Smiley face
sorani
Smiley face

Di qezayekî de dayîkek û 2 keçên xwe mirin

2018-04-19 10:51:23
Li ser rêya di navbera Derbendîxan Warmawa Pîkabek û wesayîteke barhilgir li hev qelibîn. Di encama qezayê de dayîkek û du keçên xwe jiyana xwe ji dest dan û 6 welatî jî birîndar bûn.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Duh şev di saet 23:45’an de li ser rêya di navbera Derbendîxan û Warmawa nêzî gundê Yexşî ku dikeve ser parêzgeha Silêmanî qezayeke trafîkê rû da.

 

Qeza di navbera wesayîteke bi cûreya pîkap û wesayîteke barhilgir de pêk hat. Di encama qezayê de 3 kes ji heman malbatê (dayîkek û du keçên xwe) ji heman malbatê mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

 

Ajokarê wesayîta barhilgir ku li pîkapê da bû xwest bireve lê, ji aliyê polîsan ve hate girtin.

 

Dayîk û du keçên wê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan xelkê komelgeha Nesrîn ya ser bi Silêmaniyê ne.

 

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ye;

 

Eyne Hisên (65)

Şuxan Elî (25)

Şanaz Elî (15)

 

Birîndar rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê û termê her sê welatiyên jiyana xwe dest dane jî li Morga Silêmaniyê tên girtin.

 

(ep/bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin