan bi gule û bi giştî jî 10 ciwan bi şêweyên cûda birîndar bûbûn.

 

 

Şandeyek ji parlementoyê çû Efrînê

 

Li ser daxwaza zêde ya gelê Başûrê Kurdistanê Şandeyek ji parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê derbasê Rojavayê Kurdistanê bibin. Lê, di deriyê Pêşxabûr de parlementerê YNK’ê û endamê şandeyê Salar Mehmûd bi bahaneyên cûda hate asteng kirin û ne hiştin derbasê Rojavayê Kurdistanê bibe.

 

Li gorî agahiyên ku me dîsa di vê der barê de bidest xistine konsolosxaneya Tirkiye dîsa nerazîbûn nîşana şandina şandeyek ji bo Efrîn daye. Çûyîna şandeya parlementeran ji bo Başûr di medya Tirk de jî bû rojev û bû sedema nerazîbûna dewleta Tirk a dagirker.

 

Li Behdînan qedexeya çalakiyên Efrînê

 

Li Dihokê jî semînera ji bo 15’ê Sibat û Efrînê bi fermana asayişê hate asteng kirin û asayişê jî ji endamên Tevgera Azadî ku semînerê rêxistin kiribûn re gotibûn; “ Hemû çalakiyên ji bo Efrîn û Ocalan qedexeye. Me ji vê fermanê ji jorê xwe girtiye.” Li Dêralok jî çalakî hatibû asteng kirin lê, tevî vê yekê jî gel bi daxuyaniyekî piştgirî da bûn Efrînê.

 

 

(bz)

 

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin