Smiley face
sorani
Smiley face

RJAK: Em ê bi têkoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin

2018-04-03 14:32:52
RJAK: Di roja 4’ê Nîsanê de herkes darek biçîne û bila bibe bersivek tund ji bo dagirkeran. Dagirker her çendî dixwazin welatê me dagir bikin emê jî hertim ji bo avakirinê bi xebitin. Emê bi bilindkirina asta tekoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Rêxistina Jinên Azad ya Kurdistanê (RJAK) bi boneya rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

RJAK’ê di peyama xwede 4’ê Nîsanê weke destpêka jiyaneke nû ji bo mirovahî, jinan û gelê Kurd bi nav dike.

 

RJAK’ê diyar kir ku dijminên gelê Kurd ji fikrê Ocalan ditirsin û wiha pêde çû: “Hêzên desthilatdar yên cîhanê ji fikrê Rêber Apo ditirsin. Ji bo vî fikrê nû tune bikin jî îro şereke dijwar dane destpêkirin. Nimûneya vê ya herî berbiçav Rojavayê Kurdistan û Efrîne ku mohra xwe li dîrokê daye.”

 

Herî dawî RJAK’ê bang li hemû jinan kir û got: “Divê jin xwedî li fikir û ramanên Abdulah Ocalan derbikevin, ku ev 19 sale berxwedanê dike û ji bo azadiya gelê Kurd jî tu carî dest ji dozê ber ne daye. Di roja 4’ê Nîsanê de herkes darek biçîne û bila bibe bersivek tund ji bo dagirkeran. Dagirker her çendî dixwazin welatê me dagir bikin emê jî hertim ji bo avakirinê bi xebitin. Emê bi bilindkirina asta tekoşînê dîwarên Îmraliyê hilweşînin.

 

(îk/bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin