Smiley face
sorani
Smiley face

Dewleta Tirk Gaza klorê bikar anî

2018-02-18 14:32:41
Meclîsa Tendûristiyê ya Efrînê piştrast kir ku dewleta Tirk cûreyek ji çeka kîmyawî gaza klorê ya qedexe kirî bikar aniye.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Meclîsa Tendûristiyê ya Kantona Efrînê der barê bikar anîna gaza jehrî ku berê niha du rojan li gundê Erendê ya ser bi navçeya Şiyê ya Efrînê de hatibû bikaran anîn daxuyaniyeke çapemeniyê da û piştrast kir ku dewleta Tirk li gundê Erendê gaza klorê bikar aniye.

 

Di encama ew gaza klorê de 6 welatiyên sivîl birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyê.

 

Nûçeya çekên kîmyawî destpêkê di ajansa nûçeyan a ANHA’ê de derket û paşê ajansa fermî ya rejîma Sûriyê SANA’yê jî heman agahiyan parve kiribû û gotibû, ji ber gaza jehrî 6 welatî birîndar bûne.

 

Gaza klorê cûreyeke herî hovane ya çeka kîmyawiye. Gaza klorê kujere û mirov bi fetisandinê dikuje.

 

Li gorî Qanûnên Navnetewî, qanûnên mafê mirovan û bi taybet jî qanûnên şer her cûreyeke çekên kîmyawî bikar anîn qedexeye. Di vê rewşê de dewleta Tirk hem qanûnên sûce şer kiriye, hem qanûnên navnetewî û mafê mirovan binpê kiriye.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin