Smiley face
sorani
Smiley face

Şehîd Genco li Şengalê hate bîranîn

2018-04-25 20:21:23
Li bajarokê Xanesorê  yê Şengalê Şehîd Genco îro di 1’emîn salvegera şehadeta xwe de, bi merasîmekê hate bibîranîn.


 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Şehîd Genco (Sufyan Ilyas) ku di 25'ê Nîsana sala 2017’an de, di encama êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê de, li Sinûnê şehîd bû, îro di 1'emîn salvegera şehadeta xwe de, li bajarokê Xanesorê yê Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn.

 

Merasîmê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiyê destpê kir. Di merasîmê de dayika Şehîd Genco û Şehîd Cemal mûm pê xistin. Her wiha li ser navê malbatê û saziyan axaftin hatin kirin.

 

 Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan bavê Şehîd Sîpan, Ebdullkerîm axivî. Ebdulkerîm di serî de sersaxî ji malbatê re xwest û wiha got; "Di serî de em sersaxiyê ji malbata şehîd Genco û tevahî kesên amede re dixwazin. Şehîd Genco jî weke her şehîdekî navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsî. Heya ku em saxin bin emê li peyî doza şehîdên xwe bin û ez cardin dibêjim, serê malbata şehîd Genco û civaka me Êzidî sax be.”

 

‘Xewn û xeyalên Şehîd Genco pir mezin bûn’

 

Her wiha li ser navê malbata şehîd Genco, bavê şehîd Genco, Casim Ilyas axivî û got: “Di serî de ez dibêjim ku Şehîd Genco ne tenê şehîdê malbatê ye, şehîdê tevahî civaka Êzidî ye. Temenê xwe pir ciwan bû, lê xwestek û armancên wî pir mezin bûn.”

 

Ilyas bal kêşand ser êrîşên dewleta Tirk a faşîst û wiha destnîştan kir: “Kurê min di encama êrîşên hovane yên dewleta Tirk û hevkarên wê de şehîd bû, dibe ku bi van êrîşan kurê min şehîd bibe, lê em dizanin ku dijminê me bi van êrîşên xwe yên hovane nagihe ti encaman. Em cardin dibêjin, serê Rêbertî, malbatên şehîdan û kesên amede saxbe.”

 

Merasîm bi dirûşmeyên, 'Şehîd namirin', 'Bijî Serok Apo' û 'Bijî berxwedana Şengalê' bi dawî bû.



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin