Smiley face
sorani
Smiley face

‘Wê ev hilbijartin proseya siyasî li herêmê biguhere'

2018-05-07 08:22:01
Serokê lîsteya Tevgera Goran ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Dr. Yusif Mihemed diyar kir ku wê hilbijartinên 12'ê Gulanê proseya siyasî ya li herêmê biguhere û wê giraniya aliyên siyasî jî derbixe. Mihemed têkildarî hebûna leşkerên Tirk jî got: "Lewaziya desthilatdariya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye ku heta niha artêşa Tirk ji herêmê nehatiye derxistin û dest ji êrîşên xwe neberdeya."


 

 

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

Serokê lîsteya Tevgera Goran ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê yê îstifa kirî, Dr. Yusif Mihemed, têkildarî hilbijartinên 12'ê Gulanê yên Parlamentoya Iraqê, bûyerên piştî 16'ê Cotmeha sala 2017'an, bandoriya referandûmê û metirsiyên êrîş û bombebaranên artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bersiva pirsên RojNews'ê da.

 

Berfirehiya hevpeyvîna li gel Serokê lîsteya Tevgera Goran ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê Dr. Yusif Mihemed wiha ye;

 

'Wê giraniya aliyên siyasî derbikeve'

 

- Wê ev hilbijartin li Herêma Kurdistanê çi bide guhertin?

 

Wê  di proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê de,  ta astekê gelek guhertin pêk were. Bi taybet heya astekê li Bexda di nûnertiyên Kurd de guhertin çêbibin. Wê giraniya aliyên siyasî derkeve holê. Wê rê xweş bike, ji bo ku di zûtirîn demê de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, serokatiya Herêma Kurdistanê û Encûmenên Parêzgehan pêk werin.

 

- Li gorî we, gelo ger di wan hilbijartinan de, PDK û YNK winda bike, wê şereke din ê navxweyî pêk neyê?

 

Li gorî min, niha derfet nîne şerê navxweyî rû bide. Ji ber ku niha li Herêma Kurdistanê ne tenê proseya siyasî xwedî role, belku Iraq jî weke dewlet rol heye. Ew hêzên siyasî jî ku li Herêma Kurdistanê hene û hêzên wan ên leşkerî hene, desthilatdariya wan a berê nemaye, heya ku quweta şerê navxweyî hebin.

 

'Wê rêjeya kursî û  dengê PDK li wan herêman kêm bibin'

 

- Li gorî we, gelo wê piştî bûyerên 16'ê Cotmehê li herêmên bi nakok (Madeya 140) dengên Kurdan kêm bibin?

 

 

Pêkanîna referandûmê ya di wê dema şaş de û di 16'ê Cotmehê de radestkirina ji sedê 50'î ya xaka Herêma Kurdistanê û êrîşên Iraqê û Heşdî Şebî bandoriyekî mezin li ser şêniya Kurd a wan herêman kir. Bi bawerî wê dengê Kurdan li wan herêman kêm bibin. Bi taybet kursî û dengên PDK'ê.

 

- Tevgara Goran çi kiriye ku ji bo dengê piraniya Kurdan li wan herêman bi dest bixe?

 

Me ji bo wan herêman bi nakok  proje û hevpeymanekî pêşkêş kir. Em bi vî rengî hewl didin ku dengê Kurdan kom bikin. Ji bo ku dengê Kurdan belav nebe, daxwazê dikin ku dengdêrên ji PDK'ê û YNK'ê nerazîne deng bidin lîsteya me.

 

 

'Emê li Bexda kar ji bo nehiştina gendeliya li Herêmê bikin'

 

- Ew pirsgirêkên li Parlamentoya Herêma Kurdistanê hebû, Cenabê we nekarî çareser bikin, hûnê li Parlamentoya Iraqê çawa hewldana çareseriyê bidin?

 

Dema ku em çûyîn Bexda, emê şerê mafên xelkê Kurdistanê bikin. Emê li Bexda kar ji bo mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bikin. Weke mînak, weke dosyayekî gendeliyê, emê kar ji bo wê bikin ku li Bexda û Hewlêrê li dijî gendeliyê rawestin. Di encama wê de jî dahat ji bo welatiyan vedigere. Dîsan emê kar bikin, xelk ji dahatê sûd bigirin. Projeyên me yên li Bexda, wê projeyên niştîmanî bin. Emê li Bexda kar ji bo çespandina mafên li Herêma Kurdistanê bikin. Emê li hemberî gendeliya li Herêma Kurdistanê rawestin.

 

-Ew dosyayên ku weke Serokê Parlamentoyê hatîn li ber destê te, tûyê bikarî li Parlamentoya Iraqê li hemberî sitemkarî û gendeliya li Herêma Kurdistanê bi van dosyayan rawestî?

 

Hem bi wan ezmûnên xwe yên destûra Iraqê û hem jî daneyên di destê me dene, li ser asta Iraqê, li gorî hemû ew dosyayên li ber destê me de ne, wê ji bo me rê xweş bikin, ji bo ku em bi wan zanyariyan şerê mafê xelkê bikin.

 

'Pêwîste ji bo vekêşîna artêşa Tirk ji Hewlêr û Iraqê bi israr bin'

 

-Yek ji pirsgirêkên niha heye û herwiha di dema ku hûn Serokê Parlamentoyê ji bûn, her hebû, bombebarankirin û êrîşên artêşa Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê ye, hûnê çawa li ser vê mijarê kar bikin?

 

Pêwîste dewleta Tirk rêzê li serweriya xaka Iraqê û Herêma Kurdistanê bigire û destdirêjiya liser sînorên Herêma Kurdistanê rawestîne. Pêwîste Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo rawestandina artêşa Tirk bi israr bin.  Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê biryar heye ku artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê vekişe. Li gorî min li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd bi awayê aştiyane çareser dibe. Hêvîdarim ji nû ve pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê destpê bike.

 

'Lewaziya desthilata pêkanînê ye'

 

Li Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê biryar heye, ji bo derxistina baregehên artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê ji ber çi heya niha ev biryar neketiye meryetê?

 

 

Lewaziya desthilata pêkanînê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê sedem bû, ew biryar neketin meryetê.

 

'Pêwîste em demildest bibîn xwedî gotarekî niştîmanî'

 

- Li Herêma Kurdistanê PDK ji ber hevkariya bi dewleta Tirk re tê sûcdarkirin, li gorî we piştî ku dewleta Tirk ji ber referandûmê gef li Herêma Kurdistanê xwar, ji be çi careke din PDK hevkariya Tirkiyeyê dike?

 

Ez nikarim li şûna PDK'ê bersiva vê pirsê bidim. Lê li gorî min, êdî pêwîst dike dest ji vê yekê berdin. Bûyerên di dema referandûmê û piştî  referandûmê ji bo me ev yek îspat kir ku ji derveyî Kurdan ti kes dostê Kurdan nîne. Lewma pêwîste Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya hev bikin û pişt bi hezên xwe rawestin, ne bi hêzên biyanî. Pêwîste em demildest li hemberî metirsiyan bibîn xwedî gotarekî niştîmanî. Li parçeyên Kurdistanê em piştgiriya hemû hêzên Kurdistanî dikin. Eger li Bakûrê Kurdistanê dengê me hebûya meyê, ji bo serokkomariya Komara Tirkiyeyê deng bidaya Selahedîn Demîrtaş.

 

'Divê bi rêya parlamentoyê re zextan zêde bikin'

 

- Eger hikûmet nikare artêşa Tirk ji Herêma Kurdistanê derbixe, aliyên ji derveyî hikûmetê û welatiyên Herêma Kurdistanê divê çi bikin?

 

 Pêwîste bi rêya Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Iraqê re zextan zêde bikin, ji bo ku destwerdana hêzên derve li Herêma Kurdistanê bi dawî bê.

 

'Referandûmê neyarên Kurdan lihev nêzîk kirin'

 

- Li gorî we, gelo ti lihevkirin di navbera Tirkiye û Iraqê de nîne ji bo derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê?

 

Li gorî min, referandûmê neyarên Kurdan lihev nêzîk kirin. Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriye lihev nêzîk kirin. Referandûmê ne tenê metirsî li ser Başûrê Kurdistanê çêkir, belku ji bo Rojavayê Kurdistanê jî metirsî çêkir. Ji Xaneqînê heya Efrînê gelê Kurd baca şaşiya pêkanîna referandûmê û dema wê ya şaş da. Lewma li gorî min bûyerên îro rû didin peywendî bi referandûmê ve heye.”

 

(ab)

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN


-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin