Smiley face
sorani
Smiley face

Hesen: Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêz dide dijminan

2018-03-16 15:09:36
Hevserokê PYD: Berxwedana Efrînê bi awayeke raste rast bandorê li Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber vê divê hikûmeta Herêma Kurdistan alikariyeke baş bike û rê bide welatî biçin Efrînê û nerazîbûnên cidî nîşan bidin û alîkariya Efrînê bikin. Dikarin bi xwe jî alikarî bikin. Ger wiha nebe wê helwest tenê di asta hizbî de bimîne û bandoreke xwe ya mezin nebe. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêz dide dijminan. Herî kêm dikarin bi daxuyaniyek fermî komkujiya Efrînê nas bikin. Divê gelê me yê Başûr jî biherikin Efrînê.


 

 

 

DANA OMER-SORAN HISÊN/SILÊMANÎ

 

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen pirsên ajansa me ya derbarê şer û berxwedana li Efrînê pêşdikeve, sedemên bêdengiya hêzên navdewletî ya li hember êrîşên hovane yên li ser Kantona Efrînê de bersivand. Şahoz Hesen ji bo têkbirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta   Tirk ji tevahî gelê Kurd û hêzên demokrasîxwaz xwest ku qadan vale nekin û bênavber di çalakiyê de bin.

 

 

Hun rewşa Rojavayê Kurdistanê ya niha çawa dinirxînin?

 

Niha şerê herî giran li Efrînê diqewime. Eger em ev şerê li Efrînê rû dide pênase bikin, şereke tenê li dijî xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistan nîne, êrîş li dijî sîstema demokratîk ya Bakurê Sûriyê û giştî Kurdistanêye jî. Êrîş bi armanca qirkirina gelekî tê kirin.

 

‘Tirkiye sûd ji nakokiyên navdewletî digire’

 

Gelek hêzên navdewletî yên li Sûrî jî rola wan di di şerê li dijî Efrînê heye. Projeyeke demokratîk li Rojavayê Kurdistanê heye û pêşdikeve, hêza faşîst û bi taybet jî dewleta Tirk, van pêşketinan hezim nake û dixwaze têk bibe. Dewleta Tirk div î alî de sûd ji nakokiyên navbera hêzên navdewletî û bi taybet jî nakokiyên di navbera Rusya û Amerîkayê de werdigire. Berxwedaneke mezin ya gelê Efrînê û şervanên YPG-YPJ û QSD’ê heye. Tevî hovîtiya dewleta Tirk jî gelê Efrînê bi eşkereyî dibêjin, em dest ji xaka xwe bernadin.

 

Destpêkê Rûsya xwe li aliyê Kurdan dida nîşandan û îda dikir ku divê Kurd di hemû gûftûgoyên li Sûriyê de cih bigirin. Çibû sedem ku di helwesta Rûsya de guhertin çêbibe?

 

 

Di ragihandinê de raste Rûsya her digot, divê Kurd di civîn û danûstanande cih bigirin. Lê piştî civîna Astana û bi taybet jî DAIŞ ber bi tinebûnê ve çû, Rusya xwest dest deyne ser hemû cihan. Rûsya di vê mijarê de dît ku dikare sûd ji Tirkiyê bigire. Lê, projeya me ya Federasyona Demokratîk hebû û tişta ku Rûsya ji bo Kurdan difikirî ne federasyon bû. Digot, bila mafê Kurdan hebe lê, ti gaveke pratîkî ne di avêt û zêdetir piştgiriya rejîma Sûrî dike. Ji bo danûstandinan jî ti gavek pratîkî ne di avêt. Berovajiyê van daxuyaniyên xwe di aliyekî din de li gel dewleta Tirk danûstandin dikir û tifaqan çêdikir. Bi awayeke eşkere di rewşa Efrînê de ev derket holê. Ji bo civîna Soçî jî dixwestin em beşdar bibin û vexwandinname ji bo me jî şandin. Paşê vê vexwandinnameya xwe ji ragihandinê kişandin. Rûsya di dema tengavbûna dewleta Tirk û bê tehemûliya wan ya li hember îradeya demokratîk ya li hember Bakurê Sûriyê de, xwest ji vê yekê sûd werbigire û nakokiyekî bixe nava NATO’yê bixwe jî. Her wiha xwest li ser vêya siyasetekî bike.  

 

‘Eger Rûsya niha jî bixwaze dikare êrîşan bide sekinandin’

 

Eger niha jî Rûsya bixwaze weke aliyekî navdewletî bibe aliyekî çareseriyê dikare rolek bilîze ku ji destpêkê ve jî roleke xwe ya wiha hebû. Lê, piştî ku nêzî Tirkiye bû şûnde vê rola xwe ji dest da. Lê, eger dixwaze careke din vê rola xwe bidest bixe, divê dawî li ev çavgirtina xwe ya ji êrîşên Tirkiyê yên ser Efrînê re bîne û wer bike ku gelên herêmê û bi taybet jî gelê Efrînê bi azadî li ser xaka xwe bijîn. Di rewşa heyî de gelên herêmê şikestineke mezin li hember siyaseta Rûsya ya li herêmê dijîn. Yanî siyaseta Rûsya di nava gel de şikestiye. Ji bo vê jî dive Rûsya hewl bide vêya sererast bike.

 

Çi roleke rejîma Sûrî di mijara Efrînê de heye?

 

Li ser qadên hewayî lihevkirin di navbera Emerîka û Rûsya de heye û sînorên xwe diyar kirine. Di rewşa niha de Rûsya li gel Tirkiyê tifaqan çêdike. Bi taybet di mijara Îdlib, Cerablûs û hinek cihên din de Rûsya li gel Tirkiye tifaq kir. Ji bo vê jî ti roleke rejîmê di vê mijarê de nîne. Rejîm jî xwe bi temamî xistiye pişt Rûsya de û teslîmê siyaseta Rûsya bûye. Ne tenê di mijara Efrînê de di hemû mijaran de jî xwedî hêza biryarê nîne. Ji ber ew jî hebûna xwe û hêviya xwe bi Rûsya ve girêdaye. Rastiyek jî heye ku eger Rûsya û Îran neba rejîm wê di vê rewşê de neba. Hewldan hate dayîn ku rejîm di asta navnetewî de daxwaza parastina xaka xwe bike lê, hem weke agahî hem jî bi baweriya min Rûsya pêşî li vêya girt û nehişt gav biavêje.  

 

Weke têzanîn DYA û QSD hevpeymanên hevin. Çima DYA li hember van êrîşên ser Efrînê bêdeng e?

 

Ev rewşek nebaşe. Helwesta DYA kême û lewaz e. DYA bi rêyên siyasî û dîplomatîk dibêje, em hewld didin. Lê hewldanên wan ji bo wan cihên ku xwe lê bicih kirine ye. Ji bo Efrînê heya niha tiştek cidî nekirine. Hinceta wan ewe ku qada hewayî ya Efrînê di destê Rûsya de ye. Ji bo wê jî em dibêjin, DYA û koalîsyonê ti rolek nelîstin. Me got ku Tirkiye dixwaze DAIŞ’ê zindî bike û El Nusra re carek din bîne. Bi rastî jî wisa lê hat. Niha li Dêrezor şerê dijî DAIŞ’ê rawestaye. Ji bo wê jî divê hewldanên lezgîn bên kirin û dagirkeriya dewleta Tirk bi rêya yasayên navnetewî were rawestandin.

 

Wezareta Derve ya DYA nerazîbûna xwe ya li ser rawestandina operasyona Dêrezor nîşan da. Hun li ser vê çi dibêjin?

 

Ger DYA jê neraziye, wê demê pêwîste ji bo rawestandina êrîşên li ser Efrînê gav bavêje. Êrîş didomin. Em li Efrînê li ber xwe didin. Ev jî ne raste demek wiha de li cihek din em xwe bi DAIŞ’ê re mijûl bikin. Bi rastî jî ji bo DAIŞ’ê êrîşên li ser Efrînê bandorek mezin hebûye û wisa kiriye ku DAIŞ nefes bikişîne.

 

Gelo çima biryara agirbesta Neteweyên Yekbûyî li Efrînê nayê pêk anîn?

 

Agirbest ji bo hemû Sûriyeyê ye. lê, ne Rûsya, ne rejîm û ne jî Tirkiye vêya pêk nayêne. Di vê de Tirkiye ji Xuteyê sûd werdigire û Rûsya jî ji Efrînê. Di vir de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî. Welatî şehîd û birîndar dibin. Koçber dibin. Ev rewşek pir girane û sûcê navnetewî tê kirin. Ji bo wê jî divê Neteweyên Yekbûyî biryareke cidî bigire û kar li ser bike. Ne weke ya heya niha ku kes guh nade biryarên wan, bi taybetî jî dewleta Tirk.

 

Hun çalakiyên ji bo piştgiriya Efrînê çawa dinirxînin û ji bo parastina Efrînê çi pêwîste  bê kirin?

 

Gelê Kurd yekîtiya netewî çêkiriye. Bi berxwedanê ev pêk anîne. Lê divê gel çalakiyên mezintir lidar bixin û heya digihijin serkeftinê jî divê ranewestin. Pîlanên dewleta Tirk ne tenê li dijî Rojavayê Kurdistanê ye. Divê gelê Başûrê Kurdistanê vê baş bizane; ger dewleta Tirk bişkê, evê bibe serkeftina hemû Kurdistanê. Ger dewleta Tirk destkeftiyek biçûk jî bi dest bixe, wê ev jê re bibe hewldan û hinceta êrîşkirina li ser parçeyên din ên Kurdistanê û bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê. Divê tevlî berxwedana Efrînê bibin. Ger pêwîste be jî gelê Başûrê Kurdistanê bi hezaran berê xwe bidin Efrînê. Me dît ji kantonên din ên Rojava, ji Reqa û cihên din bi hezaran kes çûne Efrînê. Ev jî tiştek nû û tenê ji bo Efrînê hatiye kirin ku welatî biçin nava bajar û bêjin em jî tevlî berxwedanê dibin. Em dizanin ji bo vê zehmetî û nerehetî heye. Bes bi rastî hêz û îrade pir giringe.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdenge. Peyama we ya di vê derbarê de çiye?

 

Bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir xirabe. Ji ber ku hêz dide dijminan. Em bi bawerin û gelek aliyên Başûr jî dizanin şer û berxwedana Efrînê bandora xwe ya raste rast li ser Başûrê Kurdistanê heye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistan alikariyeke baş bike. Rê bide welatî biçin Efrînê û nerazîbûnên cidî nîşan bidin û alîkariya Efrînê bikin. Dikarin bi xwe jî alikarî bikin. Ger wiha nebe wê helwest bibine hizbî û bandoreke xwe ya mezin nebe. Herî kêm bi daxuyaniyek fermî komkujiya Efrînê binasin. Şandeya parlamentoyê hate Rojavayê Kurdistanê, geriyan û xebat kirin. Lê, heya niha parlamentoyê ti runiştinek taybet ji bo Efrînê nekiriye. Dibe ku sedema wê rewşa Başûrê Kurdistanê be. Lê, serkeftina Efrînê wê destê Kurdan bi hêz bike. Ji bo vê jî piştgiriya bi hêz dixwaze.

 

Şervan heya kengê dikarin berxwedana xwe berdewam bikin?

 

Biryara berxwedanê heya dawî ye. Ji sedê 100 divê ti kes ji vê guman neke. Rewşa Komkujî tên kirin. Êrîş pir giranin. Lê berxwedanekî pir mezin jî têde heye. Pêwîste hem gelê me û hem jî civaka navnetewî rê nedin komkujiyên zêdetir bên kirin û Efrînê bi tenê nehêlin.

 

Ji bo rewşa Kurdistanê bi giştî, Efrîn û Kerkûkê, gelo lidarxistina kongreya netewî wê roleke çawa di çareseriyê de bilîze?

 

Bêguman pir pêwîste. KNK’ê pir hewl daye. Dijmin dixwazin timî Kurdan qir bikin. Ji bo dijmin ji parçebûna me sûd wernegire divê em hewldanên xwe bikin yek. Ji bo wê jî dem dema wê ye em tifaqa xwe çêkin û van pîlanan vala pûç bikin. Di demeke wisa de lidarxistina kongreya netewî wê xwedî bandoreke mezin be.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin