Smiley face
sorani
Smiley face

Li Soran 3 jin hatin kuştin, 3'an jî xwe şewitandin

2018-05-21 11:37:05
Di nava 4 mehan de li sînorê Soran 3 jin hatin kuştin û 3 jinan jî xwe şewitandin, du ji wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi dehan jî bûyerên tundutûjiyê çêbûne.


 

 

ZAHÎR ÎBRAHÎM/ SORAN

 

Li gorî bîlançoya Navenda Têkoşîna Şideta Dijî Jinan li qezaya Soran a girêdayî parêzgeha Hewlêr, di nava 4 mehên buhrî de 3 bûyerên kuştin, 11 bûyerên êşkencekirin, bûyerek destdirêjiyê, 3 bûyerên xwe şewitandinê ku du ji wan ji ber rêjeya şewata zêde jiyana xwe ji dest dane, çêbûne.

 

Her wiha 31 serlêdanên gilîkirinê yên jinan dijî malbat û kesên nêzikî wan hatine tomarkirin.

 

Der barê sedema zêdebûna tundutûjiya dijî jinan çalakvana endama Rêxistina Komeleya Afretên Kurdistanê Kurdistan Eshed ji RojNews re got; “Tundutûjiya dijî jinan li tevahî navçe û barên Herêma Kurdistanê belav bûye. Nabe em sedema vê tenê rewşa jiyanê nîşan bidin. Sedemên din jî hene ku ew jî mijara yasa û sîstemê ye.”

 

 

Kurdistan Eshed wiha jî got; “Tundutûjî ji bîlançoya tê nîşankirin pir zêdetire. Ji ber ku hemû jin naxwazin pirsgirêkên xwe bîne navenda têkoşîna dijî tundiyê. Dema wê hatiye ku cardin yasaya têkoşîna dijî tundutûjiyê ya malbatê berçav re derbas bikin. Ji ber ku ev yasa nikare tundutûjiyê tine bike.”

 

Her wiha hiqûqnas û niştecihê qezaya Soran Elî Şerîf jî li ser heman mijarê wiha got; “Rewşa aborî, pêşbaziya siyasî û teknolojî sedema zêdebûna bûyerên kuştin û xweşewitandina jinane. Ji ber ku qeyranan rewşa civakê xistiye astek pir xerab de. Bi giştî suc zêde bûne. Divê ji bo bicihkirina yasayê, desthilata dadperî bi rola xwe ya pêwîst rabe.

 

 

Li gor bîlançoya hatiye girtin, li Soran ji aliyê jinên rastî gef û zextên malbatî tên bikaranîna heban zêde kiriye û didome.

 

(rn)



-
RojNews
Peywendî


Korek   : +964 7508749379

Asia      : +964 7718835920

Normal : +964 533361295

Email    : rojnewsku@gmail.com
© Copyright 2015 RojNews. Hemû mafên portala ROJNEWS Ajansa Nûçeyan a Roj hatine parastin