Smiley face
sorani
Smiley face

Ronak Mecîd projeya xwe ya ji bo herêma Selahaddîn vedibêje

2018-04-25 11:38:04
Namzeta lîsteya 120 (Nifşê Nû) li parêzgeha Selahaddîn Ronak Mecîd diyar kir ku projeya wan li herêma Selahaddîn parastina jiyana hevbeş a navbera pêkhate, mezheb û mafê jinane.


 

 

 

ROZA MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Namzeta hejmar 2 ya lîsteya 120 (Nifşê Nû, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Eniya Demokrasiya Gel) li parêzgeha Selahddîn Ronak Mecîd di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa me de qala bername û projeyên wan ên xizmetguherî û xebatên li parêzgeha Selahaddîn kir.

 

Ronak Mecîd diyar kir ku lîsteya wan li parêzgeha Selahaddîn yekane lîsteya Kurde ku tevlî hilbijartinê dibe, bal kişande ser projeya wan a ji bo jinan û xebatên li parêzgeha Selahaddîne. Berfirehiya hevpeyvînê wiha ye:

 

‘Divê dinava pêkhateyên cûda de jiyana bi hev re çêbikin’

 

“Projeyên xwe yên ji bo gelê herêmên bi nakok ên parêzgeha Selahaddîn çi ye?

 

Li herêmên bi nakok ji ber sê pêkhateyên cûda weke Kurd, Ereb û Tirkmen hene, her wiha mezhebên weke Sunne û Şîe hene, pirsgirêk û pêşbazî kûrtir dibe. Ji ber pêşbaziya siyasî ku hizbên siyasî li vê herêmê çêkirine û destwerdana dewletên herêmê li rewşa Iraqê, divê em karek bikin. Ji bo bikarin baweriya neteweyên herêmê bidest bixin. Di nava pêkhateyan de jiyanek hevbeş çêbikin ku êdî alozî navbera netewe û mezhebên herêmê de çênebe.

 

‘Em hewl didin alikariya jinan bikin ku xwe azad bikin’

 

Weke namzetek jin bernameya we ji bo jinên herêmê çi ye?

 

Mixabin li herêma Selahaddîn ji ber pêşbaziya siyasî û mezhebî jin dibin qurban û zilm lê tê kirin. Nikarin bêne derve û daxwaza mafên xwe bikin. Em jî hewl didin ku mafên jinan bi dest bixwîn û nehêlin kujerên jinan bên efûkirin û azad kirin. Hewl bidin ku cezayê bêdawî ji bo wan bê dayîn. Her wiha hewl didin yasa di aliyê berjewendiyê jinan de jî xebat bike. Zewaca di temenê biçûk de û zewaca pir jinî nehêlin. Emê alikariya jinan bikin xwe azad bikin û tevlî qada siyasetê bibin. Em ji jinan daxwaz dikin dengê xwe bidin namzetên jin. Heya ku ji bo wan piştgirî û alikarî çêbibe.

 

‘Em dikarin Xurmatû bikene jêdera dehata hemû herêmê’

 

Di aliyê xizmetguzariyê de projeya we çi ye?

 

Selahaddîn di aliyê xizmetguzariyê de pir wêrane. Her çendî di aliyê çandinî û bazirganî de dikare sûdek mezin jê bê girtin jî ji bo aboriya Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî. Lê mixabin di dema buhrî de aboriya vê herêmê tenê ji bo berîka çend kesan çûye. Ji ber wê di aliyê aborî de dikarin Xurmatû bikine jêdera dehata ji bo herêmê. Di aliyê çandinî û jêderên bin erdê de weke petrol û jêderên din sûd jê bigirin. Pêwîste jêderên vê herêmê ji bo xizmetguzariya wê bi xwe bên karanîn. Ne ku tenê hinek kes xwe pê zengîn bikin û gel jî bi şêweyek pir hejarî bijî. Projeya me jî vegerandina dehata herêmê ji bo wê bi xwe ye.

 

Welatiyên herêma Selahaddîn we weke namzetek jin çewan pêşwazî dikin?

 

Ji bo wan jinek li herêmê û Kurd be namzetiya xwe dane ecêb tê. Ji bo wê jî paşwaziyek baş dikin. Hemûyan ji min re digotin dengê me ji bo te ye. Tên serdana buroya me dikin û em projeyên xwe ji bo wan vedibêjin.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin