Smiley face
sorani
Smiley face

Kakayî: Divê dubere deng werin hijmartin

2018-05-16 17:41:10
Endamê Ecmumena Komiseriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakayî diyar kir ku Komîsyona Hilbijartinê daxwaza aliyên ku dixwazin deng dubare werin hilbijartin red kiriye, lê divê dubare deng werin hilbijartin.


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Endamê Ecmumena Komiseriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakayî îro têkildarî nerazîbûna aliyan a li ser encamên hilbijartina giştî ya Parlamentoya Iraqê ku 12'ê Gulanê pêk hat, civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Endamê Ecmumena Komiseriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakayî eşkere kir ku 6 aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê rexne û guman li ser hilbijartina heye û wiha got; "6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaza dubere hijmartina dengan, bi dest kiriye. Ji bo vê yekê jî nêzî sê roje gilî kirine, lê hê komîsyonê bersiv nedaye. Pêwîste komîsyon dubera hijmartina dengan a bi destî erê bike û daxwaza aliyên siyasî erênî bigire dest."

 

Seîd Kakayî got ku pêwîstbû komîsyon wêneyên pisûleya dengan bide aliyan, lê neda û wiha pêde çû; "Li gorî yasayê pêwîstbû di roja hilbijartinê de, bi awayekî elektronîkî encamên dengan bidayan çavdêrên aliyên siyasî, lê ev yek nekir û ti çavdêran wêneyên encamên hilbijartinê negirtine. Pêwîstbû piştî dawîhatina hilbijartinê encam jî bihatan ragihandin, lê hê ev jî nehatiye kirin."

 

Li Herêma Kurdistanê Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî û Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê, Tevgera Îslamî û Hizba Komunîst encamên hilbijartina Parlamentoya Iraqê red kirin û diyar kirin ku sîstema elektronîk hatine hackirin û sextekarî hatine kirin.

 

Herwiha Nifşê Nû encamên hilbijartina rexne kir û ragihand ku YKN'ê û PDK'ê destkarî kirine.

 

(ab)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin