Smiley face
sorani
Smiley face

Li Qereçoxê bîranîna şehîdan

2018-04-25 16:44:45
Bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê şehîdên êrîşa 25`ê Nîsanê ya li Çiyayê Qereçoxê  bîranîn.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 25`ê Nîsana 2017`an de Çiyayê Qereçoxê yê girêdayî herêma Dêrikê bombebaran kiribû. Di encamê de, endamên raghandina YPG`ê jî di nav de 18 şervanên YPG û YPJ`ê şehîd bibûn.

 

Ji bo bîranîna cangoriyên Qereçoxê, îro bi hezaran ji pêkhateyên herêma Cizîrê û Şengalê berê xwe dane Çiyayê Qereçoxê û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Qereçoxê û tevahiya Bakurê Sûriyeyê şermezar kirin.

 

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve hate destpêkirin. Paşê ji fermandarên YPJ`ê Zeyneb Efrîn axivî û wiha pê de çû,ʺÊrîşa li dijî Qereçox li dijî ruhê biratiya gelan li Bakurê Sûriyeyê û li dijî projeya çareseriyê ye ya ku pêkhateyên Bakurê Sûriyê pêşkeş kir.ʺ

 

Zeyneb da zanîn ku dewleta Tirk ji bo zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê yên li bajarê Reqayê ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibûn dorpêçkirin, êrîşî Qereçoxê kir.

 

 

Zeyneb teqez kir ku berxwedana ku li dijî DAIŞ`ê hate destpêkirin, wê bi bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk li ser tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê tacîdar be. Zeyneb Efrînî got ku armanca dewleta Tirk têkbirina şoreşa Rojava ye û şikandina îradeya gelan e.

 

 

 

 

Zeyneb di dawiya axaftina xwe de, soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

 

Li ser navê  Kongreya Star jî Perwîn Mihemed Emîn axivî û tekez kir  ku wê gelên Bakurê Sûriyê destkeftiyên ku bi saya fikren Netewa Demokratîk bidest xistine biparêze.

 

 

Herwiha bi navê Meclîsa Şengalê li Ewropa, Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Dêrikê û Kurdistaniyên li Ewropayê axaftin hatin kirin û êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin û ji civaka navneteweyî hate xwestin ku sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê deyîne.

Piştî merasîman, gel tevî hêzên leşkerî berê xwe dane Goristana Ş.Xebat Dêrik.

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin