Smiley face
sorani
Smiley face

‘Hewl tê dayîn li herêmên bi nakok zimanê Kurdî tine bikin’

2018-05-16 13:01:01
Mamosta, parêzer û parlamenterên lijneya perwerdeya Iraqê di derbarê zimanê Kurdî de diyarkirin ku di dibistanên li herêmên bi nakok de hewldana tinekirina zimanê Kurdî tê dayîn.


 

 

KERKÛK/ ROJNEWS

 

Li gorî destûra Iraqê zimanê Kurdî wek zimanek fermî hatiye nasîn. Lê ev yek tenê di destûrê de hatiye nivîsin. Berevajiyê vê li herêmên bi nakok de hewla têkbirina zimanê Kurdî tê kirin. Her sal 15’ê Gulanê weke roja zimanê Kurdî te nasîn. Bi vê boneyê rêveberên xwendin, parêzer û parlamenterên Başûrê Kurdistanê nêrînên xwe ji bo RojNews anîn ziman.

 

Di destpêkê de rêveberê beşa xwendina Kurdî yê li Kerkûk Rauf Sedullah axivî û got; “Li wezareta perwerde ya Iraqê ji bo ku li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Diyale û Selahedîn zimanê xwendinê bibe Erebî xebatek tê kirin. Dixwazin sîstemê bi guherînin. Berpirsyarên xwendina Kurdî yên li Kerkûk, li ser vê yekê hişyarî dane Hikûmeta Herêmetê. Ji ber ku mijarên civakê ji sê beşên coxrafya, dîrok û nîştimanî pêktên. Wê ev yek bandorê li çarenûsa gelê Kurd bike.”

 

 

Di dawiyê de Sadullah got; “Me daxwaza lijneyek ji xwendina Kurdî li Kerkûk kiriye, di dema guhertina sîstema wezareta perwerda Iraqê de amadebin, da ku guhertinên kêm di derbarê xwendina Kurdî de werin kirin.”

 

Parêzer Hejar Reşîd Kakeyî li ser heman mijarê wiha got; “Parlamenter û berpirsyarên Iraqê tenê ji bo pere li Bexdayê ne, ne ji bo xizmeta welatiyan.”

 

 

Parlamenter Ferhad Qadir ku di lijneya perwerdê ya Iraqê de cihê xwe digre got; “Li parlamentoya Iraqê tu rê girtinek ji bo bi karanîna zimanê Kurdî nîne. Lê ji ber dema axaftinê ya parlamenteran deqek yan jî du deqe pêwîst dike. Pêwîste her car were wergerandin. Diviya bû gelek bi zû zimanê Kurdi ji bo Erebî hatiba wergerandin. Lê ev yek zû nayê kirin. Hêjî li parlamentoya Iraqê wergera zimanê Kurdî ji bo Erebî zû nayê kirin.”

 

 

Di dawiyê de Ferhat Qadir balkêşa li ser zimanê Kurdî yê li Zanîngeha Bexda jî û got; “Beşê zimanê Kurdî yê kolêja perwerde û ziman yê li Zanîngeha Bexda di metirsiya girtinê de bû. Nêzîkî du salan jî xwendin têde hat sekinandin. Lê carek din hat vekirin. Em dixwazin li gorî yasayê destûr were bi cih kirin. Divê asta zimanê Kurdî jî weke asta zimanê Erebî be.”

 

(rn)

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin