Smiley face
sorani
Smiley face

Fîlozofan ji bo piştgiriya Rojava nameyeke vekirî weşandin

2018-04-25 15:25:21
Çend fîlozofên mezin yên cîhanê, nameyeke vekirî ya bi navê “Bangawaziyek ji bo parastina Rojava’ weşandin ku di têde bangawazî li Hikûmeta Amerîka tê kirin ku bi ambargoya aborî û siyasî ya li ser Tirkiyeyê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê bike.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Gelek fîlozên mezin yên cîhanî Debbie Bookchin, Judith Butler, Noam Chomsky, Michael Hardt, David Harvey,David Graeber û gelek kesên zanyar ji bo piştgiriya Rojava û boykotkirina dewleta Tirk nameyeke vekirî weşandin.

 

Naveroka Nameyê wiha ye;

 

“Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk Reqa ji bin destê DAIŞ’ê rizgar kir, Hikûmeta Tirk êrîş kir ser Kantona Efrînê ku dibe beşek ji xaka Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye. Ji lewma şervan neçarman ku eniya şer a li dijî DAIŞ’ê terk bikin û parastina xak û malbatên li Efrînê bikin. Piştî ku ezmanên Efrînê ji êrîşên ezmanî yên Tirkiyê re hate vekirin felaketeke din a mirovî li Efrînê rû da. Bi sed hezaran welatî ji tirsa artêşa Tirk û komên cîhadî ji Efrînê koç kirin û bajarê xwe terk kirin.

 

Niha koçberên Efrîn bêyku derfeteke wan a jiyanê hebe li derve dijîn. Yên li Efrînê mane jî rû be rûyê destdirêjî, binpêkirin û pêk anînên sûc tên.  Çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê çi bi serê Êzidiyan anî be li Efrînê jî heman tişt pêk tê. Gelek keçên Êzidî weke kole firotin û malbatên wan jî ji vê rewşê nîgeranin.

 

Me ji bo piştgirî kirin û alîkarî kirina gelê Efrînê komîteyek lezgîn ava kiriye.

 

Tirkiye êrîş kir ser herêmeke li Bakurê Sûriyê ku malavahiyeyê ji deh hezaran penaberên Sûriyê re dikir, mafê jinan, xweberêveberî û qanûnên sekûler pêk di anî. Tirkiye îddîa dike ku li Efrînê êrîş kiriye ser piştgirvanên terorîzmê. Lê, gelo ew hêzên ku pêşengiya hêzên Emerîkayê ki r ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê terorîstin?

 

Qebûlkirina Amerîka ya van êrışên Erdogan tê wê wateyê ku hevbeşê vê plana Erdogan ya ji bo qirkirina Kurd e. Gelên Efrînê ev çend qerne li vê herêmê dijîn. Her wiha ev tê wateya xirakirina demokrasiya li Rojavayê Kurdistanê pêk tê û pêşdikeve.

 

Ji bo dawî li planên Tirkiyê ya dagirkirina Minbic û Başûrê Kurdistanê, her wiha dawî li piştgiriya Tirkiyê ya ji bo DAIŞ’ê bînin, divê civaka navnetewî Tirkiye dorpêç bike û hêzek were avakirin ji bo Tirkiye neçar bike ji vê herêmên ku dagirkiriye paşve bikişe. Her wiha hewl were dayîn ku zext li Tirkiye were kirin ku mafê gelê Kurd nas bike. Îhtîmala aşitiyê li herêmê nîne. Em daxwaz ji hikûmeta Amerîka dikin ku dorpêça aborî û siyasî bixe ser Tirkiyê  û qedexe firotina çek û malzemeyên eskerî li ser Tirkiyeyê pêk bîne. Her wisa israr bike ku Rojava di danûstandinên Sûriye de cih bigire. Ji bo pêkhatina aştiyê jî alîkariyên xwe yên leşkerî yên Ji bo QSD’ê berdewam bike.”

 

Fîlozofan di nameyê de bang li herkesê dikin ku piştgirî bidin vê bangawaziya wan ji bo Amerîka zext bixe ser Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo dawî li zordariyê bîne û aşitî û ewlekarî li Rojavayê Kurdistanê pêk were.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin