Smiley face
sorani
Smiley face

Generalên Apê Musa li her derê ne

2018-05-10 16:05:53
Belavkarên Rojnama Rojev a Mexmûrê hem dibistanê dixwînin hem jî belavkariyê dikin.


 

 

HÎLAL RIZGAR/MEXMÛR

 

Destpêka belavkariya rojnameyên çapemeniya azad li Bakurê Kurdistanê bi generalên biçûk ên Apê Musa destpêkirine. Di dîroka çapemeniya kurdî de, her dem belavkarî bûye lingê sereke û hewildaye xwe bigihîne hemû malan. Piranî rojnamegerên çapemeniya azad bi belavkariyê destpêkirine. Ji salên 90’an heya niha her ku êrîş ser çapemeniyê kirine, destpêkê belavkar hedef girtine. Gelek caran di koşeyên kolanan de, zarokên belavkar ji aliyê polîsên Tirk ve rastî gefên kuştinê hatine, lê dest ji karê xwe bernedane. Berevajî nû pêve hatine girêdan û zêdetir kar kirine. Em dikarin gelek nav û mînakên hatine jiyankirin bidin. Weke belavkarên Rojnama Azadiya Welat Metîn Alataş gelekan mînak nîşan bidin.

 

 

Yek ji wan jî Ferhat Tepe yê di sala 1974’an de, li Bedlîsê çavê xwe li dinyayê vekiriye. Ferhat zarok kete nava çapemeniyê. Destpêkê bi belavkariya rojnama Ozgur Gundemê destpêkir. Ew paşê gihişt û bû nûçegihan. Di dema herî zor salên 90’an de belavkarî û nûçegihanî kir. Di sala 1992’an de du caran hat binçavkirin. Herî dawî di sala 1993’an de, dema nûçegihanê heman rojnamê yê Bedlîsê bû hat revandin û windakirin. Hîna qatîlên Ferhat derneketine pêşberî dîrokê û nehatine darezandin.

 

 

Ev zarokên niha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) belavkariyê dikin ji dîrokê hayîdarin. Ew dizanin bi kîjan bedelan ev kar hatiye heya niha, bi wê hişmendiyê berdewam dikin. Ew hem xwendekarên dibistanê ne hem jî belavkarên Rojnama Rojevê ne. Belavkarên Rojnama Rojev a Mexmûrê weke Rengîn, Kerem, Ciwan û Dogan gelek zarokên din li gel xwendina dibistanê jî tên belavkariyê dikin. Ew berdewamiya rojnamegerên bicesaret û vînek mezin xebitîne, yên weke Deniz Firad, Hindistan Penaber, Rizgar Deniz û Evîn Buldan in. Ev rojnamegerên navê xwe bi wêrekî û berpirsiyariya dîrokê hêlan di vê rojnamê de ked dan û rojnamegeriya herî baş kirin.

 

 

Ji belavkarên Rojnama Rojev a Mexmûrê Rengîn Kanit hîna 11 salî dest bi karê belavkariyê kiriye. Rengîn a 15 salî 4 salin li gel xwendina dibistanê belavkariya rojnamê dike. Rengîn her roja Înê weke peyîwirek pîroz dibîne, dema ku berê xwe dide deriyê avahiya rojnamê. Heya niha kesê jêrenegotiye were, ji ber her ew bi xwe di saeta xwe de amade dibe.

 

 

Nûçegihana Rojnama Rojev a Mexmûrê Hîlal Rizgar kamera û wênekêşa xwe girt û kete peyî generalên biçuk. Hîlal serê sibê li ber derê mala wan rawestiya dema ji mal derdikevin, ber bi avahiya rojnamê ve diçin, heya digihin hindir. Dema digihin hindir piştî girtina rojnameyên xwe, dikevin nava kolanan heya xwe digihînin derê her malê, hemû girt bin kamereyê.

 

 

 

 

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin