Smiley face
sorani
Smiley face

Bêdengiya li hemberî komkujiya Filistînê

2018-05-15 09:47:49
Li hemberî komkujiya ku duh li Filistînê pêk hat, her çiqasî hinek welatan nerazîbûn nîşan dabin jî, piraniya cîhanê bêdeng ma. Nerazîbûn jî ji daxuyaniyên glover wêdetir nebûn.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Di xwepêşandanên ku gelê Filîstînê duh li dijî veguhestina Seferatxaneya Amerîkayê ji bo Kudusê de, artêşa Îsraîlê 58 kes qetil kirin, 2 hezar 700 kes jî birîndar kirin.

 

Li hemberî komkujiyê nerazîbûnên û daxuyaniyên têkildarî gumanên liser rewşa herêmê hatin dayîn.

 

Serokdewletê Filîstînê Mehmud Abbas rêveberiya Îsraîlê bi pêkanîna komkujiyê tawanbar kir û biryara Serokê DYA’yê Trump a derbarê Kudusê de şermezar kir. 

 

Abbas destnîşan kir ku DYA’yê di navbera Îsraîl û Filîstînê de rola xwe ya navbeynkariyê winda kiriye. Abbas sefaretxaneya DYA’yê ya li Kudusê jî şiband wargehên derveyî yasayan ên Yahudiyan.

 

Rêxistina Efuyê: Binpêkirina mafan e

 

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International), êrîş şermezar kirin û destnîşan kir ku êrîşên Îsraîlê binpêkirina hiqûq û mafên mirovan a navnetewî ye. Rêxistinê diyar kir ku ew binpêkirina di asta ku mirov ji xwe şerim bike de ye.

 

Welatên din

 

Ji welatên ereban Kuveytê bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku bi awayekî lezgîn kom bibe.

 

Berpirsê Parastin û Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Komîserê Bilind Federica Mogherini banga sêkinbûnê li herdu aliyan kir. Mogherînî ji Îsraîlê xwest ku li hemberî xwepêşandanên aştiyane mudaxeleya sînordar bike. Mogherînî bang li Hamas û rêxistinên din ên Filistînê jî kir ku xwepêşandanan ji şîdetê dûr li dar bixin. 

 

Almanya, Brîtanya û Fransayê jî diyar kirin ku ew ji ber bûyeran di nava gumanan de ne û banga bihîstiyariyê li herdu aliyan kirin.

 

Tirkiyeyê jî li hemberî êrîşan nerazîbûn nîşan dan. Her wiha li bajarên wekî Stenbolê xwepêşandanên şermezarkirina Îsraîlê hatin lidarxistin.

 

Îsraîlê êrîş parastin Amerîkayê destek da

 

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, îdîa kir ku rêxistina Hamasê bi hezaran Filîstînî anîne ser sînor û ji bo Îsraîlê tune bikin ber bi herêmê ve şandine.

 

Amerîkayê jî destek da Îsraîlê. Berdevkê Qesra Sipî Raj Shah, îdîa kir ku ji bûyeran rêxistina Hamasê ya Îslamî berpirsyar e.

 

(rn)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin