Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo Efrînê kampanyek komkirina alîkariyê hate destpêkirin

2018-02-18 14:24:21
Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Doktorên Derûnî Sînornenas ji bo komkirina pêwîstiyên weke derman û şîr ji bo Efrînê kampanyeyek komkirina alikariyê destpê kir.


 

 

 

SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Îro li avahiya Rêxistina Heyva Sor a Kurd li bajarê Silêmaniyê ji bo Efrînê kampanyeyek a komkirina alikariyê hate destpêkirin. Biryare kampanya heya pêwîstiya kantona Efrînê bi alikariyê heye berdewam bike.

 

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li ser armanca destpêkirina kampanyayê de hate dayîn, berpirsê Heyva Sor a Kurd li Herêma Kurdistanê Azad Omer axivî û wiha got; “Dewleta Tirk êrîşên ne mirovane dike ser Efrînê. Ji ber vê jî gelek jin, zarok û sivîl birîndar bûne. Ji bo wê jî Efrînê pêwîstî bi alikariyê heye. Em jî bi rêya vê kampanyayê alikariya doktor, derman, şîr kom dikin û ji welatiyan jî daxwaz dikin ku alikariya me bikin.”

 

 

Pştre yek ji parlamenterên di nava şanda parlamentoyê ya çûyî Efrînê de Şêrko Heme Emîn jî wiha axivî; “Tişta dewleta Tirk Efrînê dike ji hemû pîvanên mirov û yasayên navnetewî dûre. Êrîşê kesên sivîl dike. Her wiha jêderên avê, nexweşxane, dibistan û cihên dîrokî bombebaran dike.”

 

 

Şêrko Heme Emîn diyar kir ku pêwîstiya Efrînê bi hemû cûrên alikariyê heye, ji welatiyên Herêma Kurdistanê daxwaz kir alikarî û pêwîstiyan ji bo Efrînê kom bikin, tevlî kampanya Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Doktorên Derûnî Sînornenas bibin.

 

Kampanya li navenda Heyva Sora Kurd a li Taxa Aştî ya bajarê Silêmaniyê li pêşberî Dibistana Bilind alikariyan werdigire. Her wiha her welatiyê bixwaze dderman, pêwîstiyên pijîşkî û şîrê zarokan bigehîne destê endamên kampanyayê, dikare bi rêya reqemên telefonê yên li ser pankartên kampanyayê dikare peywendî bi wan re çêbike.

 

 

(sk)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin