Smiley face
sorani
Smiley face

Eniya Tirkmen jî encamên hilbijartinê red dike

2018-05-16 12:04:22
Eniya Tirkmen encamên hilbijartina parlementoya Iraqê ya di 12’ê Gulanê de pêk hat red dike û dixwaze deng bi dest werin hejmartin.


 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro di saet 11.15’an de Eniya Tirkmen li bajarê Hewlêrê derbarê encamên hilbijartinê de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Berpirsê Eniya Tirkmen Aydin Merûf di daxuyaniya çapemeniyê de helwesta partiya xwe ya derbarê hilbijartina parlementoya Iraqê de eşkere kir.

 

Aydin Merûf diyar kir ku nimûneyeke baş di van hilbijartinan de derneketiye û got, giliya wan û aliyên din yên siyasî di vê derbarê de hene. Ji ber vê jî em weke Eniya Tirkmen ev encamên hilbijartinê red dikin.

 

Eniya Tirkmen dibêje, li gorî têxwastin deng bi vê sîstema elektronîk baş ne hatiye hejmartin û diyar kir ku wan ji komîsyonê xwestiye ku li Kerkûk, herêmên nakokî li ser hene  û li Kurdistanê deng dûbare bi dest werin hejmartin.

 

Biryare sibe saet 16.00’ê piştî nîvro li Hewlêrê Eniya Tirkmen li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî encamên hilbijartinê xwepêşandanek lidarbixin. Her wiha têgotin ku dê gilî û daxwazên xwe bi belgeyekî pêşkêşê NY, Yekîtiya Ewropa û her wiha konsolosiyên welatên din bikin.

 

Piştî diyarbûna encamên hilbijartinê ji derveyî YNK û PDK hemû partî û aliyên din yên siyasî yên Başûrê Kurdistanê jî ji encaman nerazîne û dibêjin, ev hilbijartin di berjewendiyê PDK û YNK’ê de bûye.

 

(bz)

 

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin