Smiley face
sorani
Smiley face

Ji bo cejna Êzidiyan banga tevlîbûnê

2018-04-17 09:24:37
Yek ji cejnên herî pîroz ku tê wateya roja çêbûna gerdûnê ya baweriya Êzidayetiyê ‘Çarşema Serê Nîsanê’ bi gotineke din ‘Çarşema Sor’ wê îsal bi awayeke girseyî û coş, bi tevlîbûna beşên din yên Kurdistanê were pîroz kirin. Şengalî banga tevlîbûna cejnê dikin.


 

 

 

NEDÎMA ŞEMO / ŞENGAL

 

 

Şengal ku her sal cejna ‘Çarşema Serê Nîsanê’ pîroz dike û di baweriya Êzidiyan de weke roja afirandin yanjî çêbûna gerdûnê tê qebûl kirin wê îsal bi awayeke hîn girseyîtir pîroz bike. Ji bo vê jî di serî de gelê Êzidî yê derveyî Şengalê, gelê Rojava û wargeha Mexmûr jî hatiye vexwendin.

 

Îsal amadekariyeke berfireh ji bo cejnê hatiye kirin û Êzidî hewl didin li gel gelê Kurd yên ji baweriyên din vê cejnê û kêfxweşiyê pîroz bikin. Alîkarê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Qehtan Xelîl ku di heman demê de di Komîteya Amadekar a Cejnê de cih digire diyar kir ku xebatên wan yên ji bo cejnê berdewam dike. Qehtan Xelîl diyar kir ku wê cejna ‘Çarşema Serê Nîsanê’ li Serdeşta Çiyayê Şengalê pêk were.

 

 

Xelîl di dewama axaftina xwede diyar kir ku wan ji derveyî gelê Êzidî gelê Rojava û Mexmûrê ku di sala 2014’an de bi gelê Êzidî re bûne alîkar jî vexwandine cejnê.

 

Têkilidarî ahenga cejnê jî Qehtan diyar kir wê Koma Kevana Zêrîn, Koma Şanoyê ya Çand û Hunerê, Koma Çiyayê Şengalê, stranbêjên ji Şengalê û ji derveyî Şengalê beşdar bibin.

 

Alîkarê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Qehtan Xelîl bang li tevahî gelê Êzidî kir sibe berê xwe bidin Şengalê û bihevre û bi riheke yekgirtî cejna xwe pîroz bikin.

 

 (bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin