Smiley face
sorani
Smiley face

Komîsyon: Wê deng neyên hejmartin

2018-05-16 19:47:22
Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Riyaz Bedran diyar kir ku wê deng dubare neyên hejmartin û got ku ti hîncet nîne ku bi destî deng werin hejmartin.


 

 

 

BEXDA / ROJNEWS

 

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Riyaz Bedran vê êvarê l Bexda têkildarî daxwazên li ser dubare hejmartina dengên hilbijartina 12'ê Gulanê ya Palamentoya Iraqê ku 6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaz kirîbûn ku dubare bên hejmartin daxuyanî da.

 

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Riyaz Bedran eşkere kir ku weke komîsyon serbixwebûna xwe parastiye û ti hîncet nîne ku dubare deng werin hejmartin.

 

Bedran got ku wê di nava du rojan de tevahiya encamên hilbijartinê werin eşkere kirin û got; "Li Kerkûkê gef li karmendên komîsyonê tên kirin. Em daxwazê ji Serokwezîrê Iraqê dikin ku karmendên me ji gefan biparêzin.

 

Serokê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Ribaz Bedran bersiva Endamê Ecmumena Komiseriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakayî da û got; "Kakeyî ketiye di bin bandoriya aliyekî siyasî yê diyar de."

 

Endamê Ecmumena Komiseriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê Seîd Kakayî îro têkildarî nerazîbûna aliyan a li ser encamên hilbijartina giştî ya Parlamentoya civîna çapemeniyê lidar xist.

 

Seîd Kakayî eşkere kir ku 6 aliyên siyasî li Herêma Kurdistanê rexne û guman li ser hilbijartina hene û wiha got; "6 aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê daxwaza dubere hejmartina dengan, bi dest kiriye. Ji bo vê yekê jî nêzî sê roje gilî kirine, lê hê komîsyonê bersiv nedaye. Pêwîste komîsyon dubera hejmartina dengan a bi destî erê bike û daxwaza aliyên siyasî erênî bigire dest."

 



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin