Smiley face
sorani
Smiley face

Diyar Xerîb: Divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û îradeya xwe nîşan bidin

2018-05-21 08:23:20
Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb got; "Di vê qonaxê de xalek heye, Kurd dikarin jê sûd bigirin, ew jî proseyên sedsala derbasbûyî ji civakê û sîstema sermeyedarî jî nabin bersiv. Lewma hêzên desthilatdarên sîstemenê dixwazin van proseyan biguherînin. Kurd jî dikare sûd werbigire. Lê ji berî her tiştî divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û îradeya xwe nîşan bikin. "


 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji berî çend rojan gelê Kurd bîranîna komkujiya Dersimê kirin û  29'ê Hezîrê jî salvegera darvekirina Şêx Seîdê Pîran û 47 hevalên wî ne, herwiha di sala 1999'an de dewleta Tirk Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dadgeh kir, bi giştî di van mehan de gelê Kurd rastî gelek bûyerên dil bi êş hatine. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb têkildarî van bûyerên dîrokî bersiva pirsên ajansa me da.

 

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb eşkere kir ku divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û îradeya xwe nîşan bidin.

 

Berfirehiya hevpeyvîna li gel Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Diyar Xerîb wiha ye.

 

'Brîtanya û hevpeymanên wê neçarbûn siyaseta xwe li ber çavan re derbas bikin'

 

-  Li gorî belgeyên dîrokî ji berî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi dawî bibe, peywendiyên aliyên serketî û Kurdan baş bû, aliyên wê yên veşartî çi bûn?

 

Hevsengiya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, gelek berdêl da, her car dengeya şer di aliyê eniyekê de dişikest. Bi Şoreşa Comtehê ya sala 1917'an a li Rûsya û vekişîna Rûsya ya ji şer û ji aliyê Rûsyayê ve eşkerekirina peyama veşartî ya Sykes Picot bû sedemê vê ku eniya şer a Elman, Macar û Osmaniyan de bişkê.  Vê jî Brîtanya û hevpeymana wê neçar kir ku siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Li vir girînge ku vê yekê bêjim ku hata wê qonaxê Brîtanya û hevpeymana wê propaganda vê yekê dikirin ku ji bo azadiya gelên cîhanê dixebtin, bi taybet ji bo azadiya gelên bindest ên li jêr destê Osmaniyan de şer dikin û dixwazin wan gelan azad bikin. Di aliyê kiryarî de hewl dan ku gelên din ji Tirkiyeyê û Osmaniyan dûr bixin û nakokiyan di navbera desthilatdariya Osmanî û wan gelan de kûr bikin. Li ser vî bingehî gelek girîngî dan Ereb û gelê bi dîn Xirîstiyan û Ermen, Asûrî û Suryanî. Soz dabû wan ji wan re dewletê ava bikin. Her çiqas heya astekê peywendiya wan hebû jî, lê heya wê qonaxê girîngî bi Kurdan û Cûhiyan nedidan. Li hemberî vê de peywendiyên Kurdan û Cûhiyan ên bi eniya Osmaniyan û Almanya re baş bûn. Ev jî ji bo wê eniyê bû hêzekî mezin, rola Kurdan a li eniya şer de û rola Cûhiyan a di aborî û sermayedarî de, bû sedem ku Brîtanya û hevpeywana wê siyaseta xwe ya li hemberî Kurdan û Cûhiyan li ber çavan re derbas bike.

 

- Çima piştî dawî hatina şer ev peywendî berevajî bûne?

 

Vê rewşê heya 5-6 mehên piştî şer jî berdewam kir, Brîtanya û Fransa nedixwestin di navbera xwe û gelê Kurd û gelên din xerab bike, diyare armanca wan ew bû ku cihên pê  xwe baş çêbikin, heta ku bikarina siyaseta xwe pêk bînin û armancên xwe bi cih bînin. Di wê demê gelê Kurd û rêveberên wan bi hêvî bûn ku wê Brîtanya û hevpeymana wê sozên xwe bi cih bînin û li kongre û navendên navneteweyî mafên gelê Kurd misoger bikin. Li kongreya aştî ku di destpêka sala 1999'an de li Parîsê pêk hat, hinek gav di vê hêlê de avêtin. Şerîf Paşa Xendan ku nûnerê Komeleya Tealî Kurdistanê bû, li Ewropa beşdarî vê kongreyê bû û Kongreyê peyam da ku piştgiriya  mafê gelê Kurd bike.

 

Lê, piştî vê kongreyê di warê pratîkî de, derkete holê ku hevdu temam nakin, derkete holê ku Brîtanya û hevpeymanên wê dixwaze ew bernameya di peymana sykes Picot li hevkirin li ser çêkirine, bi cih bîne. Ew siyaset jî ji siyaseta hakim be pêk dihat, bi rêya vê siyasetê dixwestin bi navê dewlet-neteweye de neteweyên herêmê ji hev dûr bixin û bixin di bin kontrola xwe de. Duyemîn jî dixwestin her neteweyekê bikin çend parçe, li gel vê jî dixwestin gelên herêmê gelên herêmê di bin çavdêrî û fermana wan de bijîn û bê wan ti gavan neavêjin. Li hember de, rêveberên Kurd û gelê Kurd dixwestin yekîtiya gelê Kurd çêbikin û serbest û azad bijîn.

 

'Dixwestin gelê herêmê li gorî berjewendî û siyaseta xwe bi rêxistin bikin'

 

- Li vir ew pirs derdikeve pêş, gelo dikarin bêjin ku Brîtanya û hevpeymana wê li dijî maf û azadiya gelê Kurd bûn? Eger li dijî bûn, ji ber çi peymana Sewrê ya sala 1920'an a ku ji bo Kurdan dewletê ava bikin çêkirin?

 

Min negot, ewan bi temamî li dijî maf û azadiya gelê Kurd bû, min got, wan dixwestin Kurdan û gelên herêmê li gorî siyaset û berjewendiyên xwe bi rêxistin bikin. Peymana Sewrê jî gavek bû ji bo pêkanîna vê siyasetê bû.

 

'Netewpesestên Kurd ji naveroka Peymana Sewrê fam nekirine'

 

- Bi rêya Sewrê wê çawa ew siyaset bi cih baniyan, gelo ma Sewrê ne di berjewendiyên Kurdan de bû?

 

Ez li vir dixwazim li ser projeya Sewrê çend tiştan zelal bikim, ji ber ku mixabin heya niha piraniya netewperestên Kurd bi kûrahî agahî ji naveroka Sewrê nînin û tenê wê veyekê dizanin ku Sewrê mafê avakirina dewleta Kurdî daye. Lê, eger bi hûr temaşeyî naveroka hersê madeyên 62,62 û 64'an bikin, dibînin ku gelek merc danîne ji bo Kurd bikarin dewleta xwe ava bikin. Di wê demê de ew merc ji bo Kurdan zehmet bûn. Ji aliyekî din ve, ew sînorên ku ji bo Kurdan diyar kirîn, sînorekî gelek biçûk bû, beşekî biçûk weke Kurdistan danî bûn. Li gorî peymana Sewrê Başûrê Kurdistanê (wîlayeketî Mûsile) û Rojhilatê Kurdistanê jî ne dikete nava sînorê dewleta Kurdistanê de. Wîlayeta Mûsil dibû beşek ji dewleta Iraqê û Rojhilatê Kurdistanê jî weke beşek ji Îranê re dima. Wîlayetên Wan, Bedlîs, Agirî û Erzirûm jî dibû beşek wê dewleta ku biryar bû ji bo Ermeniyan ava bikin. Wîlayetên rojavayê Firatê jî dibûn beşek ji welatê Anadolê. Rojavayê Kurdistanê jî dibû beşek ji dewleta Sûriyeyê. Tişta dima beşekî biçûk yê Bakurê Kurdistanê bû ku maf hebû bibe dewletekî Kurdî. Ango dikarin bêjin ku peyman jî beşek bû ji berevajîkirina Brîtanya û hevpeymanên wê.

 

'Ji du aliyan ve ziyan gihand Kurdan'

 

-Di wê demê de Peymana Sewrê çi bandorî li ser Kurdan çêkir?

 

Ji du aliyan ve ziyan gihand Kurdan, ji aliyekê ve, rêveberên Kurd kir du beş, beşek bûn alîgirên Sewrê û beşek ji li dijî derketin. Ji aliyê din ve, nakokî di navbera gelên Kurd û Ermend, Aşûr û Ereb de gur kir. Vê jî gelê Kurd tevgera wê lewaz kir. Piştî Peymana Sewrê Komeleya Tealî Kurdistanê bû du beş. Diyare peydabûna Mistefa Kemal û propaganda ji bo xebata rizgariya hevbeş a gelên herêmê ya li dijî dagirkeriya hêzên derve û dijberiya Peymana Sewrê, ewqas din neyartî ji bo vê peymanê zêde kir.

 

'Di xwestin rê li pêşiya vê bigirin ku Mistefa Kemal dest nedane li ser Mûsilê'

 

-We behsa vê yekê kir ku biryar bû ku wîlayeta Mûsilê bidin hikûmeta Iraqê, eger wiha bû, ji ber çi di sala 1922'an de Şêx Mehmûd ji Hindistanê anîn Silêmaniyê û rê danê hikûmetê ava bike?

 

Di Peymana Sewrê de, rasterast nabêje bila wîlayeta Mûsil bikeve li ser Iraqê, belku rewşa wê wîlateyetê bi taybet digirtin dest û dibêjin xelkê wîlayeta Mûsil azadin bikevin li ser dewleta Kurdî yan  serbixwe bin yan jî bikevin li ser Iraqê. Piştre Brîtanya di meha Adara sala 1921'an de Kongreya Qahîreyê pêk anî û niyetên xwe eşkere kir û biyar da ku wîlayeta Mûsil bixe li ser Iraqê. Vegerandina Şêx Mehmûd jî peywendî bi çend mijaran ve heye. Ji aliyekê ve Kurdan erê nedikir bidin Iraqê û di heman demê de Mistefa Kemal jî ev yek erê nedikir, ji aliyê din ve piştî Peymana Sewrê ew Kurdên ku daxwaza dewleta Kurdistanê dikirin, lewaz bûn. Piraniya Kurdan çûn aliyê Mistefa Kemal û hevpeyman çêdikirin. Lewma bi hemû awayî di nava hewldanê de bûn ku rê li pêşiyê bigirin ku Mistefa Kemal dest dane li ser Mûsilê û ji bo projeya wan astengiyê çêbike. Ji ber vê çendê Brîtanya rê da Şêx Mehmûd vegere û hikûmetê ava bike.

 

'Derkete holê vegerandina Şêx Mehmûd taktîk bû'

 

- Ji ber çi temenê hikûmeta Şêx Mehmûd Berzencî kurt bû?

 

Piştî ku di meha Îlona sala 1922'an de Şêx Mehmûd vegeriya, di meha Mijdara heman salê de, hikûmeta nû damezirand û Brîtanya jî bi fermî nas kir. Piştî demekî kurt derkete holê ku ev taktîkeke ji bo zextê bixe li ser Mistefa Kemal da ku mercên Brîtanya qebûl bike. Ji ber ku piştî çend rojên ragihandina hikûmeta serbixwe ya ji aliyê Şêx Mehmûd ve agirbesta Modanya di navbera Brîtanya û hikûmeta Mistefa Kemal de hate îmze kirin û piştî vê j î danûstandinên Lozanê destpê kir. Di dawiya meha Sibata 1923'an de gihiştin lihevkirina destpêkê. Piştî vê lihevkirinê, Brîtanya daxwaz ji Şêx Mehmûd kir ku xwe radest bike, ji ber razînebûna Şêx Mehmûd ya xwe radestkirinê, di dawiya meha Gulana sala 1923'an de Brîtanya bi balafiran êrîş kir li ser Silêmaniyê ku paytexta hikûmeta Şêx Mehmûd bû.

 

'Berjewendiyên xwe li gel Kurdan û rêveberên wan nedîtine'

 

- Li gorî wê sedem çiye ku Brîtanya û hêzên din ên cîhanê wiha nêzî Kurdan bûne? Gelo Kurdan nekariye siyasetê bikn yan jî sedemên din hene?

 

Li gorî nêrîna min, sîstema dewlet û şaristaniya serdest li ser bingehê ehlaq siyasetê nake, belku li ser bingehên berjenwendî siyasetê dike. Brîtanya jî di wê qonaxê de li lûtkeyê nûnertiya vê sîstemê kiriye. Diyare berjewendiyên xwe li gel Kurd û rêveberên Kurd ne dîtine. Vê jî wiha kiriye ku peywendiyên rojane li gel Kurdan bikin.

 

'Xwe nekirine hêzekî wiha bi hêz ku rêz li îradeya wan bigirin'

 

- Ji ber çi rêveberên Kurd û gelê Kurd nekarine berjewendiyên hevbeş li gel wan hêzan de çêbikin?

 

Dema ku me got, ew hêz li ser bingehê berjewendî siyasetê dikin, ev yek nayê wê wateyê ku her netewe û hêzek neçare hemû tiştên xwe li pey berjwendiyên wan rêxistin bikin, belku divê îradeya xwe li pey berjewendiyên wan rêxistin bike. Divê îradeya xwe nîşan bikin ku bê berçavgirtina te nikarin siyasetê bikin û bê te berjewendiyên wan ji holê radibin. Ji bo vê jî divê bibin hêzekî gel, leşkerî û aborî, herwiha di siyaseta rojava de, çav vekirî û şiyar bî, li gorî pêwîstiyên serdemê siyaset bikî. Li vir dikarim bêjim ku şaşî û kemûkurtiyên serok û tevgerên Kurdan ewe ku xwe nekirine hêzekî wiha ku wan hêzan neçar bikin rêz li îradeya wan bigirin.

 

'Proseya siyaseta parçekirin û kontrolkirinê kete meryetê'

 

Projeyea siyaseta parçe kirin û kontrolkirinê ku projeya sîstema sermeyadarî bû, di  sedsal 20'an de û ji aliyê Sykes - Picot ve çarçove danê. Piştî Peymana Lozanê ji aliyê Brûksel û Enqereyê kete meryetê, ew proseya danîn Kurd înkar kirin û gelê Kurd jî parçe kir. Formekî nû ya dewletê jî danîn bi wan proseyan. Kurdan jî ev yek erê nekir û nehata niha jî nepejirandiye. Di dema ku Kurd dibin xwedî hêz û dixwazin wan proseyan biguherînin, piraniya hêzên sîstemê li dijî derdikevin. Her vê wiha kir ku piştî sala 1926'an ve ew Şêx Mehmûd li hemberî wan derkete û tevgerên din ên kurd jî xwedî heman siyasetê bûn.

 

 'Şer tenê bi canfedeyî sernakeve'

 

- Çi bû sedem ku Kurd nebin xwedî wê îradeya we behs kirî?

 

Weke ferd piraniya ferdên civaka Kurdistanê canfedane û timî amadene ji bo şer bi bexşînin. Dîrok jî ev rastî îspat kiriye ku roja îro de jî ev rastî li ber çave. Lê, şer ne tenê bi canfedayî sernakeve. Şer çiqas dibe malê hemû civakê? Çiqas berfireh dibe û rêveberên şer çiqas hêza rêveberiya şer heye? Li kû şer tê kirin û li kû şer nayê kirin? Çiqas hêza şerker a bi moral û xwedî taktîk û hunerê şer û  stratejiya şer amade dikî? Dijmin baş nas bike û agadarî siyaset û taktîk û derfetên dijmin bî, eger di van waran xwe baş amade bikî, wê derfetên serketinê hebin. Diyare di wî alî de rêveberên Kurd gelek lewaz bûn. Lê jî wiha kiriye ku nekarin derfetê serketinê biafirînin.

 

- Gelo erîşên Tirkiye, Îran û Rûsya yên li hemberî tevgera Îshaq Nurî Paşa ji ber van sedemên we bas kirî ne?

 

Belê ji ber wan sedeman bû, li vir girînge ku behsa vê yekê bikin ku derfetê serketina tevgera Agirî gelek kêmtir bû ji tevgerên Şêx Mehmûd, yan jî Şêx Seîd. Di dema tevgerên din de hîn proseyên heyîn nehatibûn yekalîkirin û derfetên guhertina proseyan zêdetir bûn. Lê, serdema Tevgera Agirî prose yekalî bûbûn, hêzan li ser înkara Kurdan û nasnameya Kurdan lihev kirî bûn. Lewma wan hêzan tevgera Agirî bi sedemekî mezin a nearamiyê bi nav kirin û vê wiha kir ku bi hev re li dijî rawestin.

 

- Gelo ew rewşên ku we behs kirin niha derbas bûne yan didomin?

 

Bêguman ew proseyên ku di sedsala 20'an de danîn, heta niha jî pê kar dikin. Piştî referandûma Başûrê Kurdistanê helwesta li hemberî Kurdan û êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê û bêdengiya qada navneteweyî mînakên zelalin.

 

'Divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û îradeya xwe nîşan bidin'

 

-Çareserî çiye?

 

Di vê qonaxê de xalek heye, Kurd dikarin jê sûd bigirin, ew jî proseyên sedsala derbasbûyî ji civakê û sîstema sermeyedarî jî nabin bersiv. Lewma hêzên desthilatdarên sîstemenê dixwazin van proseyan biguherînin. Kurd jî dikare sûd werbigire. Lê ji berî her tiştî divê Kurd yekîtiya xwe çêbikin û îradeya xwe nîşan bidin û bibin xwedî projeyên xwe. Di heman demê de bikarin li hemberî êrîş û dagirkeriyê xwe biparêzin. Di vê qonaxê de yên karîne pêwîstiyên serketina gelê Kurd peyda bikin, Rêber Abdullah Ocalan û PKK ye.  Vê jî wiha kir ku hêzên navneteweyî alîkariya Tirkiyeyê bike ji bo desteserkirina Rêber Abdullah Ocalan. Bi vê rê dixwazin gelê Kurd weke sedsala borê bênasname bihêlin. Di vê demê de ev tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan ku rê nadin ti kes bibîne û peywendî pêre çêbibe, her ji bo vê armancê ye.”

 

(ab/rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin