Smiley face
sorani
Smiley face

 Rêxistinên jinan ji bo piştgiriya Efrînê lihev civiyan

2018-02-18 18:40:05
Li Silêmaniyê gelek nûnerên rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ji bo hihêzkirina piştgiriya berxwedana Efrînê lihev civiyan.


 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

Li Hola Emne Soreke ya Silêmaniyê di saet 14:30'an de, gelek rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ji bo bihêzkirina mekanîzmeya piştgiriya berxwedana Efrînê lihev civiyan.

 

Civîna jinan bi deqeyek rêzgirina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre jî sînevîzyonek li ser berxwedana Rojavayê Kurdistanê hate pêşkêşkirin.

 

Di civînê de Serokê Enstîtûya Pêşxistina Demokrasiyê (Wid) Aştî Ebdullah axivî û got; "Armanca me ya sereke ya vê civînê piştgirîkirina jinên li Efrînê û li vir karkirina me ya ji bo piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê ye. Em berxwedana wan bilind dibînin."

 

 

 

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Asya Ebdullah bi rêya telefonê beşdarî civînê bû. Asya Ebdullah di serî de beşdarên civînê silav kir û wiha axivî; "Efrînê mehek berxwedana dîrokî derbas kir, êrîşên dewleta Tirk ji berdewamin. Gel jî bi berxwedanê li dijî êrîşan di rawestin. Ev berxwedan ji bo tevahiya gelên Kurdistanê hêzekî mezine û girînge, bi taybet ji bo jinan."

 

Asya Ebdullah axaftina xwe wiha domand; "Serkeftinekî mezine û berxwedana Efrînê çavkaniya xwe ji hêzên Rojavayê Kurdistanê yên şoreşê dimeşînin digire. Şer dikin û ji bo canê xwe ji bo parastina xaka xwe feda dikin. Ev şoreş ne tenê li dijî DAIŞ'ê ye yan dewletên NATO'yê ye, bersivekî bi hêze ji bo dijmina. Ruhê Avesta Xabûr nahêle qet dagirker pê li ser vê xakê bikin. Jinên Başûrê Kurdistanê jî dikarin piştgiriya berxwedana Efrînê bikin. Dikarin weke şandekê ji Başûrê Kurdistanê serdana Efrînê bikin, ji bo xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derkevin."

 

 

Her wiha di civînê de Hevseroka Kantona Cizîrê Hêva Erebo jî axivî û wiha destnîşan kir; "Mijara Efrînê bûye rojeva hemû cîhanê. Berxwedanekî mezin hatiye destpêkirin û heya niha ji berdewame, bi taybet di warê siyasî û leşkerî de jinên Kurd têkoşîna xwe ji cîhanê re îspat kiriye."

 

Di civînê de nêrînên jinan hate girtin û çend biryar hatin dayîn, wê demek nêz de biryarên hatine girtin werin eşkere kirin.

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin