Smiley face
sorani
Smiley face

Xwarineke bi tam ya Kurdewarî; Kelane

2018-04-24 10:01:58
Xwarina Kelane yek ji xwarinên bi tam û kevnar yê Kurdistanêye û weke nanê feqîran jî tê zanîn. Cûreyeke nane û di werza payîz, zivistan û baharê de tê xwarin. Zivistanan û baharan bêhna Kelaneyê dikeve bazarên Başûrê Kurdistanê û dibe sedem ku welatî berê xwe bidinê.


 

 

 

SEMÎRA ŞEHABÎ / SILÊMANÎ

 

 

Kelane yek ji xwarineke kevnar û herî sade ya Kurdan e. Ev cûre xwarin bi hevîr, pîvazên şîn û rûn tê çêkirin. Weke nan tê vekirin, pîvaz û rûn lê didin û li ser sêlê tê sor kirin. Xwarina Kelane bi taybet li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tê çêkirin. Bi heman şêweyê lê bi navên cûda li hinek herêmên Bakurê Kurdistanê yên weke Dêrsimê jî tê çêkirin.

 

 

Kelane xwarineke payîzî, zivistanî û bahariye. Ango di werzên sar de tê çêkirin. Ji ber xwarineke bi germî tê xwarin di sir û seqama zivistanê de pir tê xerçkirin û bi tam e. Lê, ev xwarin bi hatina gemra havînê re dema xwe bi dawî dibe.

 

 

Bi taybet li taxên kevin de di hewaya sar de bêhna kelane her derê digire. Berê dema zarok dihatin dinê jî ji bo kêfxweşiya hatina zarok jî Kelane dihate çêkirin.

 

Ev xwarin ku berê tenê jin çêdikirin niha zilam jî li nava bazaran de li ser dezgehên gerok çêdikin.

 

 

Welatiyê bi navê Zana Letîf  (27) bi firotina Kelana debara jiyana xwe dike. Letîf dibêje, ew dema hewa sar dibe kelane çêdike û difiroşe. Letîf, bi vî awayî dikare roja xwe xilas bike. Her wiha bi derbasbûna werza havînê re jî dest bi firotina pêlavan dike.

 

Zana Letîf dibêje rojane herî kêm 70’ê Kelane difiroşe û dibêje, dema vedigere malê yên zêde mane jî di rê de belav dike dide welatiyan.

 

 

(ep/bz)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin