Smiley face
sorani
Smiley face

YPG: Yek jê fermandar 12 leşker û çete hatin kuştin

2018-04-25 18:15:39
YPG’ê ragihand ku li Efrînê yek jê feramdarê artêşa Tirk 12 leşker û çeteyên wê di çalakiyan de hatine kuştin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Ragihandina YPGʹê encamên çalakî û berxwedana yekîneyên wan ên li herêma Efrînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir.

 

 Ji aliyê YPG’ê ve ev agahî tên tayîn;

 

ʺDi çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana serdemê de, li herema Efrînê, hêzên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin derbên giran li çeteyên dewleta dagirker a Tirk xistin; li vê herêmê di çalakiyên hêzên me de herî kêm 12 çete û leşker hatin kuştin.

 

Fermandarekî artêşa Tirk hat kuştin

 

1.Di dîroka 17.04.2018an de şervanên me li navenda bajarê Efrînê li dijî leşkerên dewleta dagirker a Tirk çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn, di encam de serbazeke bi navê Taner Cobanoglu hat kuştin. Di heman demê de li navenda navçeya Cindrêsê şervanên me çalakiyeke din lidarxistin û fermandareke artêşa dagirker hat kuştin.

 

2.Dîsa di dîroka 17.04.2018an de şervanên me li gundê Ebû Kaab yê Cindirêsê çalakiyek sabotajê pêk anîn û di encam de çeteyê bi navê Selûm Alhemadî hat kuştin, 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.

 

Li Efrînê çalakiya sabotajê

 

3.Di dîroka 18.04.2018an de şervanên me çalakiyek sabotajê li navenda bajara Efrînê lidarxistin, di encama çalakiyê de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin 6 jî birîndar bûn.

 

4.Di dîroka 19.04.2018an de şervanên me li navçeya Şiyê çalakiyek sabotajê li dijî erebeyeke leşkerî ku komeke çeteyên Firqet El-Hemza vediguhest heremê pêk anîn û di encam de çeteyê bi navê Hisên El Elî hat kuştin û 4 çete jî bi giranî birîndar bûn. Navên çeteyên ku hatine birîndarkirin wiha ye: Muhemed Qere Hisên, Hisên Yûzbaşî, Ebid el Qadir Şêxlî, Ebid Al Letîf Kimko.

 

5.Di dîroka 21.04.2018an de şervanên me li ser rêka Tirindê – Efrîn li dijî çeteyên Feyleq Al Şam çalakiyek pêk anîn û di encam de 2 çete hatin kuştin, piştî 3 rojan çeteyan dikarîbû laşê wan rakin.

 

6.Di dîroka 22.04.2018an de şervanên me li ser rêka Raco – Efrîn çalakiyek li himber çeteyên Firqet Al Hemza li dar xistin û di encam de 3 çete hatin kuştin. Di heman rojê di çalakiyekê de li derdora dewara Qabûn ya navenda bajarê Efrînê çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

 

7.Di dîrokên 17-18.04.2018an de artêşa dewleta dagirker a Tirk li gundewarên navçeya Raco-Bilbil-Cindrês û derdora bajarê Efrînê operasyonek bi tevlîbûna hezaran çete, belafirên şer û 8 balafirên keşfê pêk anîn. Ev operasyon bêyî ku ti encaman bidest bixe bidawî bû. Di heman demê de artêşa dewleta dagirker a Tirk sedan leşker, panzêr û erebeyên silahên giran ji noqteyên kontrolê yên herema şêx Eqîl ya Idlibê ku di encama tîfaqa bi Rûsya re çêkirbû kişand û berên wan da gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa.

 

 8.Di hemû çalakiyan de, bê ku tu ziyan bigihêje şervanên me vegeriyan navendên xwe.

 

2420 çete hatine kuştin û birîndar kirin

 

Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê heya îro, bi çalakiyên ku di hefteya dawî de hatiye lidar xistin, hejmara kuştî û brîndarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gihîştiye 2420ʺ.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin