Smiley face
sorani
Smiley face

‘Dewletên qala mirovahiyê dikin ji bo Efrînê bêdengin’

2018-02-18 13:01:42
Ciwanên bajarê Silêmanî diyar kirin ku êrîşên li ser Efrînê dijî pîvanên mirovahiyê ne û gotin ku ew dewletên qala mirovahiyê dikin, ji bo Efrînê bêdengin.


 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ/ SILÊMANÎ

 

Berxwedana Efrînê ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk mehek temam kir. Ciwanên bajarê Silêmanî ku ji ajansa me re axivîn, piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gelê Efrînê anîn ziman û nerazîbûn nîşa bêdengiya li hemberî êrîşên li ser Efrînê dan.

 

Yek ji ciwanên Êzidî bi navê Nayîf Sebrî wiha dest bi axaftina xwe kir; “Mixabin di dema buhrî de DAIŞ’ê êrîşê me kir, mal û jiyana me dagir kir. Bûne sedema penaberbûna gel. Wê demê gotin DAIŞ ne dewletek Mûslimane. Belê niha li Efrînê bi navê Îslamê êrîşê ser sivîlan tê kirin.”

 

 

Nayîf Sebrî wiha jî peyîvî; “Ev hemû bi hev dû re girêdayîne. Şermezariye ji bo dewletên piştgiriya gelê me nakin. Di demek ku qala mirovahiyê dikin de lê li hemberî Efrînê bêdengin. Kîjan mirovahî? Çavên xwe li hemberî bê dadperiyê girtine.”

 

Jina ciwan a Zerdeştî binavê Cîvan Horên jî li ser êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê wiha got; “Êrîşên li ser Efrînê ji mirovatiyê dûrin. Bêdengiya dewleta li hemberî wêrankariyên dewleta Tirk jî xemgîniyek dine. Ji dervey jiyana xwe ji dest dana welatiyan, heya cihên olî jî tên rûxandin.”

 

 

Cîvan Horên dawiya axaftina xwe de ev jî anî ziman; “Parastina şervanan pir bi nirxe. Bi şêweyek bi rûmet û şerefmendane parastina xak û neteweya xwe dikin. Bi taybetî kesayeta Şehîd Avesta ku ti carî namire.”

 

Her wiha mamosta Kojîn Şarbajêrî jî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got; “Ev êrîş ne rewane. Ji ber ku sivîl tên qetilkirin. Her wiha dibine serdema wêrankariya herêmê.”

 

 

Kojîn Şarbajêrî axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Bêdengiya dewleta li hemberî van êrîşan ji ber berjewendiyên wane. Diyare ku destê wan di jenosidan de heye. Yên qala mirovatiyê dikin, ji bo Efrînê bêdengin.”

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin